Inuvialuit dibe herêmeke xweser

 

 

 

Gelê inuit ên li Erdên Bakurêrojavayê Kanadayê ji bo xweseriya xwe di prensîbê de bi hikumeta federal re li hev kirin. Dema peymana dawî bê îmzekirin wê di çarçoveya statuya herêmî de hikumet û parlamento bê damezrandin û hêzên di warê ziman, çand, tenduristî, edalet û berhevkirina bacê tranferê herêma xweser bê kirin.

Nûnerên herêma Inuvialuit ya li Kanadayê roja 23’yê Tîrmehê bi rêvebirên herêma Erdên Bakurêrojava û hikumeta federal a Kanadayê re peymanekê ku di prensîbê de xweseriya polîtîk a herêmê nas dike, îmze bikin.

Peymaneke bi vî rengî cara ewilî di 2006’an de di navbera hikumetê û Saziya Herêmî ya Inuvialuitê de hatibû muzakerekirin. Xweseriya herême wê li ser 3,500 inuitên li vê herêmê dijîn bandorê bike û ew ê vê nifûsê bikaribe di hilbijartinên Parlamentoya Inuvialuitê de dengên xwe bi kar bîne. Hêjayî gotinê ye hejmara kesên ne inuit in jî din ava nifûsê de zêde ye.

nunavut-en

Grondland, Nunavut û Nunatsiavut welatên inuitan e ku her sê jî xwedî pergala xweseriyê ne. Xweseriya inuitên li herêmê di salên 1960 û 1970’yan de hat rojevê. Di vê pêvajoyê de çend civakên inuit yên li Deltaya Çemê Mackenzie û herêma Beaufortê xwe birêxistin kirin û navê “Inuvialuit” li herêma xwe kirin.

Inuvialuit di hevdîtinên ji bo avakirina herêmeke xweser a inuit de beşdariya ji bo Erdên Bakurêrojavayê red kirin. Di 1999’an de jî herêmeke xweser a binavê Nunavut hat damezrandin ku Inuvialuit li derve hişt.

Li gorî peymana bi hikumeta Kanadayê ya di 1984’an de, xwedîtiya inuitan ya li ser 91,000 km2 erdên wan ên pêşiyan hat qebûlkirin. Lê berfirehbûna hemû erdên inuitên li herêmê 435,000 km2 ye.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …