Îhtimala serxwebûna Kurdistana Başûr kêm e

 

Kovara Nationalia ya katalan li ser rewşa dawî ya aktorên kurd ên li Kurdistana Sûriyeyê û Iraqê ya bi Cale Salih re hevpeyvîneke dirêj weşand. Salih endamekî Têkiliyên Derve yên Konseya Ewropayê ye û di warê meseleya kurd de pispor e. Ew di demên berê de ji bo Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) jî xebatê kiriye.

Pispor Salih di derbarê modela rêvebiriya nû ya ji bo Tel Abyad (Girê Spî) de dibêje ku “Modela PYD-YPG ya rêvebirinê bi tevahî ji kontrolkirina tam a herêmên di destên xwe de pêk tê” lê ji ber ku Tel Abyad ji aliyê etnîkî ve tevlîhev e, mijara parvekirina hêzê bi derdorên din re krîtîk e û wiha didomîne: “Tel Abyad bi tevahî ne kurd e. Em ê bikaribin hin gavan bibînin ku wê PYD-YPG wê wekî riyeke transît vekirî bihêle lê bi tevahî kontrola siyasî û leşkerî li ser wê pêk neyne.”

Salih îhtimala îlankirina serxwebûna Kurdistana Başûr biçûk dibîne û di vê mijarê de wiha diaxive: “Sala borî gelek nîqaşên ku wê kurdên Iraqê serxwebûna xwe îlan bikin hatin kirin. Lê hûn li wêneyê niha binêrin ew li gorî salekê berê di rewşeke lawaztir de ne û hêza wan a Îlankirina serxwebûnê kêm e.”

Li ser meseleya êzidiyên Şengalê Salih wiha diaxive: “Şengal gelek tiştan nîşan dide. Yek ji wan PKK’ye ku dikaribû li Kurdistana Iraqê rolekê bilîztana û li ser erdên ku PDK wekî yên xwe dihesiband lê bi taybetî erdên bi nakok in û kurmancî diaxivin, serî li ber wê rakirana. PKK û PDK li herêmên ku heman zimanî diaxivin hene.”

Di berdewamiya bersiva xwe de Salih li ser sîstema navendîparêz a başûr disekine û wiha didomîne: “Êzdî dibêjin ku ji ber paşvekişîna wan ew êdî bi pêşmergeyên PDK’ê bawer nabin. Lê bi giştî, herêma Kurdistana Iraqê pir navendî ye. Ne tenê ciyên wekî Şengalê lê li Silêmanî jî rêvebiriyên lokal gazin dikin ku her tişt diçe Hewlêrê (paytexta Herêma Kurdistan a Iraqê). Bi giştî pêdiviya Kurdistana Iraqê bi desentralîzasyonê heye. Bo nimûne ji Helepçeyê bangên ji bo desentralîzasyonê tên bihîstin.”

Pispor Salih diyar dike ku digel pêdiviya sistkirina sîstema navendî ya li her aliyê herêmê heye, ji bo Şengalê mijar ji vê wêdetir e û dibe ku ji bo vê herêmê xweserî pêwîst be. Salih dibêje ku êzdî hîs dikin ku “ew di navbera Herêma Kurdistana Iraqê  û Bexdayê de mane van tespîtên balkêş dike: “Bexda ji wan re dibêje: Baş e, hûn kurd in, lewma divê Herêma Kurdistanê alîkariya we bike lê Herêma Kurdistanê jî wiha dibêje: Baş e, hûn girêdayî Bexdayê ne, lewma divê Bexda xizmeta we bike.”

Salih destnîşan dike ku PKK di nava êzdiyan de ji ber rola xwe ya parastinê ya di 2014’an de gelek destek girtiye û dibêje ku digel ku PKK ji aliyê îdeolojiya xwe ve ne plûralîst e, di meseleya kêmarên etnîk û olî de fireh e lê mirov ji bo siberojê nikare bêje êzdî wê îdeolojiya vê partiyê bixwazin.

Li ser pirsa kovarê ku PKK dikare li herêmên soranîaxêf jî rolekê bilîze an na, Salih dibêje ku bandora wan li erdên soranîaxêf jî heye;  PJAK li erdên kurdan ên li Îranê ku bi soranî diaxivin xebatên xwe dimeşîne û wekî Ranyayê li gelek ciyên soranîaxêf ên li Kurdistana Iraqê destekeke mezin ji bo wan heye. Lê Salih dide zanîn ku digel vê jî hem PKK ji ber têkiliyên xwe yên dostaniyê naxwaze li herêmên soranîaxêf ên di bin kontrola YNK’ê de rolekê bilîze û hem jî bi sebeba ku çavkaniyên wê yên fînansê qasî PDK û YNK’yê tuneye ku vê partiyê li başûr doza serdestiyê bike. Pispor li vir di derbarê siyaseta başûr de tespîteke pir balkêş tîne ziman û dibêje ku “siyaseta kurdên Iraqê ji tevnên patronajê pêk tên” ku ev jî tê wateya dîzaynkirina siyasetê bi çavkaniyên fînansê.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …