Di asta navnetewî de Avusturya wê bêhtir alîkariya Kurdistanê bike

Roja Înê 15.07.2016ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya, Wezîrê Derve û Geşekirina Navdewletiya Avusturya (Nemsa) Sebastian Kurz û şandeka dîplomasiya pê re kir.

Li gor malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye:

Li hevdîtinekê bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Kurz kêfxweşiya xwe ji  bo pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşanda û cara duyem e serdana Herêma Kurdistanê dike, spasiya gel û Hikûmeta Herêma kurdistanê û Pêşmerge kir ku bi başî deverên xwe li hember gefa terorê parastine û serketinên mezin tomarkirine û zêdebarê qeyrana darayî bi başî pêşwaziya hijmareka zêdeya penaber û koçberên destê terorê kirine û cihê veman û xizmetkariyên pêwîst ji wan re dabîn kirine.

Amadeyî ya welatê xwe jî nişanda ji bo alîkariyên mirovî ji bo Herêma Kurdistanê û li ser asta navdewletî jî alîkariyên pitir ji bo Herêma Kurdistanê dabîn dike. Her wiha pêdagirî li ser bihêzkirina têkilî û dostîniya navbera Herêma Kurdistanê û Austria kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya serdana şanda mêvan û alîkariyên berdewamên Austria ji bo Herêma Kurdistanê kir û amaje bi vê yekê da ku Herêma Kurdistanl giringiyê dide têkilî û dostîniya digel Austria. Her wiha spasiya helwestên erêniyên Austria li hember Herêma Kurdistanê kir û daxwaz jê kir li asta navdewletî hewlê bide li ware siyasî, abûrî, mirovî û serbazî alîkariyên pitir ji bo Herêma Kurdistanê dabîn bike.

Her wiha daxwaz kir Austria li gor pisporiya xwe alîkariya Herêma Kurdistanê bike, ji bo vê yekî bikare berhingarê kirîza darayî bibe û bi serketî çareser bike.

Her du aliyan li dawiyê behsa pêşhatên siyasî û meniyên deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayî û sere dijş terorîstên DAIŞê û hin babetên têkildar kirin.

Jêder: Basnews.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …