Hêzên asûrî herêmeke xweser dixwazin

 

 

 

“Em dixwazin wekî herêmeke bi serê xwe parçeyeke Kurdistanê bin. Baştir e ku em li vê herêmê bi kurdan re bijîn. Sebeba vê ev e ku tecrûbeyên me yên bi ereban re ne baş bû.”

Di rojnameya The National de nûçeyeke taybet li ser rewşa asûriyên li Iraqê û daxwazên wan hat weşandin. Nivîskarê nûçeyê Florian Neuhof dibêje ku dema DAÎŞ êrîşê deştên Nînowayê kir, qasî 200,000 asûrî ji herêmê reviyan ku hin ji wan ji bajarokê herî mezin ê asûriyan Qaraqoşê bûn.

Neuhof dide zanîn ku piraniya kesên koçber li herêmên sînor ên Kurdistana Başûr bi cî bûne û hin ji asûriyan çend komên mîlîs damezrandine ku yek ji wan Yekîneya Parastina Deştên Nînowayê ye. Neuhof dibêje ku piraniya endamên hêza çekdar êdî baweriya xwe bi artêşa iraqî û pêşmergeyan naynin û daxwaza damezrandina herêmekê xweser dikin.

Endamê vê hêzê Athra Kado wiha diaxive:

“Armanca me jinûvegirtina bajarok û gundên me û paşê damezrandina herêmeke me ye. Em naxwazin tiştên li Mûsilê bi saya artêşa iraqî û li Nînowayê bi saya pêşmergeyan pêk hat li vir jî pêk were. Me baweriya xwe bi hêzên li Iraqê anîbû lê ew nesekinîn û şer nekirin, heta yek fîşekekê jî neteqandin.”

Kado dibêje ku wan kêm alîkariyê ji pêşmergeyan girtine û dema 500 dilxwaz beşdarê vê hêzê bûne, êdî wan nikaribûye wan kesan di perwerdeya leşkerî re derbas bikin.

Nivîskar diyar dike ku komeke din a hêzeke çekdar a asûrî bi navê Dwekh Nawşa (bi asûrî “kesê ku xwe feda dike”ye) hatiye damezrandin ku niha ji 70 kesan pêk tê. Li gorî nivîskar, têkiliyên vê komê bi pêşmergeyan re baş e û fermandarê vê komê Albert Kisso jî bawer dike ku divê di nava sînorê Kurdistana Başûr de herêmeke xweser ya asûriyan bê damezrandin. Kisso dîtinên xwe yên di vê mijarê de wiha îfade dike:

“Em dixwazin wekî herêmeke bi serê xwe parçeyeke Kurdistanê bin. Baştir e ku em li vê herêmê bi kurdan re bijîn. Sebeba vê ev e ku tecrûbeyên me yên bi ereban re ne baş bû.”

Di çend salên dawî de li seranserê cîhanê di nava asûriyan de nîqaşên li ser damezrandina herêmeke xweser a li Kurdistana Iraqê tê meşandin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Parlamentoya Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir

Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir. Bi vê pêşnûmeyê, …