Kanada heyetek şand Taywanê

Kanada di meseleya Taywanê de ligel Ameîkayê ciyê xwe digire

Koma Parlemenê ya  Dostaniya Kanada-Taywanê çû serdana giravê

Koma wekîlên parlemana Kanadayê li paytexta welêt Taipeyê hevdîtinan pêk tînin.

Heyeta Kanadayê ji aliyê serokê Taywanê Tsai Ing-Wen ve hate pêşwazîkirin.

Berpirsê komê Judy Sgro di hevdîtinê de axaftinek kurt kir û ji ber alîkariya wê ya Ûkraynayê pesnê Taywanê da.

Sgro got, Taywan bi milyon dolaran pere û bi sedan ton alîkariya pêwîst şandiye Ûkraynayê.

Seroka Taywanê Tsai Ing-Wen jî ji ber hevkariya wê ya Taywanê re, spasiya Kanadayê kir û wiha gotinên dom kir:

“Di meha tebaxê de wezaretên derve, parastin û bazirganiya navneteweyî ya Kanadayê derbarê tetbîqatên Çînê de fikarên xwe îfade kirin.

Paşê di îlonê de keştiyên Kanadayê di çarçoveya azadiya seyrûsefera deryayî de gihîştin Taywanê. Ev kiryar, xizmetê ji aştiya û îstikrara herêmê re kir.”

Çîn hebûna siyasî û Taywanê qebûl nake û vê giravê wekî parçeyeke erdên xwe qebûl dike.

Çîn hebûna siyasî ya Taywanê qebûl nake û vê giravê wekî parçeyeke erdên xwe qebûl dike.

Lewma jî rêvebiriya Pekînê serdana heyetên biyanî yên ji bo Taywanê wekî provokasyon bi nav dike.

Çîn bi mehane li dora vê giravê tetbîqatan dike û û bi vî awayî dixwaze zextên xwe yên dagirkirinê zêde dike.

Li aliyekî din jî Çîn li ser welatên bi Taywanê re didin dîstînin zextan dike û hewl dide têkiliyên wan ên bi giravê re qut bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …