Ji Şaredariya Champignyê heta Cizîrê pira xwebiratiyê

 

Şaredariya Champigny a Fransayê bi boneya piştgiriyê bide gelê Cizîrê, bi riya Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz nameyek ji gelê Cizîrê re şand û wiha got: “Ji ber wêrekî û berxwedana we ya serkeftî em hurmetên xwe nîşan didin û em amade ne ku kampanya xwebiratiyê bi hevre bimeşînin”

Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, di ziyaretên li welatê Ewropayê de bi gelek şaredar, wekîl, nûnerên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk re hatin cem hev. Sariyildiz, roja borî bi rayedarên Şaredariya Champigny a Firansayê re hevdîtin kir. Şaredariya Champigny diyar kir ku ew dê piştgiriyê bidin kampanya “Malbata Xwebira” ku ji bo gelê Cizîrê hatiye destpêkirin. Şaredariyê bi riya Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz nameyek ji gelê Cizîrê re şand û diyar kirin ku ew amade ne i hevre vê projeyê bimeşînin.

fransa-diplomasi
‘Em wêrekiya we bi rêzdarî pêşwazî dikin’

Li ser navê Şaredariya Champigny ji bo gelê Cizîrê nameyek hat nivîsandin. Di nameyê de wiha hat gotin: “Dostên bi qîmet ê Gelê Cizîrê. Em vê nameyê ji bo dostaniya Şaredariya Champigny Sur Marne û gel a bi gelê Cizîrê re bînin ziman ji were dişînin. Em wekî şaredarî û gelê şaredariyê me geşedanên li Cizîrê yê li ser gelê kurd pêk hat şopand. Bandorek mezin li ser me çêkir. Em vê wêrekiya we bi hurmet û rêzdar pêşwazî dikin.” Şaredariyê da zanîn ku ew dê piştgiriyê bidin projeya xwebiratiyê û tev li kampanyayê bibin.

Jêder: DIHA

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …