Tîmora Rojhilat bi berdêlên giran gihîşt serxwebûnê

Nifûs: 1.167,242 (2015)

Berfirehbûn: 15,410 km2

Paytext: Dili

Zimanên fermî: Portekîzî, tetûm

Serxwebûn: 2002

Yek rastiyek ku li ser serfiraziya têkoşîna ji bo serxwebûnê tesîr kiriye bê guman karên di qada dîplomasiyê de hatine kirin e. Tê qebûlkirin ku dewleteke wekî Endonezyayê mezin ê xwedî artêşek xurt ne di encama şerê çekdarî de lê bi giranî bi hewldanên serfiraz ên dîplomasiyê hatiye têkbirin.

Tîmor giraveke li başûrê rojhilatê Asyayê ye ku li rojhilata Endonezyayê û li bakurê peravên Awistralyayê cî digire. Girav di nîvê sedsala 16’an de dibe koloniyek Portekîzê û paşê bi hatina holandiyan di  1859’an de di navbera her du hêzên kolonyalîst de tê parvekirin. Rojavayê giravê dikeve destên Holandayê û serdestiya Portekîzê li rojhilat didome. Ji ber berxwedana tîmoriyan, hebûna herêmên çiyayî, hebûna terîqa Domînîken û êrîşên holandiyan, kontrola rêvebiriya Portekîzê bi paytext Dîlî û derdora wê ve hatiye bisînorkirin. Piştî dagirkirineke kurt a  giravê ji aliyê hêzên japon a di Şerê Cîhanê yê II’emîn de carek din rojhilat dikeve destê Portekîzê. Lê ji ber berxwedana tîmoriyan ligel hêzên hevpeyvan, artêşa japon di şer de gelek gundên Tîmorê dişewitîne û di navbera 40 û 70 hezarî de tîmorî tên kuştin.

Di 1955’an de Portekîz koloniya Tîmora Rojhilat (Tîmor Leste) vediguherîne Parêzgeha Deryayî ku otorîteya wê di destên waliyê portekîzê û meclîsek herêmî de ye. Ligel van her du otorîteyan, tesîra serekeşîrên bi navê liurai jî li her aliyê Tîmorê didome. Ji dema destpêka kolonîzasyona giravê,  Portekîz pir guh nade hewcedariyên civakê û Tîmora Rojhilat dibe yek ji welatê li herêmê ku herî zêde di warê perwerdeyê, xizmetên tenduristiyê û aboriyê de li paş dimîne.

Pêvajoya dekolonîzasyonê

Piştî Şoreşa 1974’an a Portekîzê, aliyên serxwebûnxwaz ên Tîmorê ketin nava tevgerê. Lê di heman salê de Lîzbon waliyek din ku wê bibûna waliyê dawiyê şand giravê. Walî bi biryarnameyek partiyên siyasî yên Tîmora Rojhilat serbest kir û ji bo pêkhatina Meclîsa Damezrîner di 1975’an de hilbijartin hatin lidarxistin. FRETILIN û UDT di encamên hilbijartinê de bûn du partiyên serkeftî ên serxwebûnxwaz.

Piştî hilbijartinê, Endonezya ji bo tifaqa partiyên tîmorî xera bike ket nav tevgerê û di encama hewldanên wê de koalîsyona di navbera her du partiyên mezin ên T. Rojhilat de bi dawî bû. Di vê pêvajoyê de UDT’ya ku ji ber popularîteya FRETILIN (Eniya Şoreşger a ji bo Tîmora Rojilat a Serbixwe) a di nava civakê de aciz bûbû, li hember rêvebiriya T. Rojhilat derbeyek leşkerî pêk anî. Lê vê hewldanê bi hevkariya hêzên portekîzî û FRETILIN de hat bidawîkirin.

Yek ji serokê FRETILIN Jose Ramos Horta di 1976’an de li Holandayê di daxwiyaniyek çapemeniyê de

Di 28 Adara 1975’an de FRETILIN bi danezanek bi awayekî yekalî serxwebûna Komara Demokratîk a Tîmora Rojhilat îlan kir. Portekîz û her du welatên cîran Endonezya û Awistralya li hember serxwebûnê derketin. 6 dewletên ku ji aliyê partiyên Marxist-Lenînîst ve dihatin rêvebirin ku 5 ji wan koloniyên kevn ên Portekîzê bûn, (Albanya, Cape-Verde, Gîne, Gîne-Bîsaû, Mozambîk, Sao-Tome û Prînsîpe) serxwebûna komara nû naskirin.

Dagirkirina Endonezyayê û şerê rizgariyê

Bi tenê neh roj piştî danezana serxwebûnê, hêzên Endonezyayê li ber çavên hemû welatên cîhanê ketin rojhilata giravê. Artêşa dagirker ji hewayê û ji deryayê operasyoneke berfireh da destpêkirin û di demeke kurt de hemû navendên li rojhilat dagir kirin. Di navbera çend mehan de hejmara hêzên dagirker ên li rojilat derket 35,000’î. Berevajiya rêvebiriya kolonyal a Portekîzê, Endonezya rêvebiriyek navendî ya rasterast girêdayê xwe damezrand. Apodetî û UDT ku her du jî hêzên T.Rojhilat bûn bi dagirkeran re hevkariyê kirin û di Hikumeta Demborî ya Tîmora Rojhilat de ciyê xwe girtin.  

Meclîsa Gel a Dîlîyê ku ji aliyê dagirkerên nû ve hatibû pêkanîn, di 1976’an de bi Qanûna Entegrasyonê T. Rojhilat tevli Endonezyayê kir. T. Rojhilat bi vê qanûnê bûbû parêzgeha 27’emîn a Endonezyayê. Lê ne Portekîz û ne jî hêz û rêxistinên navneteweyî dagirkirin û tevlîkirina T. Rojhilat bi Endonezyayê re nas kirin.

Di 12 Qanûna Paşî 1975’an de Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi biryara xwe bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir ku ji bo parastina yekitiya erda Tîmora Portekîzê û mafê self-determînasyonê ya gelê wê tedbîrên pêwîst bigire. Ligel vê jî, welatên Rojava desteka xwe ya leşkerî û firotina çekan a ji bo Endonezyayê domandin. Tê ragihandin ku DYA di dema pêvajoya dagirkirin û pevçûnê de ji % 90’ê çekên artêşa dagirker peyde kiriye.

Ragihandina serxwebûnê ya ji aliyê serokatiya FRETILIN ve – 1975

Bi armanca rizgariya welat, baskê leşkerî ya FRETILIN a bi navê FALINTIL (Hêzên Çekdarî ya Rizgariya Tîmora Rojhilat) li hember dagirkeran dest bi şerê gerîla kir. Di heman demê de li derveyê welat jî ji bo xebata dîplomasiyê Eniya Dîplomasiyê hat damezrandin. Paşê, di bin rêvebiriya Xanana Gusmao de polîtîkaya yekitiya neteweyî hat meşandin. Bi vê armancê ligel yekitiya hêzên tîmorî, bi riya nepolîtîzekirina hêzên leşkerî hat xwestin ku bingeha berxwedanê bê firehkirin. Di heman demê de CRRN (Konseya Berxwedana Neteweyî) hat guherandin û di dewsa wê de CNRT (Konseya Neteweyî ya Berxwedana Tîmorê) hat damezrandin.

Di çend salên destpêkê de hêzên FALINTIL serfiraziyek berbiçav bi dest xistin û li hin aliyên giravê herêmên rizgazkirî derketin holê. Piştî demekê, ji ber êrîşên giran ên hêzên dagirker, FALINTIL ji gelek herêman paş ve kişiya. Hêzên dagirker ji bo têkşikandina civaka destekê dide FRETILIN dora hemû giravê girtin bin ablûkayek deryayî û di encam de bûn sebeba berdêlên giran. Tê texmînkirin ku di navbera pêvajoya şer a 1974-1999’an de 18,600 kes hatine kuştin lê 84,200 kes ji ber birçîbûn û nexweşiyê mirine. Li gorî çavkaniyên hikumeta Tîmora Rojhilat li derdora 250,000 tîmorî di dema pêvajoya dagirkirina Endonezyayê de mirine. Ev jî dike ji sêyan yek hemû nifûsa Tîmora Rojhilat.

Referendûm û serxwebûn

Piştî dagirkirinê, di heman salê de Tevgera Piştgiriyê ya Tîmora Rojhilat hat damezrandin. Dêra katolîk a li rojhilat, komên mafên mirov û parazvanên aştiyê tevlî vê tevgerê bûn. Tevger di demeke kurt de li gelek aliyê cîhanê hat naskirin û bi taybetî li Portekîz, Awistralya, Fîlîpîn, koloniyên kevn ên Portekîzê yên li Afrîkayê, DYA, Kanada û Ewrûpayê çalakiyên pir xurt li dar xistn.

Bi taybetî rola Dêra Katolîk a Tîmorê di tevgera piştgiriyê de gelek girîng tê hesibandin. Beriya dagirkirina Endonezyayê, li Tîmora Rojilat ji % 25’ê gel katolîk bû lê vê hejmarê di 20 salên piştî dagirkirinê de derket ji % 95.

Yek ji bûyera ku serxwebûna T. Rojilat nêzîk kiriye Qirkirina Dîlîyê ye ku  ji aliyê hêzên dagirker hatibû kirin e. Di 12’yê Qanûna Pêşîn 1991’an de hêzên endonezî bi hovane êrîşî xwepêşandanek aştîxwaz a tîmoriyan kirin û 250 çalakgeran kuştin. Ev bûyer di warê desteka navneteweyî ya ji bo şoreşa tîmorê guherandinek pir mezin bi xwe re anî. Ji ber gurbûna çalakiyên li dijî vê bûyerê û xurtbûna desteka ji bo serxwebûna T.Rojhilat, di 1999’an de DYA û Awistralya firotina çekan a ji  Endonezyayê re sekinandin.

Ji ber zextên qada navneteweyî, Endonezya mecbûr hat hiştin ku li T. Rojhilat referandûmek ji bo serxwebûnê li dar bixe. Di 30’ê Tebaxa 1999’an de referandûm hat lidarxistin û ji % 78.5’ê tîmoriyên rojhilat ji bo serxwebûnê dengên xwe bi kar anîn. Endonezya dixwest bi vê referandûmê Herêma Xweser a Taybet a Tîmora Rojhilat damezrîne û hebûna xwe ya li herêmê dom bike.

Hêzên Endonezyayê û hevkarên tîmorî yên girêdayî wê, rêzê ji encamên referandûmê re negirtin û li her aliyê T. Rojhilat dest bi êrîşan û talanê kirin. Lê vê carê hêzên mezin ên cîhanê midaxale kirin û bi riya NY’yê, li ser navê INTERFET’ê (Hêza Navneteweyî ya Tîmora Rojhilat) ku ji 9.900 leşkeran pêk dihat, şandin welat.

NY di 1999’an de li welat Rêvebiriya Demborî ya Neteweyên Yekbûyî ya Tîmora Rojhilat (UNTAET) damezrand. Piştî hilbijartina 2001’an a ji bo meclîsa damezrîner  destûreke bingehîn hat nivîsandin û di 2002’an de T. Rojhilat bû welatek serbixwe. Xanana Gusmao ku di hemû pêvajoya şer de serokê şoreşê bû, bû serokê nû yê dewleta bû.

Serokê T. Rojhilat a serbixwe
Xanana Gusmão – 2003


Hin faktorên ji bo serfiraziya têkoşînê

Yek rastiyek ku li ser serfiraziya têkoşîna ji bo serxwebûnê tesîr kiriye bê guman karên di qada dîplomasiyê de hatine kirin e. Tê qebûlkirin ku dewleteke wekî Endonezyayê mezin ê xwedî artêşek xurt ne di encama şerê çekdarî de lê bi giranî bi hewldanên serfiraz ên dîplomasiyê hatiye têkbirin. Serokatiya şoreşa Tîmora Rojhilat bi serfriazî şerê çekdarî û dîplomasiyê bi hev re meşandiye û ji pêvajoya dekolonîzasyonê ya ku di salên 1970’an de derketiye asta herî bilind sûd wergirtiye.

Li aliyekî din, di serxwebûna welat de rola Mozambîkê jî divê neyê jibîrkirin. Mozambîk jî wekî T. Rojhilat koloniyek Portekîzê bû û beriya Tîmorê serxwebûna xwe bi dest xistibû. Rêvebiriya kolonyal a li Tîmorê ji mêj ve têkoşerên tîmorî dişandin Mozambîkê sirgûnê. Serokên şoreşa tîmorê bi salan li vî welatî man û bi têkoşerên rizgariya Mozambîkê re dostaniyek xurt damezrandin. Piştî serxwebûnê, Mozambîq deriyên xwe bi dilxweşî ji bo rêvebiriya FRETILIN re vekir û di her warî de destekek xurt da doza wan ê serxwebûnê.

Yek ji kesê herî zêde ji bo serxwebûnê xebat kiribû bê guman serokê şoreşê Xanana Gusmão bû. Dema ku Gusmao di 1992’an de ji aliyê Endonezyayê ve hat girtin, wekî Nelson Mandela hat binavkirin. Gusmao bi serfirazî rêbertiya xwe di girtîgehê de jî domand û li dora navê wî gelek dilxwazên serxwebûnê gihiştin hev. Di hilbijartina 2001’an de Xanana Gusmao partiyek nû a bi navê Kongreya Neteweyî ya ji bo Jinûveavakirina Tîmorê (CNRT) damezrand û bû serokê welat. Di 2015’an de Gusmao wekî serokwezîr dev ji îktîdarê berda.

Çavkanî:

Government of Timor-Leste

Why East Timor would not be free without Mozambique, asiabyafrica, January 24, 2019

Wikipedia

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …