Li Bolîvyayê “hefteya xweseriyê”

 

 

 

Li Bolîvyayê pêncemîn salvegara qebûlkirina qanûna xweseriyê tê pîrozkirin. Di “hefteya xweseriyê” de wê çalakiyên cihêreng ên ji bo pîrozkirina damezrandina sîstema xweseriyê bê pîrozkirin.

Di 19’yê Tîrmeha 2010’an de Parlamentoya Pirneteweyî ya Bolîvyayê Qanûna 031’ê ya Çarçoveya Xweseriyê û Desentralîzasyonê qebûl kiribû. Armanca vê qanûnê pêkanîna pergala xweseriyê li seranserê welat bû ku di Xala 271. a Destûra Bingehîn a Bolîvyayê de hatibû qebûlkiri. Roja qebûlkirina vê qanûnê li welat wekî “Roja Xweseriyê ya li Dewleta Pirneteweyî ya Bolîvyayê” hat naskirin û ji wê rojê û şûn de hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyên xweseriyê wê di navbera 19-26’ê Tîrmehê de bên lidarxistin û di bernameyan de wê li ser girîngiya avakirina sîstema xweseriyê, taybetî û encamên xweseriyê bê sekinandin.

Yek ji bernameyeke vê hefteyê wê di 23’yê mehê de li Zanîngeha San Andres bê lidarxistin û di vê bernameyê de wê danasîna pirtûka bi seranavê “Beşdariya Gel a di Dewleta Xweseriyan de” ku ji aliyê Carlos Hugo Molina ve hatiye nivîsandin, bê kirin.

Li bajarê Charagua ya li ser herêma Santa Cruz a li rojhilatê welat jî wê 24-25 mehê de bi slogana “Em ji bo Jiyaneke Baş Xweseriya Xwe ya Xwecî Ava Dikin” Zîrweya Yekemîn a Gelên Xwecî yên Otokton ên Chacoya Bolîvyayê bê lidarxistin. Rêxistinen sosyal û xwecî yên Chacoyê, tevgerên xwecî û sendîkayên li welat jî beşdarî vê bernameyê bibin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …