Protestoyên li hemberê Roja Awustralyayê

Di Roja Awustralyayê de protestoyên girseyî hatin lidarxistin.

Bajarê Melbourne, Sydney û Brisbane sê navendên mezin ên çalakiyan bûn.

Çalakger ji hukumetê daxwaz kirin, Roja Awustralyayê wekî Roja Dagirkirinê bê qebûlkirin.

Pêla li hemberê dîroka kolonyalîzmê li Awustralyayê bilind dibe.

Di Roja Awustralyayê de protestoyên girseyî hatin lidarxistin.

Bajarê Melbourne, Sydney û Brisbane sê navendên mezin ên çalakiyan bûn.

Li hin deveran çûnûhatina bejahî û xizmetên tramwayê bi saetan hatin betalkirin.

Çalakger ji hukumetê daxwaz kirin, Roja Awustralyayê wekî Roja Dagirkirinê bê qebûlkirin.

Li hin bajarên mezin sembolên dîroka mêtingeriyê rastî êrişê hatin.

Yek ji van, peykerê James Cook ê ya din peykerê Qralîçe Victoriayê yên Sydneyê  bûn.

Kaptan James Cook li ser navê Brîtanyayê, cara ewil Awustralyayê kifş kiribû.

Sala destpêka mêtingeriyê: 1788

Di 26ê kanûna paşîn a 1788’an de Brîtanya koloniya xwe ya ewil li Awustralyayê ava kiribû.

850 girtî li koloniya ku îro li dora wê bajarê Sydneyê hatiye avakirin, hatibûn bicîkirin.

Di 26ê kanûna paşîn a 1788’an de Brîtanya koloniya xwe ya ewil li Awustralyayê ava kiribû.

Brîtanya, li vê wargehê girtiyan bi cî kiribû û sîstemeke jidandî ya leşkerî xistibû meriyetê.

850 girtî li koloniya ku îro li dora wê bajarê Sydneyê hatiye avakirin, hatibûn bicîkirin.

Bi xurtbûna kontrola Brîtanyayê ya kampanyayeke komkujiyan li hember xweciyên aborîcîn hatibûn meşandin.

Bi vê polîtîkayê re aborîcîn hatibûn marjînalkirin û hêza wan a demografî hatibû kêmkirin.

Nifûsa Awustralyayê niha 26 mîlyon e û aborîcîn tevlî xweciyên Giravên Tengava Torresê bi tenê % 3.8ê nifûsa welêt pêk tînin.

Infowelat

———————

Foto: Yek ji çalakiya di 26ê kanûna paşîn de li Awustralyayê pêk hat/X.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …