Puerto Rico, koloniyeke îflaskirî

 

 

Porto Rico kolonoyike Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye lê ji 1952’an û vir ve bi awayekî fermî statuya Dewleta ku bi Serbestî beşdarî dewleteke din bûye, wergirtiye. Di rastiyê de ev te vê wateyê ku welat xwedî xwerêvebirineke bisînorkirî ye. Welat dikare ji bo karên xwe yen hundir qanûnan çê bike lê hemû hêzên di qada têkiliyên navneteweyî de di destê Kongreya DYA’yê de ne.

Kongreya DYA’yê ji bilî têkiliyên derve, di warê pereyê netewey (dolar), pergala fînansê, parastina giravê, koç û bazirganiyê de jî biryarê dide. Di çarçoveya statuyê de serokê Porto Ricoyê Barack Obama ye. Mixabin welatiyên vê giravê nikarin di hilbijartinên DYA’yê de dengên xwe bi kar bînin.

bandera

Hikumeta DYA’yê salane 20 milyar dolar alikariyê dide Porto Ricoyê lê vî pereyî têra kêmkirina rêjeya bêkariyê, xizanî û krîmînîzasyona bilind a di nava civakê de nake. Ji % 40’ê civakê mecbûr hatiye hiştin ku alîkariya hikumetê bigire. Rewşa giran a aboriyê û civakî mecbûr dihêle ku ji nîvî zêdetir nifûsa giravê koçî derve bike. Niha li Porto Ricoyê 3.725.789 kes dijîn (serjimara 2010’an) lê li bakurê Amerîkayê 4.623.716 portoricoyî dijîn.

Porto Rico daye xuyakirin ku bi 73 milyar dolarî deynê xwe ketiye nava krîzeke kûr a aboriyê. Analîstên fînansê pêşniyaz dikin ku divê Porto Rico ji bo deynê xwe yê li hundirê welat pergaleke nû ava bike, lêçûyinên personelên dewletê û subvansiyon û mesrefên ji bo elektrîk û çûnûhatinê kêm bike û şîrketeke din a dewletê bike şîrketeke taybet.

Aliyekî girîng heye divê mirov bibîne ku ji şerê Îspanya-DYA’yê ya 1898’an şûn de DYA bi êrîşêkê Porto Ricoyê  dagir kir lê 117 sal in grîngo (amerîkayî) nikaribûne çanda Karayîbê ya Porto Ricoyê, zimanê îspanyolî û ruhê Amerîkaya Latîn ku li giravê zindî ye têk bibin. Apê Sam (DYA) xwe wekî kesekî jîr nîşan dide lê bi rengekî serhişkî neolîberalîzmê diparêze.

images

Şerê ji bo serxwebûnê ya di nava krîza aboriyê de bandora xwe zêde dike û xewnên welatparêzan ên ji bo bidestxistina serxwebûnê didomîne.  Divê em bi bîr bînin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 14’yê Kanûna 1960’an de Biryara 1514-XV girt ku tê de ê gotin ku “berdewamkirina kolonyalîzmê pêşketina hevkariya aboriyê ya navneteweyî û pêşketina civakî, çandî û aborî yên gelên girêdayî asteng dike”  girtiye. Wekî vê, Komîteya Dekolonîzasyonê ya NY’yê biryarên curbecur ku ji bo naskirina mafê serxwebûnê û xwerêvebirinê yê Porto Ricoyê, DYA’yê hişyarkiriye û di heman demê de jê xwestiye ku hemû serxwebûnxwazên hatine girtin serbest berde.

Divê em carekê din egîdî û wêrekiya lîderê serxebûnxwaz Oscar Lopez Rivera ku girtiyê siyasî yê herî kevn ê DYA’yê ye û bi tawanbariya komploya cihêxwazî û endamtiya Hêzên Çekdar ên Rizgariya Neteweyî (FALN) 34 sal di girtîgehe de ye, bi bîr bînin.

Ji Porto Ricoyê heta gelek aliyên din ên cîhanê lîderên siyasî, tevgerên civakî, olî, çandî û mafên mirov li ser hev bang dikin ku DYA di demeke zûtir de Oscar Lopez Rivera serbest berde. Mixabin pergala edaletê ya amerîkayî bêwijdan e lê tê payîn ku “Serokê Porto Ricoyê” yê xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê Barack Obama lêborîneke fermî jê bixwaze û wî efû bike. Dem hatiye ku Obama parçeyeke deynê DYA’yê yê ji bo gelê portoricoyî bide.

Azadî ji bo Oscar Lopez Rivera!!!

————————-

Vê nivîsa ku ji aliyê sosyolog Richard Canan ve hatiye nivîsandin di Telesurtv‘yê de hatiye weşandin. Nivîs ji spanyolî hatiye wergerandin û hatiye kurtkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …