Siyasetmedarên belediyeyan piştgiriya HDP dikin

230 siyasetmedarên belediyên swêdî banga azadiya siyasî bo siyasetmedarên HDP li Tirkiyê dikin.

Di bangeke xwestina azadiyê ji bo siyasetmedarên HDPê, 230 siyasetmedarên belediyên swêdî, ku li belediyên cuda li Swêdê, û ji partiyên cuda re kar dikin, li bin wê bangê imze kirine.

Di wê gaziyê de, siyasetmedarên belediyan balê dikişînin ser pêşveçûnên karê belediyên ku ji aliyê kurdan ve tên birêvebirin. Ew behsa wekheviya jin û mêr di cihên desthilatê de, pêşxistina avahiya bingehîn û başkirina karê demokratî dikin. Lê piştî hilbijartinên meha 7an a sala çû, hikûmeta AKP zordestiya xwe li dijî siyasetmedarên HDPê xerabtir kiriye, li gor wan. Ew dinivîsin ku îro 21 serokên belediyan ji herêmên kurdî di zindanên dewletê de ne, 35 berî demeke kurt ji zindanan derketine û 35 hatine mecbûrkirin ku dev ji karê siyasî berdin.

Ji bilî êrişa li dijî proseya demokratî li welêt, siyasetmedarên belediyên swêdî herweha bangekê li dijî şerê dewleta Tirkiyê li herêmên kurdî dikin. Ew balê dikişînin ser dorpêçkirina bajarên kurdî û êrişên li dijî xelkên sîvîl.

Di nivîsa siyasetmedaran de sê xwestekên wan hatine nivîsîn:

– Gerek dewleta Tirkiyê yekser siyasetmedaran ji zindanan derxin
– Dorpêçkirina belediyan bi dawî bînin û agirbestê îlan bikin
– Hemû siyasetmedarên bi awayekî demokratî hatine hilbijartin vegerin ser karên xwe.

Jêder: Radyoya Swêdê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …