PNV û EH Bildu li Welatê Baskê bi ser ketin

PNV-EAJ (Partiya Neteweperest a Bask) di hilbijartinê de piranîya dengan bi dest xist û bû xwedîyê 27 kursîyên Parlamentoya Baskê.

EH Bildu li parêzgehên Gipuzkoa û Arabayê (Alava) bi ser ket û hejmara kursîyên xwe yên di  parlamentoyê de 6 zêde kirin.

Li Welatê Baskê duh hilbijartina herêmî hat lidarxistin.

PNV-EAJ (Partiya Neteweperest a Bask) di hilbijartinê de piranîya dengan bi dest xist û bû xwedîyê 27 kursîyên Parlamentoya Baskê.

Serkeftina sîyasî ya PNVê bi dengên parêzgeha Bizkaiayê (% 40) pêk hat.

Tevî serkeftina vê partîya ku demeke dirêje li ser kar e, serfirazîya EH Bildu ya di hilbijartinê de balê kişand ser xwe.

EH Bildu li parêzgehên Gipuzkoa û Arabayê (Alava) bi ser ket û hejmara kursîyên xwe yên di  parlamentoyê de 6 zêde kirin.

Bi vê encamê, hejmara kursîyên vê partiyê gihîştin 27an.

Partîya Sosyalîst a Baskê ku baskê siyasî yê PSOEyê yê, bi 12 wekîlan bû partîya sêyemîn serfiraz a hilbijartinê.

Berîya hilbijartinê PNV-EAJê ragihandibû, eger ew bi ser bikeve wê bi Sosyalîstan re hukumeta herêmî ava bike.

Welatê Baskê ji 3 herêmên ku wekî “Juntas Generales” tê pênasekirin, pêk tê.

Her sê herêm digel cudahîyên xwe yên nifûsê, hejmareka wekî hev wekîlan dişînin Parlamentoya Baskê.

EH BILDU partîyeka çawa ye?

Partî di sala 2011an de ku ETA dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anî, hat damezrandin.

Partî wekî sîwaneke polîtîk a komên nêzîkî ETAyê ne dikare bê pênasekirin û lewma jî wekî nûnerê xeta vê rêxistinê tê qebûlkirin.

EH Bildu (Euskal Herria Bildu) partîyeka çepgir e ku serxwebûna Welatê Baskê daxwaz dike.

Partî di sala 2011an de ku ETA dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anî, hat damezrandin.

Partî wekî sîwaneke polîtîk a komên nêzîkî ETAyê ne dikare bê pênasekirin û lewma jî wekî nûnerê xeta vê rêxistinê tê qebûlkirin.

EH Bildu nêzîkî 300.000 dengan wergirt û bi 29 ji % dengan di Parlamentoya Gipuzkoayê de bû hêza siyasî ya yekemîn.

Hejmara wekîlên partîyan a Parlamentoya Baskê/X.com

EH Bildu bi awayekî aktîf di nava ciwanan de xebatê dimeşîne û di demên dawî de ligel Herêma Otonom a Baskê li herêma Navarrayê jî bingeha xwe berfireh dike.

Navarra herêmeke otonom a Îspanyayê ye û di dîrokê deparçeyeka Baskê bûye .

———————————

Foto: Namzetê PNVê yê ji bo serokatîya Welatê Baskê Imanol Pradales /Naiz.info

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …