Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan.

Hilbijêr wê dengên xwe ji bo parlamentoyên Ewrûpa, Belçîka, herêmî û şaredarîyan bi kar bînin.

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan.

Hilbijêr wê dengên xwe ji bo parlamentoyên Ewrûpa, Belçîka û herêmî bi kar bînin.

Hilbijartinên xwecîhî jî wê ligel van her sê hilbijartinan bên lidarxistin.

Welatî di van hilbijartinên di asta lokal de wê dengên xwe bidin namzetên şaredarîyan.

Belçîkî wê di hilbijartinê de 22 wekîl dişînin Parlamentoya Ewrûpayê.

Lêbelê bi hêsanî dikare bê gotin, hilbijartina herî girîng a Belçîkayê ya ji bo Parlamentoya Federal e.

Di dengdayînê de 150 wekîlên 11 milyon welatîyan temsîl bikin, tên hilbijartin.

Hêzên siyasî bi 76 wekîlan dikarin hikumeta federal ava bikin.

11 parêzgeh tevlî Herêma Paytext Brukselê jib o parlamentoya federal dengên xwe bidin.

Ji bo her parêzgehî li gorî nifûsê hejmareke wekîlan hatine dîyarkirin.

Bo nimûne, Antwerpen 24 wekîl lê parêzgeha Luxembourgê 4 wekîl hildibijêre.

Hilbijartinên herêmî

Hilbijartinên herêmî wê li herêmên Flander, Walonya, Bruksel û herêma almanîaxêf bên

lidarxistin.Hilbijêrên li van her çar herêman wê dengên xwe ji bo namzetên parlamentoyên herêmî bi kar bînin.

Hilbijartinên herêmî wê li herêmên Flander, Walonya, Bruksel û herêma almanîaxêf bên lidarxistin.

Hilbijêrên li van her çar herêman wê dengên xwe ji bo namzetên parlamentoyên herêmî bi kar bînin.

Ji bilî her çar parlamentoyan, parlamentoyeke din jî ji welatîyên fransîaxêf tên hilbijartin.

Belçîka welatekî ji rojavayê Ewrûpayê ye. Welat bi sîstema federal tê birêvebirin. Nifûsa welêt 11.6 milyon e. /Wikipedia

Lêbelê ji bo vê parlamentoya dawî deng nayê bikaranîn.

Wekîlên parlamentoyên Walonya û wekîlên fransîaxêf ên Brukselê di bin banê Parlamentoya Walonya-Brukselê de tên cem hev.

——————————–

Foto: Ala Belçîkayê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha …