Sê sal piştî şoreşa 19’ê Tirmehê

 

 

 

 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rastiya têgîna netewa demokratîk e

Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, pergala ragihandina avakirina kantonên Rojava “Cizîrê, Kobanê û Efrînê” ye. Ev sîstem bingeha pêkanîna pratîkî û rastiya têgîna netewa demokratîk e. Ji aliyê civakî ve sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, avakirina civakek demokratîk, exlaqî û siyasî wekî alternatîfa sîstema dewleta netewî pêşkêş dike. Tevî ku tecûrbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava nû ye jî, li gorî sîstemên din di du salan de bingehek xurt di pêkanîna netewa demokratîk de bi riya serkeftinên îdarî, zagonsazî, dadgerî, ewlekarî, leşkerî û gelek serkeftinên çandî, aborî, civakî û perwerdehî ava kir.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê di encama pêwîstiyeke qonaxê de ku ji ber rewşên objektîf û xweser pêk hatine, hate lidarxistin. Ev şoreş bi pêşketinên Şoreşa Sûriyeyê û pêşketinên rewşa civakî û siyasî ya gelê Kurd li Rojava ku di encamên de rewşên objektîf û xweser çêbûn, dest pê kir.

Di destpêka şoreşê de herêmên Rojava ji rêjîma Baasê hatin rizgarkirin û piştre ji bo valahiya îdarî bête dagirtin, rêveberiya hemû navendên rêveberî û xizmetguzarî radestî gel hatin kirin. Piştre dest bi veguhertinê bingehên yê rêveberiyê hate kirin. Ev rêveberiya ku bi dehan salan girêdayî siyasetên rêjîma Baasê bûn. Rêjîma desthilatdariya xwe li hemû aliyên jiyana siyasî, rêveberî û xizmetguzariyê dikir. Her wiha rola civakê di avakirina civakek exlaqî de ku maf û rûmeta hemû pêkhateyên civakê li Rojava diparêze û pêşerojek demokratîk ji welat re misoger dike, hatibû paşguhkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk

Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingeh û rêbazên teorî ku xwe dispêre têgîna netewa demokratîk hate avakirin. Ev sîstem di encama avakirina civakek exlaqî û siyasî dike armanca xwe. Ev sîstem hemû çînên di navbera beşên civakê de tûne dike. Her wiha wekheviya etnîkî, netewî, olî û çandî ava dike. Civak di vê sîstemê de bi riya pergala rêveberiya civakê jêdera biryar û qanînan e û ji danîna qanûn û zagonan dest pê dike û bi avakirina birêveberiyên zagonsaz û rêveber û avakirina komîn û meclîsên gel bi dawî dibe.

SRK-AVAKIRINA-REVEBERYA-ENCUMENA-BIRATI-U-JIYANA-HEVBES2

Hevpeymana Civakî

Hemû kes û pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di maf û erkan de li pêşiya qanûnê wek hev in.

Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hevpeymana Civakî di 26’ê çile 2014’n de erê kir û wekî makezagonekê(destûrekî) ji bo birêxistinkirina karên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina mafên hemû pêkhate û beşên civakê hate destgirtin. Di dîbajeya Hevpeymana Civakî de wiha tê gotin: “Em wekî gelên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi Kurd, Ereb, Suryan, (Asûrî, Kildanî, Aramî), Turkmen, Ermen û Çeçen, bi vîna xwe ya azad ji bo pêkanîna edalet, azadî, demokrasiyê li gorî rêbazên wekheviya xwezayî bêyî cudahiya li ser esasê nijadî, olî, bawerî, mezheb û cins vê Hevpeymanê radigihînin. Ev hevpeyman parastina mozayîka siyasî û exlaqî ya civaka demokratîk ber bi misyona wê di têgihîştina hevdû û parastina jiyana hevbeş û piralî de armanc dike. Her wiha li hemberî mafê çarenûsî ya gelan rêzdar e û mafên jin û zarokan diparêze. Ev hevpeyman parastina rewa peyda dike û li hemberî azadiya ol û baweriyan rêzdar e.”

Bi armanca çespandina van rêbazan û yên din ku di Hevpeymana Civakî de hatine, saziyên zagonsazî û rêveberî yên kantonên Rojava ji hemû pêkhateyên her kantonekê pêk tên û rêjeya wan jî li gorî hejmara wê pêkhateyê tê diyarkirin. Bi taybet li Kantona Cizîrê ku ji mozayîkeke etnîkî û olî pêk tê, di Hevpeymana Civakî de tê gotin ku Kantona Cizîrê kantoneke hevbeş di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çeçen û bawermendên olên Îslamî, Xiristiyanî û Êzîdî pêk tê. Her wiha têkiliyên di navbera van pêkhateyan de li ser bingeha biratî, hevkarî û jiyana hevbeş esas digire.

Meclîsa Zagonsaz û Meclîsa Rêveber

Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ji aliyê du hevserok ji pêkahteyên Kurd û Suryan tê birêvebirin û di bin sîwaneya meclîsê de endamên ji hemû pêkhateyên herêmê her wiha ji hemû saziyên siyasî, civakî û çandî yên Kantonê cihê xwe digirin.

Heman tişt di Meclîsa Rêveber de jî derbasdar e û ji 20 desteyan pêk tê. Her desteyek jî ji aliyê serokekî û du cîgirên wî ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tê birêvebirin.

HAKMI2

Hevserokatiya Kantonê

Hevserokatiya Kantona Cizîrê wekî rêveberiyekê li rex Meclîsa Rêveber tê destgirtin û rêveberiya xwe di nava sînorên ku di Hevpeymana Civakî de hatiye diyarkirin, dike. Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ji bo Hevserokatiya Kantona Cizîrê Birêz Hediye Yûsif û Şêx Himêdî Deham El-Hadî erkdar kirin. Hevserokatiya Cizîrê li gel ku ji jin û zilamekî pêk tê nûnertiya naveroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dike û di erkdarkirina hevserokatiya kantonê de netew, nijad, ol û aliyê siyasî di ber çavan re nayê derbaskirin.

Meclîsa Civakî Ya Jiyana Hevbeş

Pêkhateyên etnîkî, olî û çandî ku ji aliyê sîstema dewleta netewî ve hatibûn paşguhkirin û rêjîma Baasê desthilatdariya hemû aliyên jiyana siyasî, civkaî, aborî û çandî dikir, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî alternatîfeke herî guncav li dijî siyasetên înkar û tunekirinê dîtin. Ev rewşa nû ku tê jiyankirin, çavên hemû pêkhateyan li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vekirin û hişt ku ji bo çespandina vê çandê, belavkirin û parastina wê têbikoşin. Di encamê de gelek înîsyatîf di bajarên ku ji netew û çandên cuda têde jiyan dikin.

Wekî mînak li bajarê Hesekê pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan li gel hevdu jiyan dikin. Piştî ku metirsiya komên çete li ser aramî û ewlekariya bajêr zêde bû, hemû pêkhateyên bajêr di 4’ê tebaxa 2014’an de li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Muftî ya bajêr li hev civiyan. Di vê civînê de kesayet, partî û saziyên ku nûnertiya hemû pêkhateyên bajêr dikin amade bûn. Di encama civînê de Meclîsa Şêwermendiyê ya Pêkhateyên bajarê Hesekê ku ji 15 endaman pêk tê, hate avakirin.

Li bajarê Serêkaniyê jî ku wekî mînaka jiyana hevbeş tê naskirin, piştî ku bajar rastî gelek êrîşan ji aliyên komên çete ve hat, hin aliyan hewl dan ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên bajêr de derbixin. Li hemberî vê yekê welatiyên bajêr di 11’ê nîsana 2015’an de Meclîa Biratî û Jiyana Hevbeş a Serêkaniyê ava kirin. Ev Meclîs jî ji 31 endamên ji hemû pêkhateyên herêma Serêkaniyê pêk tê. Meclîsê her wiha ji bo ku peywendiya bi hemû beşên civakê re bike komîteyek ji 11 endaman ava kir.

Rêbaza jiyana hevbeş di navber pêkhateyên netewî, olî û çandî de ku yek ji bingehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, ji hin aliyan ve rastî hewldanên reşkirinê hat. Ev aliyên ku têkbirina jiyana hevbeş armanc digirin, xwestin ku tevliheviyê li herêmê der bixin û pêkhateyên herêmê bi hevûdu bidin şerkirin û di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Ev hewldan bi serkeftinên li Rojava pêkhatine re çi di aliyê îdarî, rêxistinî, civakî û leşkerî de gelekî zêde bûn.

Bi rizgarkirina bajarokên Til Hemîs, Til Berak, Mebûrka, çiyayê Kizwanan (Ebdilezîz) û gelek deverên din re, hemleya reşkirinê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derket asta herî jor. Hin aliyên girêdayî Opozîsyona Sûriyeyê ya li Stenbolê û di serî de Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ku piştgiriya xwe ji Hikûmeta Tirkiyeyê werdigire, li dijî hêzên YPG’ê û hêzên Hevbeş hemleyek reşkirinê di çapemeniyê de meşandin û îdîa kirin ku van hêzan welatiyên Ereb ji herêmê bi darê zorê koçber dikin. Serkeftina hêzên YPG’ê di rizgarkirina bajarê Girê Spî de ku riya di navbera kantonên Cizîrê û Kobanê de hate vekirin û di heman demê de riya alîkariya bi çeteyên DAIŞ’ê re ji aliyê Tirkiyeyê ve hate qut kirin. Van aliyan asta tewambariyên xwe li dijî hêzên YPG’ê bilind kirin û îdîa kirin ku YPG’ê mafê welatiyên Girê Spî bin pê dike.

Diyar e ev hemleyên reşkirinê di serî de li dijî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine meşandin. Her wiha di çarçoveya van hemleyan de rayedarên Tirk derketin ser ekranan û ragihandin ku ew tu carî bi rêveberiyek kurdî li bakurê Sûriyeyê razî nabin.

ozerklik2

Bersiva herî guncav li hemberî van hemleyên li dijî Rojava ji aliyê pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ve û bi taybet ji aliyê pêkhateyên herêma Girê Spî derket.  Pêkhateyên bajarê Girê Spî di 9’ê tîrmeha 2015’an de li hev civiyan û ragihandin ku ew amade ne Meclîsa Rûspiyên herêma Girê Spî ava bikin. Di vê civînê de nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Ermen amade bûn û daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê em hemû zanin metirsiya li ser bajarê Girê Spî hêjî berdewam e. Li hemberî vê metirsiyê divê em wekî pêkhateyên herêmê bi yek destî li ber xwe bidin.” Bi vê daxuyaniyê pêkhateyên Girê Spî dîsa îspat kirin ku ew dest ji jiyana xwe ya azad û hevbeş di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bernadin.

Gel Jêder û Xwediyê Rêveberıyê Ye

Yek ji rêbazên sereke yên Rêveberiya Xweseriya Demokratk ew e ku gel jêder û xwediyê rêveberiyê ye û bi xwe karûbarên xwe bi riya pergala rêxistinî bi rê ve dibe. Her wiha komîn jî yek ji bingehên sereke ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in.

Di sîstema netewa demokratîk de komîn hucreya herî biçûk a civakê ye. Komîn ji aliyê gelek malbatan ve ku di devereke cografîk de wekî gund û taxên bajaran de jiyan dikin, tê avakirin. Komîn ji jin û zilamên van malbatan ku temenên wan jorî 16 salî ne pêk tê.

Di nîvê sala 2014’an de bi armanca birêxistinkirina civakê ji bo ku karibe hemû karûbarên xwe bi rêve bibe û peydakirina pêdiviyên xizmetguzariyê hêsan bike, li seranserî Rojavayê Kurdistanê hemû beşên civakê hemleyên berfireh ji bo avakirina komînên xwe dest pê kirin.

Hemleyên avakirina komînan hêjî berdewam dikin. Her wiha derbarê mijarê de gelek civînên ji bo pênasekirina komînan û şêwazên hilbijartina rêveberên van komînan û avakirina komîteyên girêdayî wan civîn ji welatiyan re tên lidarxistin.

Piştî ku gelek herêmên Kantonên Rojava komînên xwe ava kirin, rêveberên van komînan meclîsên xwe ava kirin. Di dawiyê de nûnerên van meclîsan jî Meclîsa Gel a herêmê ava kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ji bo piratîkkirina karên hemû saziyên xwe li ser erdê xebatên xwe didomîne û serkeftinên li pey hev li rex serkeftinên di aliyê ewlekarî û leşkerî de bi dest xwe ve tîne. Di heman demê de hewl dide bi riya pêkanîna projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê û pêşkêşkirina wê ji hemû aliyên opozîsyonê û saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyê re, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî herêmên Sûriyeyê belav bike.

Kemal NECIM

Jêder: ANHA

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …