Putin xeteke din a gazê pêşniyaza Tirkiyeyê kir

Putin li Astanayê çêkirina xeteke nû ya gazê pêşniyazê Tirkiyeyê kir

Bi vî awayî Rûsya dixwaze Tirkiye bibe navenda bazara gaza Rûsyayê

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin 6’emîn Konferansa Hevkarî û Avakirina Qaydeyên Îtîmatê ya Kazakistanê de, hevdîtinan li dar xist.

Putin ewil bi serokê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan re rûnişt û pê re hevkariya dualî gotûbêj kir.

Lîderê Rûsyayê di hevdîtinê de Tirkiyeyê wekî welatê herî pêbawer ku gaza Rûs di ser wê re digihîje welatên Ewrûpayê pênase kir.

Putin got, eger Tirkiye û welatên din eleqeder bibin, ew dikarin xeteke gazê ya nû çêbikin û bi vî awayî Tirkiyeyê bikin ji navenda firotina gaza Rûs.

Erdogan jî qala avakirina Santrala Nukleer a Akkuyiyê ya ji aliyê Rûsyayê ve tê avakirin kir û got, ew ê bi saya vê santralê Tirkiye 10 ji % pêdiviyên xw yên enerjiyê peyde bike.

Di heman rojê de hevtîneke din jî di navbera Putin û serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev de pêk hat.

Aliyev: Em bi biryar in bi rêvebiriya Êrivanê re peymaneke aştiyê ya mayinde mor bikin.

Aliyev qala aloziya bi Ermenistanê re kir û got, ew bi biryar in bi rêvebiriya Êrivanê re peymaneke aştiyê ya mayinde mor bikin.

Putin jî wekî lîderê welatê navbeynkar got, aloziya di navbera her du welatan de ji nêzîk ve dişopîne û ewê ji bo çareseriya meseleyê alîkariya xwe bidomînin.

Li aliyekî din, rûniştina giştî ya konferansê bi axaftinên serok û nûnerên din ên dewletên beşdar berdewam kir.

Di rûniştinê de yek ji axaftina herî balkêş ji aliyê serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hate kirin.

Lîderê Pakistanê ji bo aloziya Keşmîrê ya bi Hindistanê re got, “Êdî bes e! Divê em ji zarokên xwe re xizmetên perwerde, tenduristî û derman peyde bikin.”

Herwiha Şerîf digel banga hevkariyê, ji ber zext û zora wê ya li ser Keşmîrê Hindistanê şermezar kir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …