Belfast Polîtîkaya Zimanê Îrlandî erê kir

Meclîsa Beledîyeya Bajarê Belfastê, piştî heşt mehên alozîya li ser mijarê Polîtîkaya Ziman a Îrlandî erê kir. Ji niha û pê ve îrlandî ligel îngilîzî dibe zimanê fermî yê beledîyeyê û ji bo avahîyên xizmetê yên beledîyeyê tabelayên duzimanî tên amadekirin. Herwiha, Beledîyeya Belfastê wê ji bo polîtîkaya nû 1.9 milyon pound fon veqtîne.

Polîtîkaya Ziman a Îrlandî ya ji bo Belfastê ji alîyê beledîyeya bajêr ve hat erêkirin. Bi vê encamê, alozîya ku heşt meh in dom dike bi dawî bû û rêya zêdetir derketina pêş ya îrlandî (galîkî) li Belfastê hat vekirin.

Polîtîkaya ji bo îrlandî di cotmeha 2025an de ji alîyê piranîya endamên meclîsa beledîyeyê ve hatibû qebûlkirin. Di çarvoveya vê polîtîkayê de beledîye wê xizmetên bi îrlandî ku piranî ji ragihandin û cîgirtina wê ya di tabelayan pêk tê, pêş bixe. Herwiha, wê li ser tabelayên avahîyên beledîyeyê êdî zimanê îrlandî jî bê nivîsandin.

Piştî qebûlkirina van tedbîrên ji bo zimanê îrlandî, partîyên alîgirîya Brîtanyayê dikin ji bo derenxistina cîbicîkirinê îhtîraz kiribûn. Loma dadgehê heta biryarê bide cîbicîkirina polîtîka ziman dabû dabû sekinandin. Dadgeha li Belfastê di nîsanê de îhtirazê red kiribû û dîyar kiribû ku di prosedûra biryargirtina meclîsa beledîyeyê de problem tune ye.

Bi dûv vê geşedanê re, serokê eclîsa beledîyeyê John Walsh di civîna berfireh a 1ê hezîranê de belgeya polîtîkaya zimana ji bo îrlandî erê kir. Ev jî rê li ber cîbicîkirina polîtîkaya ziman vedike.

Naveroka polîtîkaya ziman 

Tedbîrên sereke yên polîtîkaya ziman îrlandî ev in:

  • Îrlandî wê di hemû xizmetên meclîsa şaredarîyê de zêdetir bê bikaranîn.
  • Tabelayên duzimanî (îngilîzî-îrlandî) ji bo hemû avhîyên beledîyeyê bên amadkirin.
  • Kesên bi îrlandî diaxivin wê zêdetir bikaribin tevlî xebatên beledîyeyê bibin.
  • 9 mîlyon pound wê ji bo cîbicîkirina polîtîkaya ziman bê veqetandin.
  • Îrlandî wê bibe zimanekî fermî yê xebata beledîyeyê.
    Zanîna zimanê îrlandî li Bakurê Îrlandayê/Nexşe: NISRA

Îrlandî di xetereyê de ye

Îrlanda welatekî parçebûyî ye ku ligel Komara Îrlandê ye, parçeyeke wê ya bi navê Bakurê Îrlandayê di bin kontrola Brîtanyayê de ye. Bakurê Îrlandayê herêmeke otonom e û nifûsa herêmê nêzîkî 2 milyonî ye. Lêbelê bi tenê ji % 3.7 ya civakê li herêmê bi zimanê îrlandî diaxivin.

Li aliyekî din, ji 1937an û vir ve îrlandî zimanê fermî yê Îrlandaya serbixwe ye lê digel vê jî li vî welatî ziman di xetereyê de ye. Di nava 5 milyon nifûsa Îrlandayê de li derdora 50 hezar kes bi zimanê îrlandî diaxivin. UNESCO ji ber vê rewşê îrlandî wekî zimanêkî di xetereyê de qebûl dike.

Foto: Avahîya Meclîsa Beledîyeya Belfastê/Macnolete, CC BY 2.0 

To read the news in English please click on this link

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Pîrozbahîya mezin a ji bo çand û zimanê Mallorcayê

Di roja sirûda Mallorcayê de li giravê çalakîyên girseyî hatin lidarxistin. Di bernameyan de nasnameya …