Ew, her hefte bi fotografên kur û keçên xwe yên hatibûn windakirin, li meydaneke paytexta Arjantînê Bûenos Aîresê rûniştin. Ev çalakiya çend dayikan a bi israr, di demeke kurt de veguherî tevgereke mafên mirovan a li dijî rejîma mîlîtarîst. Ji ber meydana çalakî dihat lidarxistin, navê dayînên Plaza de Mayo, …
Bêtir »Asûriyên li Xabûrê li ber tunebûnê ne
Asûriyên li Bakurêrojhilatê Suriyeyê yek ji gelên qedîm ên li herêmê ne. Civaka asûrî ya li vê herêma li bakurê Mezopotamyayê di 2015’an de rastî êrişa DAÎŞ’ê hat. Enstîtuya Polîtîkaya Asûrî ya li Amerîkayê di derbarê rewşa dawî ya asûriyan a li Rojava raporek weşand û bale kişand ser encamên …
Bêtir »Wekhevî cara ewilî li Xerabreşkê bi dawî bû
Mezopotamya bi şûnwarên şaristaniyên li ser wê hatine damezrandin wekî muzeyeke servekirî ya dîrokê ye. Cara pêşiyê di serdema neolîtîk de li ser vê axê şoreşa çandiniyê û kedîkirina sewalan dest pê kiriye Xerabreşka li Bakurê Kurdistanê ku li Cihanî wekî Gobeklîtepe tê naskirin, bi berhemên xwe yên zêdetirî 10 …
Bêtir »Federaliya alman ji jakobeniya fransî serkeftîtir e
Ji bilî plûralîzma di warê biryara siyasî de, li Almanyayê derfetên xizmetên tenduristiyê jî di nava eyaletan de bi denge û wekhev hatine parvekirin. Tora enstîtuyên lêkolînên zanistî û zanîngeh di dewsa ku li çend navendên mezin kom bibin, li her aliyê welêt belav bûne. Li cîhanê belavbûna korona di …
Bêtir »Li Îtalyayê sebeba krîza coronayê sîstema neo-lîberal e
Hukumetên Îtalyayê bi salan butçeya tenduristiyê kêm kirin û di encamê de her ku çû hejmara nexweşxane, doktor û hemşîreyan kêm bû. Ev qada di destê dewletê de, ji bo cî ji şîrketên taybet re vebe hat bisînorkirin û veguherî qadeke bazirganiyê. Îtalya li gorî aboriya kapîtalîst, ji aliyê zengîniyê …
Bêtir »Arjantîn modela siyasî nîqaş dike
Serokê Arjantînê Alberto Fernandez ragihand, pêdiviya welatê wî bi pêşdebirina federalîzmê heye. Fernandez diyar kir, bi modela heyî ya federal ew nikarin bi krîza koronayê re bi awayekî kêrhatî têkoşînê bikin. Alberto Fernandez Li gorî serokê Arjantînê, piraniya hebûna welêt li paytext Bûenos Aîresê tê xerckirin û di encama vê …
Bêtir »Chomsky: Li cîhanê xetereya herî mezin Trump e
Tiştê ku divê di 2020’an de pêk were pir eşkere ye. Divê armanca me ya yekemîn, jiholêrakirina xerabiyê be. Belkî Trump careke din bê hilbijartin. Ew têk jî biçe, dibe ku dest deyne ser desthilatdariya amerîkî. Kurtedemek berê, pirtûka Noam Chomksy a bi navê “Enternasyonalîzm an Qirbûn” hat weşandin. Chomsky …
Bêtir »Swêd zirara daye zimanê meankelî lêkolîn dike
Swêd jî yek ji dewletên Ewrûpayê ye ku demeke dirêj cihêrengiya etnîk û ziman a li ser erdên xwe red kir. Niha rêvebiriya Stockholmê dixwaze sûcên xwe yên dîrokî yên li hember zimanê Meankelî lêkolîn bike. Tornedal herêmeke sar a li bakurê Swedê ye û li kêleka sînorên Fînlandiyayê cî …
Bêtir »Li Skotlandê mafên ziman û edaleta civakî hat nîqaşkirin
Li paytexta Skotland Edînbûrgê bernameyek li ser mafên ziman hat lidarxistin. 5 axêverên zimanê kurdî, baskî, swêdî, galî û galikiya skotlandê û parazvanên ziman ên Edînbûrgê beşdarî bernameyê bûn. Beşdaran di axaftinên xwe de balê kişandin ser mafê ziman û edaleta civakî û diyar kirin heta li ziman nikaribe bibe …
Bêtir »Kamerûn ji bo parastina zimanên otokton projeyek amade kir
Kamerûn welatekî li navenda Afrîkayê ye ku bi cihêrengiya xwe ya ziman bale dikişîne. Li vî welatê ku nifûsa wê 25 milyon e, 260 ziman tên axaftin. Bê tenê 40 ji van zimanan li dibistanan tên fêrkirin. Lê ji ber mîrateya dema kolonyal, fransî û îngilîzî zimanên fermî yên welêt …
Bêtir »Li Guetamalayê zimanê itza ber bi tunebûnê ve diçe
Li başûrê Meksîka, Guatemala û Belîzeyê 30 zimanên maya tên axaftin. Hin ji wan ji aliyê bi sedhezaran kesan ve tên axaftin. Axêverên hin ji wan di bin 5000’î de ne û ev ziman di bin xetereya tunebûnê de tên hesibandin. Yek ji wan zimanan Îtza ye ku di nava …
Bêtir »Çîna bajarî li hember kurdî asteng e
Amed ji bo Kurdan eniya herî mezin a şerê ziman e û wiha xuya dike, Kurd li vir newêrin li hember serdestiya Tirkî têkoşînekê bidin destpêkirin. Ez ditirsim aqûbeta paytexta Kurdistanê jî bibe wekî Dublinê. Çalakgerê ziman û wergêr Necat Ayaz bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê hizrên xwe …
Bêtir »Li Skotlandê hewldanên parastina galîkî
HEWLDANÊN JI BO VEJÎNA ZIMANÊ GALÎKÎ Zimanê Galîkî ji dawiya sedsala 19. û vir ve di bin xetereya dijwar de ye. Galîkî êdî bi tenê ji aliyê ji % 1’ê civakê ve tê axaftin û civaka galîkîaxêv bi tenê li zozan û giravên dûrî bajarên Skotlandê dijîn. Lê dildarên vî …
Bêtir »‘Ziman û çand ne tenê pirsgirêka çend kesan e lê pirsgirêka hemû kurdan e’
Ji sekreteryaya Tora Ziman û Çandan Zana Farqînî û Cevahîr Sadak Duzgun diyar kir ku xebata wan li derveyî partî û rêxistinan e. Farqînî û Duzgun destnîşan kir ku divê her malbat di mala xwe û di jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxive û hînî zarokên xwe bikin. Farqînî …
Bêtir »Şoreşa ziman dikare li kolanan pêk were
Bi ya min, li bakur proseyeke Îrlandayîbûyînê pêk tê. Pevçûna giran a bi dewletê re, dînamîzmeke berfireh a siyasî û ne xwedî forma serxwebûnê be jî, hebûna dîskûrsa antî-kolonyal lêbelê ji ber ku ziman qadeke bingehîn a berxwedanê nehatiye dîtin gav bi gav hilweşîna ziman elametên Îrlandayîbûyînê ye. Bi ya …
Bêtir »Tora Ziman û Çandê hat damezrandin
Civîna bi navê ‘Tora Ziman û Çanda Kurd’ ku li ser banga nivîskar, rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, civaknas, siyasetmedar, karsaz, rojnameger û zimanzanên kurd ên mîna Ahmet Turk, Îmam Taşçier, Tarik Ziya Ekîncî, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Fûat Onen, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan, Mîkaîl Bilbil, Kadrî Yildirim, Ferda Cemîloglu, …
Bêtir »Bouganville ber bi serxwebûnê ve gaveke girîng avêt
Li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê çend girav mane ku hîn ji nîrê kolonyalîzmê rizgar nebûne. Yek ji wan, Bouganville e ku di 40 salên dawî de di bin dagirkirina Papûa Nîw Gîneyê (PNG) de ye. Bi mebesta diyarkirina qederê, di 23’yê Mijdarê de li vê giravê referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. 260 …
Bêtir »Li Amedê însîyatîfeke ziman tê damezrandin
Saziyên kurd ên li bakurê Kurdistanê biryarê dan însîyatîfele sivîl a zimanê kurdî damezrînin. 13 saziyên li Amed/Diyarbekirê, di 31 Tebax-1ê Îlonê de komxebata bi navê “Piştî OHAL (Rewşa Awarte) Rewşa Kurdî” li dar xistin. Saziyên beşdarê vê komxebatê bûn, di derbarê civînên xwe de encamnameyekê ragihandin. Di encamnameyê de …
Bêtir »Neteweperestiya Hînd û Betalkirina Statuya Keşmîrê
Keşmîr welatekî berfireh e ku di navbera 3 dewletan de hatiye parvekirin. Parçeya herî mezin ku ji % 43’ê erdên welêt pêk tine, di bin kontrola Hîndîstanê de ye. Pakîstan ji % 37 û Çîn jî ji % 20’ê Keşmîrê kontrol dike. Hîndîstan xwedî cîhêrengiyeke pir mezin a etnîk, olî …
Bêtir »Ji bo zimanê ûdmûrtî xwe kuşt
“Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me. Gelo welatekî min heye?” Li Federasyona Rûsyayê, mirovekî ji bo protestokirina polîtîkayên li hember zimanê xwe, dawî li jiyana xwe anî. Bûyer di 10’ê îlonê de, li paytext Îzhevsk a Komara Ûdmûrt ku li rojavayê …
Bêtir »Li Fransayê Serfiraziya dîplomasiya katalan
Dîplomasiya Katalonyayê ya ji bo teşhîrkirina kiryarên dewleta îspanyol, li Ewrûpayê pêş de diçe. 52 parlementerên fransewî, bi nameyekê bang li Îspanyayê kirin ku rêzê ji mafên demokratîk re bigire. Parlementerên ku ji grûbên partiyên çep bigire heta partiyên rasta navendê ne, di nameya xwe de diyar kirin, nûnerên meşrû …
Bêtir »