“Bila Kurd bibin endamê Neteweyên Yekbûyî”

Li welatên ku Kurdistan hatiye parçekirin ji bo gelê Kurdistanê mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bi dest bixe, saziyên navdewletî piştgiriyê bidin daxwazên gelê Kurdistanê.

Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de komîsyoneke navneteweyî bê avakirin ku nûnerên Kurdistanê jî di nav de hebin. Ji bo meseleya Kurd bi rengekî aştiyane û diyalogê bê çareserkirin, ev komîsyon têkiliyê bi aliyên Peymana Lozanê re dayne.

Konferansa Lozanê ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê hate lidarxistin, bi dawî bû.

Konferansa ku bi beşdariya 600 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk hat, du roj dom kirin.

Piştî gotûbêjên roja dawî ya konferansê encamnameyek hate weşandin.

Encamname de di bin van sê sernivîsan de bang hate kirin: Têkildarî asta navneteweyî, Ji bo navxweyî, Têkildarî herêma ku Kurdistan lê hate parçekirin

Encamnameya Konferansa Lozanê 

Di konferansê de li ser sê astên; navxweyî, herêmî û navneteweyî pêşniyar hatin kirin, biryar hatin wergirtin.

Têkildarî asta navneteweyî:

  1. Li welatên ku Kurdistan hatiye parçekirin ji bo gelê Kurdistanê mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bi dest bixe, saziyên navdewletî piştgiriyê bidin daxwazên gelê Kurdistanê.
  2. Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de komîsyoneke navneteweyî bê avakirin ku nûnerên Kurdistanê jî di nav de hebin. Ji bo meseleya Kurd bi rengekî aştiyane û diyalogê bê çareserkirin, ev komîsyon têkiliyê bi aliyên Peymana Lozanê re dayne.
  3. Ji bo Kurd di asta çavdêriyê de bibin endamê Neteweyên Yekbûyî kar bê kirin.
  4. Dewletên ku Kurdistan di nava xwe de parve kirine ji ber sûcên ku li dijî gelê Kurdistanê kirine li dadgeheke navdewletî bên darizandin, ji bo vê hewl bê dayin.
  5. Saziyeke Neteweyî ya Hevpar a Kurdistanî bê avakirin ku di asta navneteweyî de karê dîplomasiyê bimeşîne.
  6. Di nava 100 salên Peymana Lozanê de li dijî gelê Kurdistanê sûcên komkujî û qirkirinê hatin kirin. Welatên ku bûne aliyê peymanê ji ber van sûcan tazmînatê bidin. Garantiyê bidin gelê Kurdistanê ku careke din van sûcan dubare nekin. Ji bo cezakirin û qedexekirina van sûcan di asta navneteweyî de piştgirî were dayin.
  7. Êrîşên hewayî yên li ser gelê Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava bêne astengkirin. Li Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ‘qada li firînê qedexe’ bê ragihandin. Hêzên Kurd li gel hêza aştiyê ya navdewletî li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê wezîfeya asayîşê bikin.
  8. Ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê azad bibin, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zextê li Tirkiyeyê bike.

Ji bo navxweyî:

Parastin û pêşvebirina berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê di ser hemû berjewendiyên şexsî û siyasî de bêne dîtin.

Dest li karên navxweyî yên parçeyên Kurdistanê neyê werdan û Rêveberiyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bêne parastin. Rêveberiyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê astengiyên di navbera xwe de ji holê rakin û di asta siyasî, aborî, civakî û çandî de têkiliyê ava bikin.

  1. Parastin û pêşvebirina berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê di ser hemû berjewendiyên şexsî û siyasî de bêne dîtin.
  2. Xwe ji nakokiyên siyasî yên navxweyî vegire, ji bo çareseriya nakokiyên navxweyî hewl bê dayin.
  3. Dest li karên navxweyî yên parçeyên Kurdistanê neyê werdan û Rêveberiyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bêne parastin. Rêveberiyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê astengiyên di navbera xwe de ji holê rakin û di asta siyasî, aborî, civakî û çandî de têkiliyê ava bikin.
  4. Bi beşdariya hemû dînamîkên neteweyî Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê bê pêkanîn.
  5. Ev konferansa mezin a Kurd û Kurdistaniyan ku bi wesîleya sala 100’emîn a Peymana Lozanê ya nexêr hate lidarxfistin, careke din bang li hemû rêveber û pêşengên gelên Kurdistanê dike ku wezîfeyên xwe yên neteweyî bi cih bînin, bêyî hincetan Tifaqa Mezin a Kurdistanê pêk bînin û bi vê armancê jî Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê lidar bixin.
  6. Jiyana hevpar a gelên hindekahî yên li Kurdistanê bê parastin.
  7. Ji bo hevjiyanê girîngî ji azadiya jinê re bê dayin.

Têkildarî herêma Kurdistan lê hate parçekirin:

Parçeyên Kurdistanê yên di nava sînorên Tirkiye û Sûriyeyê de hatine parvekirin bi rengekî fermî bi navê Kurdistanê bêne naskirin û li Tirkiye û Sûriyeyê bi statuya ku bi xwe diyar dike bêne qebûlkirin.

Wê ji Neteweyên Yekbûyî bê xwestin ku ji bo temsîliyeta Kurdistanê ofîsekê di bin sîwana xwe de ava bike.

  1. Parçeyên Kurdistanê yên di nava sînorên Tirkiye û Sûriyeyê de hatine parvekirin bi rengekî fermî bi navê Kurdistanê bêne naskirin û li Tirkiye û Sûriyeyê bi statuya ku bi xwe diyar dike bêne qebûlkirin.
  2. Statuya xweser a Kurdistanê di nava fermiyeta navneteweyî de li Neteweyên Yekbûyî bê temsîlkirin.
  3. Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi beşdariya nûnerên gelê Kurdistanê komîsyoneke navneteweyî bê avakirin, komîsyona navborî têkiliyê bi dewletên aliyê Peymana Lozanê re dayne, ji bo peydakirina çareseriyên konjonkturel rêyên diyalog û aştiyane bêna afirandin û bicihanîn.
  4. Ji bo ev daxwazên konferansê bêne bicihanîn komîsyoneke koordînatîf bê avakirin.
  5. Ji bo karê dîplomasiya hevpar a Kurdistanê bimeşîne, komîsyoneke pispor bê avakirin û wezîfedarkirin.
  6. Ji bo temsîliyeta Kurdistanê li Neteweyên Yekbûyî bê kirin, karekî xurt û bi hev re bê meşandin.
  7. Ji bo şopandin û bicihanîna encamên konferansê komîte yan jî komîsyoneke pispor bê avakirin.
  8. Ji bilî Komara Tirkiyeyê wê bi hemû dewletên aliyê Peymana Lozanê re têkiliya dîplomatî bê danîn ku neheqiya dîrokî bê telafîkirin û ji wan bê xwestin ku dawî li mexdûriyeta gelê Kurd û gelên Kurdistanê bînin.
  9. Ji bo Peymaneke Navneteweyî ya Alternatîf bê çêkirin wê karekî çalak bê kirin.
  10. Ji hikumeta Tirkiyeyê wê bê xwestin ku sozên têkildarî pêkhateyên ne misilman dane bêyî cihêkariyê bike bi cih bîne.
  11. Êzidî hemaneke esasî ya gelê Kurd e ku ne misilman e. Divê di kategoriya ‘hindikahiyên ne misilman’ de bên qebûlkirin, mafên ku ji Rûm, Ermen, Suryanî-Keldanî re têne dayin ji Kurdên Êzidî, Yaresan û Elewî re jî bêne dayin.
  12. Ji hikumeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê wê bê xwestin ku têkildarî encamên Peymana Lozanê û ji bo telafîkirina mexdûriyetên wê ofîseke taybet ava bikin.
  13. Ji bo têkiliyên navneteweyî yên hevpar bê meşandin wê organeke dîplomasiyê ya hevpar a Kurdistanê bê avakirin.
  14. Di serî de rêberê KCK’ê Birêz Abdullah Ocalan wê ji dewleta Tirkiyeyê bê xwestin ku hemû girtiyên siyasî bêşert û merc berde.
  15. Ji Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku hêza aştiyê di navbera Rojava û Tirkiyeyê de bi cih bike.
  16. Wê ji Neteweyên Yekbûyî bê xwestin ku ji bo temsîliyeta Kurdistanê ofîsekê di bin sîwana xwe de ava bike.”

Infowelat

Foto: Daxuyaniya derbarê Encamnameya Konferansa Lozanê de / ANF 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …