Hevşaredar Anli bal kişand ser wêrankariya herêmê

 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli di civîna Yekitiya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî yên Sosyalîstên Ewropayê de axivî û bal kişand ku wêrankariya li bajarên herêmê pêk hatiye û aşkere kir ku zêdetirê 400 hezar kes neçar mane ku terka mala xwe bikin. 

Civîna Yekitiya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî yên Sosyalîstên Ewropayê, bi beşdariya rêveberiyên xwecihî û herêmî yên bajarên Luksemburg, Almanya, Fransa, Îspanya, Avusturya, Macaristan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, li Luksemburgê pêk hat.

Hevşaredar Firat Anli di civînê de axivî û der barê mîrateya dîrokî, siyasî û çandî ya Amedê de agahî dan. Anli, bal kişand ku du salan pêvajoyeke aştiyê pêk hat, hêviyên aştiyê zêde bûbûn, piştre pêvajoyeke şer dest pê kir û di vê pêlê de gelek bajarên herêmê wêran bûn. Anli, got ku Dêra Surp Giragos ku dêra herî mezin xrîstiyanên Rojhilata Navîn e, li gel Mizgefta Kurşunlu bûn hedefa vê pevçûnê û xusarên mezin bi wan ketin. Anli, aşkere kir ku ji bilî Amedê li Cizîr, Nisêbîn, Gever û bajarên din ji ber vî şerî zêdetirê 400 hezar kesî terka mala xwe kir û got ku welatî li ser erdê xwe wek penaberan in.

Şaredar ji wezîfeyê hatin girtin

Anli destnîşan kir, li gel hemû kêşe û astengiyan jî Şaredariya Bajarê Mezin ji bo xelkê zirar ji şerî dîtiye û bajarên wêran bûne ji bo pirsgirêkên wan çareser bike xebat meşandine, ji ber vê yekê jî zext li ser şaredariyan zêde bûye. Anli, bi bîr xist ku gelek şaredar hê jî zindanî ne û gelek ji wan ji wezîfeyê hatin bidûrxistin û got ku niha jî tê gotin ku dê şaredaran ji wezîfeyê bigirin û burokratan ji navendê ve li şûna wan tayîn bikin. Anli, xwest ku welatên Ewropayê li gel rêveberiyên xwecihî û herêmî hay ji vê rewşa wan hebe û ji bo zirarên şer bêne dabînkirin û zextên siyasî bêne rawestandin destekê bidine wan.

Pirsgirêkên koçberan hatin axaftin

Di civînê de her weha pirsgirêkên penaberan û bandora wê li ser welatên Ewropayê hate nîqaşkirin û di vî warî de xebatên rêveberiyên xwecihî û zehmetiyên wan û ligel vê geşbûna popîlizma muhafazakar jî hate nîqaşkirin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …