Kirwatya wê alîkariya Kurdistanê bike

 

 

 

Wezîra Karên Derve ya Kirwatya Vesna Pusiç got ku Kurd bi navê hemû cîhanê şerê terorê dikin û alîkariya bo Herêma Kurdistanê alîkariya hemû cîhanê ye.

Li paytexta Kirwatya (Hirvatistan) Zagrebê Wezîra Karên Darve ya vî welatî Vesna Pusîç pêşwaziya Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa kir.

Wezîra Karên Derve ya Kirwatya  Vesna Pusiç û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa piştî hevdîtinê kongreyek rojnamevanî pêkanîn.

Vesna Pusiç bi navê welatê xwe spasiya herêma Kurdistanê kir ku di rewşa şer de hejmarek zêde yê penaberan hewandiye û her wiha diyar kir ku ew amadene hemû awayên alîkariya mirovî bidin Kurdistanê.

Pusiç got: Emê alîkariyên bo Pêşmerge jî berdewam bikin. Jiber ku eve ne tenê alîkariya Herêma Kurdistanê ye, lê ya hemû cîhanê ye. Pêşmerge li wir bi navê hemû cîhanê şer dikin.

a801120ba3c46aa176f1cba39cc4c41e_M

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî bi navê hikûmet û xelkê Kurdistanê, jiber alîkariyên mirovî bo penaberan û piştgiriya hêzên Pêşmerge, spasiya hikûmeta Kirwatya kir.

Mistefa derbarê serdana xwe de jî ragihand ku ew ji bo pêşdebirina pêwendiyên siyasî, aborî, perwerdeyî û kulturî ya herdu aliyan serdana Kirwatya kiriye û her wiha daxwaza alîkariya pijişkî kiriye bo Pêşmergeyên birîndar û xelkê medenî yên ji şerê terorê rizgarbûne lê nexweşiya derûnî dijîn.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku herdu alî ji bo pêşde birina pêwendiyan yadaştnameyek îmze kirine.

Jêder: Rojavanews.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …