Gelê inuit ên li Erdên Bakurêrojavayê Kanadayê ji bo xweseriya xwe di prensîbê de bi hikumeta federal re li hev kirin. Dema peymana dawî bê îmzekirin wê di çarçoveya statuya herêmî de hikumet û parlamento bê damezrandin û hêzên di warê ziman, çand, tenduristî, edalet û berhevkirina …
Bêtir »Sê herêmên Îspanyayê belgeya Self-Determînasyonê îmze kirin
Bloka Neteweperest a Galîsyayê (BNG), EH Bildu (bi baskî Gelê Baskê Bibe Yek)û Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a ji Katalonyayê li paytexta Galîsya Santîagoyê deklarasyoneke li ser mafê self-determînasyonê îmze kirin. Di belgeya ku wekî “Deklerasyona Bonavalê” hat binavkirin de li ser mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya …
Bêtir »Kirwatya wê alîkariya Kurdistanê bike
Wezîra Karên Derve ya Kirwatya Vesna Pusiç got ku Kurd bi navê hemû cîhanê şerê terorê dikin û alîkariya bo Herêma Kurdistanê alîkariya hemû cîhanê ye. Li paytexta Kirwatya (Hirvatistan) Zagrebê Wezîra Karên Darve ya vî welatî Vesna Pusîç pêşwaziya Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê …
Bêtir »Hêzên asûrî herêmeke xweser dixwazin
“Em dixwazin wekî herêmeke bi serê xwe parçeyeke Kurdistanê bin. Baştir e ku em li vê herêmê bi kurdan re bijîn. Sebeba vê ev e ku tecrûbeyên me yên bi ereban re ne baş bû.” Di rojnameya The National de nûçeyeke taybet li ser rewşa asûriyên li …
Bêtir »Ji katalonyayê gefa serxwebûna yekalî
Li Katalonyayê lîderên alîgirên serxwebûnê bi serxwebûna yekalî gef li Îspanyayê xwarin. Pênc lîderên serxwebûnwaz li Barselonayê dan xuyakirin ku eger Madrîd pevajoya self-determînasyona herêmê asteng bike ew ê vî gavî bavêjin. Namzetên Junts pel Si (Ji bo erê bi hev re) yên CDC, ERC û saziyên …
Bêtir »Li Bolîvyayê “hefteya xweseriyê”
Li Bolîvyayê pêncemîn salvegara qebûlkirina qanûna xweseriyê tê pîrozkirin. Di “hefteya xweseriyê” de wê çalakiyên cihêreng ên ji bo pîrozkirina damezrandina sîstema xweseriyê bê pîrozkirin. Di 19’yê Tîrmeha 2010’an de Parlamentoya Pirneteweyî ya Bolîvyayê Qanûna 031’ê ya Çarçoveya Xweseriyê û Desentralîzasyonê qebûl kiribû. Armanca vê qanûnê pêkanîna …
Bêtir »Herêma Sirbên Bosnayê biryara referandûmê girt
Endamên Parlamentoya Komara Sirb (Republika Srpska- RS) a li Bosna-Hersekê di warê “biryarên tên empozekirin a Nûnertiya Bilind”de biryara lidarxistina referandûmekê dan. Di dengdayina di parlamentoyê de serokê komarê Milorad Dodik û 45 wekîlên sirb dengê erênî dan lê wekîlên boşnak ên ji koalîsyona “Niştiman” parlamentoyê terk kirin. …
Bêtir »Sê sal piştî şoreşa 19’ê Tirmehê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rastiya têgîna netewa demokratîk e Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, pergala ragihandina avakirina kantonên Rojava “Cizîrê, Kobanê û Efrînê” ye. Ev sîstem bingeha pêkanîna pratîkî û rastiya têgîna netewa demokratîk e. Ji aliyê civakî ve sîstema Rêveberiya …
Bêtir »Puerto Rico, koloniyeke îflaskirî
Porto Rico kolonoyike Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye lê ji 1952’an û vir ve bi awayekî fermî statuya Dewleta ku bi Serbestî beşdarî dewleteke din bûye, wergirtiye. Di rastiyê de ev te vê wateyê ku welat xwedî xwerêvebirineke bisînorkirî ye. Welat dikare ji bo karên xwe yen …
Bêtir »Îhtimala serxwebûna Kurdistana Başûr kêm e
Kovara Nationalia ya katalan li ser rewşa dawî ya aktorên kurd ên li Kurdistana Sûriyeyê û Iraqê ya bi Cale Salih re hevpeyvîneke dirêj weşand. Salih endamekî Têkiliyên Derve yên Konseya Ewropayê ye û di warê meseleya kurd de pispor e. Ew di demên berê de ji bo Koma …
Bêtir »Li Sîlezyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin
Li herêma Sîlezyayê ya li Polonyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin. Li derdora 5000 kes beşdarê meşa ku li bajarê Katowice/Katowicach hat lidarxistin bûn. Meşa ku ji aliyê Ruch Autonomii Slaska (RAS-Tevgera Xweseriya Sîlezyayê) ve hat birêxistinkirin, di 11’yê Tîrmehê de hat lidarxistin. Di meşê de afîşên ku daxwazên …
Bêtir »Di plana ji bo Cornwallê de xweserî tuneye
Hikumeta Brîtanyayê eşkere kir ku ew ê hin hêzên di destên xwe de transferê navçeyên “Îngilîstanê” bike. Yek ji herêma ku ji demekê ve ye li benda vê nûçeyê ye herêma Cornwall (bi zimanê herêmê Kernow) bû. Ji ber ku di nava hêzên wê bên transferkirin de …
Bêtir »Li Konseya Ewropayê pêşniyaza mafê self-determînasyonê
30 endamên Konseya Ewropayê (KE) pêşniyazê rêxistinê kirin ku nîqaşeke li ser neteweyên bê dewlet ên li Ewropayê bê lidarxistin. Pêşniyaza bi serenavê Rewşa Neteweyên bê Dewletê ên li Ewropayê ku ji aliyê sosyaldemokrat Jacob Lund ê danîmarkî danasîna wê hat kirin, bi giranî ji aliyê sosyalîstan û …
Bêtir »Guarani statuya xweseriyê amade dikin
Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn. Pênc sal berê …
Bêtir »Parlamentoya Îrlandayê hikumeta katalan guhdarî kir
Endamên Parlamentoya Îrlandayê qebûl kirin mu hilbijartinên 27 Îlonê yên li Katalonyayê ji bo dikare ji bo serxwebûnê bibe gaveke demokratîk. Li ser vexwendina serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamentoya Îrlandayê Dominic Hannigan, delegasyonek hikumeta Katalonyayê çû serdana Parlamentoya Îrlandayê. Li Parlamentoya Îrlandayê ‘Oirechtas” di navbera delegasyoneke …
Bêtir »Êzdî parçe bûne lê hîn jî herêmekê dixwazin”
Hevpeyvîneke bi wekîlê êzdî yê Parlamentoya Iraqê Haj Kandûr El-Şêx re hatibû kirin, di 2’yê Tîrmehê de di malpera Niqash de hat weşandin. Di hevpeyvînê de nûnerê êzdî di derbarê rewşa polîtîk a êzdîyan de agahiyên balkêş dan û got ku ew herêmeke taybet ku ji aliyê êzdiyan …
Bêtir »Nûnerên rûs pêşniyazên Ûkraynayê red kirin
Pêşniyazên Ûkraynayê yên ji bo çareserkirina problemên kêmara rûs a li rojhilat ji aliyê Rûsya, û komarên Luhansk û Donetskê ve nehatin qebûl kirin. Serokê Ûkraynayê Petro Poroshenko di destpêka hefteya borî de dabû xuyakirin ku bi armanca naskirina xweseriya lokal a herêmên li rojhilat wê destûra bingehîn …
Bêtir »Serxwebûna Katalonya û Skotlandê ji bo YE’yê xetereye an firsend e?
Li Zanîngeha Cambridgê bernameyeke bi navê “Ji bo Skotland û Katalonyayê Netewebûn: Ji bo YE’yê xetereye an firsend e?” hat lidarxistin. Di bernameya bi hevkariya DIPLOCAT (Konseya Dîplomasiya Katalonyayê) û Foruma Jeopolîtîk ve hat lidarxistin de pêvajoyên diyarkirina mafê qederê ya li her du herêman hat nîqaşkirin. Profesor …
Bêtir »Piraniya bajarên li Tarijayê statuyên xwe amade kirin
Li departmanta (wîlayet) Tarijayê ya li Bolîvyayê pêvajoya amadekirina statuyên bajaran didome. Heta niha ji 8 ji 11 bajarên li Tarijayê statuyên xwe yên xwerêvebirinê amade kirin. Li Bolîvyayê piştî damezrandina dewleta pirneteweyî ya di 2009’an de bajaran hatibû xwestin ku statuyên xwe amade bikin. Li Tarijayê jî …
Bêtir »Destûra Bingehîn a Belcîkayê ji bo Başûr modeleke
Wezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Farûq Cemîl di derbarê destûra nû ya tê amadekirin de bersiva pirsên RojNewsê da. Cemîl diyar kir ku destûra ligel rewşa welatê me li hev tê destûra Belçîka û Yûgoslavya ye û wiha got: “Divê destûra Başûrê Kurdistanê azadiya hemû baweriyên weke Êzidî, …
Bêtir »Fîlîstîn-Kurdistan: Du Gelên ne Xwedî Maf
Li Îtalyayê di çarçoveya Festîwala Liberazione’yê de wê bernameya “Fîlîstîn-Kurdistan: Du Gelên ne Xwedî Maf” bê lidarxistin. Bername wê di 4’ê Tîrmehê de wê li Lucayê ku bajarekî biçûk ê li herêma Toscana ya li bakurê îtalyayê bê lidarxistin. Nûnerê tevgera kurd ê Îtalyayê Yılmaz Orkan, rojnamegerê fîlîstînî …
Bêtir »