Li Sîlezyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin

 

 

Li herêma Sîlezyayê ya li Polonyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin. Li derdora 5000 kes beşdarê meşa ku li bajarê Katowice/Katowicach hat lidarxistin bûn.

Meşa ku ji aliyê Ruch Autonomii Slaska (RAS-Tevgera Xweseriya Sîlezyayê) ve hat birêxistinkirin, di 11’yê Tîrmehê de hat lidarxistin. Di meşê de afîşên ku daxwazên welatiyên Sîlezyayê yên ji bo xwerêvebirineke xweser dianî ziman, hatin hilgirtin.

plakat_marsz_autonomii_2015_rgb2

Sîlezya herêmekê li başûrê Polonyayê ye ku firehbûna wê 40,000 km2 ye. Beşeke biçûk erdên Sîlezyayê heta Komara Çek û Almanyayê dirêj dibe. Erdên herêmê di navbera Sîlezyaya Jor û Sîlezyaya Jêr ve hatiye parvekirin. Nifûsa van her du jêr-herêman qasî 8 milyonî ye. Sîlezya ji aliyê çavkaniyên xwezayî û mîneral ve zengîn e û li herêmê çend qadên endustriyê cî digirin.

Tevgera xweseriyê RAS di 1990’î de li Sîlezyaya Jor hat damezrandin. RAS civaka Sîlezyayê wekî neteweyeke cuda dibîne û ji bo xweseriyê xebatê dike. Ji damezrandina xwe û heta niha tevger gelek meşên ji bo xweseriyê li dar xistiye.

 

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland ji serdana Usha Vanceê nerazî ye

Serdana Usha Vanceê û Mike Waltz Greenlandê li nava hav xist. Sîyasetvanên giravê bi zimanekî …