Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama serhildanê de Yûnanistan di 1829an de serxwebûna xwe bi dest xist.
25ê adarê salvegera rizgariya Yûnanistanê ya ji serdestiya Împaratorîya Osmanî ye. Gelê yûnan di vê rojê de 25ê adara 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama şer berdêlên giran de Yûnanîsyan di 1829an de serxwebûna xwe bi dest xist. Vê serhildanê di dîroka yûnan de wekî Eleniki Epanastasi (Şoreşa Yûnan) tê pênasekirin.
Yûnanistan welatê yekemîn e ku ji bin serdestiya osmanî derket û bi vî awayî bû mînak ji bo gelên din ên bindest ên ên li Balkanan. Xebatên rêxistinkirina şerê serxwebûnê di 1814’an de bi damezrandina rêxistina bi navê Filiki Eteria (Komeleya Hevaltiyê) dest pê kir. Ev rêxistina îlegal dixwest li herêma Pelopones a li başûrê Yûnanistan, li Prensiyên Tûnayê yên xweser û li Stenbolê serhildaneke berfireh birêxistin bike. Rêxistin dixwest bi rizgarkirina hemû erdên yûnan li dijîn carek din dewleta Bîzans vejîne û Stenbol bike paytexta wê. Di pêvajoya dirêj a serhildanê de aliyê neteweyî yê serhildanê bêtir derket pêş û armanca damezrandina împaratoriyeka li ser bingeha ortodoksiyê paş ve çû.
Filika Eteria plan kiribû kudi 25ê Adarê de ku cejna xrîstiyanên ortodoks bû serhildanê bide destpêkirin. Ji ber ku ev agahî ketibû destê rêvebiriya Osmanî, rêxistin mecbûr ma ku serhildanê di di 21’ê Sibatê de bide destpêkirin. Alexander Ypsalintis ê serokê Filiki Eteria di Nîsana 1820’an de tevlî hêzekê çemê Prûtê derbas kir û ket nava erdên Prensiyên Tûnayê. Wî dixwest hemû gelên xrîstiyan ên li Balkanan destekê bidin serhildanê û osmanî ji Balkanan biqewirînin. Mixabin serhildan bi tenê li derdora çemê Tûnayê pêk hat û bi lez ji aliyê hêzên dagirker ên osmanî hat hilweşandin.
Rizgarkirina Peloponesê
Paşê, serhildan belavî başûr bû li wir berxwedan bi serfirazî hat birêxistinkirin. Pelopones ji berê de herêmeke serhildêr bû û tu caran bi dagirkeran re li hev nekiribû. Dema agahiya serhildana li Tûnayê gihîşt herêmê, hêzên welatparêz ên yewnan di bin fermandariya Maniots de serî hildan. Di hin çavkaniyên dîrokî de tên gotin ku Metropolîtan Germanos ê Patrasê di 25’ê Adarê de ala serhildanê tevlî xaçê li ser Manastira Agia Lavrayê çik kiriye û bi vî awayî serhildan dest pê kiriye. Pişt re serhildana yewnan belavî Makedonya, Tesalya û girava Gîrîtê bû. Li aliyekî din, hêza deryayî ya serhildêran li Deryaya Egeyê hêzên osmanî têk birin û nehiştin biçin hawara artêşa Osmanî.
Desteka hêzên cîhanî
Piştî têkçûna xwe ya li hember serhildêran, osmanî ji Mehmed Alî Paşayê Misrê alîkarî xwestin û bi hatina hêzên Paşayê Misrê piraniya erdên rizgarkirî yên Peloponesê carek din ket bin kontrola osmaniyan. Keleya Missolongî piştî berxwedaneke mezin ku salekê dom kir, di 1826an de ket destê osmaniyan. Piştî van bûyeran, Rûsya, Brîtanya û Fransa û ku sê mezin ên Ewrûpayê bûn biryar dan ku midaxeleyê pevçûna Yûnan-Osmanî bikin. Her sê dewlet hêzên xwe yên deryayî şandin herêma serhildêr a Morayê û li Navarîno hêzên deryayî yên hevbêş ên Osmanî-Misrî têk birin. Hêzeke fransî ya li Morayê di 1828an de mecbûr hişt ku misrî paşve vekişin û di encama vê de garnîzona osmanî ya li Peloponesê teslîm bû. Ev pêşveçûn riya serxwebûna Yûnanistanê heta dawiyê vekir û serxwebûna vî welatî kir realîteyek.
Bi Protokola Londonê ya di Sibata 1830’an Yûnanistan wekî dewleteke serbixwe hat naskirin. Di Konferansa Londonê ya 1832an û Peymana Stenbolê ya di heman salê de, sînorên dawî yên dewleta nû hatin diyarkirin. Di encama van hevdîtinan de Prens Ottoyê ji Baweryaya Almanyayê bû rêvebirê yekemîn ê Qraltiya Yûnanistanê.
Foto: Wêneyekî ku li ser serhildana yûnan hatîye çêkirin/Ertnews
Nivîs ji hejmara 5. a Kurdistanê hatîye wergirtin
Infowelat