Hevpeyvîn: Necat AYAZ Elhuyar di qadên cuda de xebatê dike. Îro êdî departmanteke me ya teknolojîya ziman jî heye ku wergera otomatîk û senteza teknolojîya deng û hin alavên din ên bikaranîn û hebûna baskî ne tenê di qada kar de lê di qadên din jî misoger dike, pêş dixe. …
Bêtir »Dewlet ji bo vejandina ziman pêwîst e
Di konteksta me de, divê em bêjin li Welatê Baskê em ne xwedî dewlet in. Loma jî em nikarin polîtîkaya ziman a ji bo vejîyandina zimanê xwe qasî ku pêwîst be pêş bixin. Em herdem girêdayî dewletên îspanyol û fransî ne. Zimanê me li ber zimanên hegemonîk zimanekî ne zêde giring …
Bêtir »Birêxistinkirina civakê ji bo parastina ziman ferz e
Wergera ji îngilîzî: Dr. Dilawer ZERAQ Ne tenê zanîna zimanan, divê em bikaranîna zimanan jî zêdetir bikin û ev yek ne tenê bi vîna mirovan çêdibe. Divê em qadên bikaranînê, qadên berxwarinê yên bi zimanê xwe ava bikin da ku li wan deran hemû çalakî karibin bi awayekî normal û …
Bêtir »Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive
Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha Gipuzkoayê ye ku nifûsa wê li derdora 20,000î ye. Bajarê Tolosa ya li Welatê Baskê gav bi gav zêdetir bi zimanê baskî diaxive. Niha % 53yê zimanê li kolanên bajêr tê axaftin baskî ye. Alîyê …
Bêtir »PNV û EH Bildu li Welatê Baskê bi ser ketin
PNV-EAJ (Partiya Neteweperest a Bask) di hilbijartinê de piranîya dengan bi dest xist û bû xwedîyê 27 kursîyên Parlamentoya Baskê. EH Bildu li parêzgehên Gipuzkoa û Arabayê (Alava) bi ser ket û hejmara kursîyên xwe yên di parlamentoyê de 6 zêde kirin. Li Welatê Baskê duh hilbijartina herêmî hat lidarxistin. …
Bêtir »Têkoşîna ziman stûna rizgarîya neteweyî ye
Hevpeyvîn: Necat Ayaz Paul Bilbao Sarria aktîvîstekî naskirî ye ku di 30 salên dawî de di qada zindîkirina zimanê baskî de xebatê kirîye. Ew yek ji beşdarê Sempozyûma Perwerdehîya Zimanê Dayikê bû ku di 2014an de li Amedê hat lidarxistin. Sarria ji deh salan zêdetir wekî Sekreterê Giştî yê Konseya …
Bêtir »Doktor bi zimanê baskî diaxivin
Rêjeya zanîna ziman di nava xebatkarên tenduristiyê de îsal gihîşt 51 ji %. Ev serfirazî bi saya polîtîkaya ziman a hukumetên Welatê Baskê hat bidestxistin. Di bîst salên dawî de ji bo xebatkarên tenduristiyê 58,631 kursên ziman hatine dayin. Zimanê baskî di xizmetên tenduristiyê de her ku diçe zêdetir tê …
Bêtir »Welatiyên Baskê daxwaza dibistana ziman kirin
Li Welatê Baskê ji bo avakirina dibistaneke Ikastola çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Ikastola cureyeke dibistanên seretayî û navîn in ku perwerde an bi tevahî an jî bi piranî bi zimanê Baskî tê kirin. Li Welatê Baskê alîgirên perwerdeya bi Baskê meşeke protestoyî lidarxistin. Navenda vê çalakiyê bajarokê Beskoitz ê li …
Bêtir »Li Welatê Baskê protestoya mezin a ji bo ziman
Li Welatê Baskê bi dehezaran kes ji bo parastina ziman meşiyan. Di meşê de cezayên dadgehan ên li hemberê pêşdebirina zimanê Baskî hat protestokirin. Tevgera civakî ya ziman di çalakiyê de peymaneke nû ya sosyo-polîtîk pêşniyaz kir. Li Welatê Baskê meşeke ji bo parastina ziman hat lidarxistin. Bajarê Bilbao ji …
Bêtir »Li Baskê serxwebûnxwaz bi ser ketin
Hilbijartinên 28’ê Gulanê li Welatê Baskê bi serkeftina partiyên netewperwer bi dawî bû. EH-Bildu di hilbijartinên belediyeyan de li seranserê Welatê Baskê 1050 kursiyên meclîsên belediyeyan bi dest xist. PNV di hilbijartinên belediyeyan de dengên xwe kêm kirin û bû xwediyê 981 kursiyên meclîsên bajaran. Di hilbijartinên ji bo her …
Bêtir »Li Welatê Baskê şoreşa ziman
Encamên Anketa Sosyolîngûîstîk a 2021’an a Welatê Baskê hate weşandin. Daneyên dawî nîşan didin, di 30 salên dawî de 261.000 kes fêrî zimanê Baskî bûne. Ev serfirazî li Welatê Baskê ji bo parastina ziman wekî şoreşekê tê qebûlkirin. Li Welatê Baskê polîtîkaya parastina ziman encamên serfiraz bi xwe re tîne. …
Bêtir »Li Welatê Baskê planên parastina ziman
Welatê Baskê ji bo parastina ziman planên ji bo sala 2023’an gotûbêj dike. Konseya ziman, di civînê de plana salane ya ji bo xurtkirina hebûna zimanê baskî ya di qadên jiyanê de pêşkêş kir. Welatê Baskê ji bo parastina ziman planên ji bo sala 2023’an gotûbêj dike. Bi vê armancê, …
Bêtir »Baska li Fransayê dike dibe xwediyê saziya xwe
Gelê Baskê yên li aliyê Fransayê dijîn dikin ku bibin xwediyê yekemîn saziyên xwe yên neteweyî. Waliyê (prefect) Pyrénées-Atlantiques a li başûrêrojavayê Fransayê pêşniyaz kir ku yekitiya şaredariyên baskî bê damezrandin. Eger şaredarî vê pêşniyazê qebûl bikin wê di 2017’an de saziya ji bo yekitiyê dest bi …
Bêtir »Zincîra ji mirovan a 123 km ya di navbera Durangoya li Herêma Xweser a Bask û Iruna/Pamplonaya li Herêma Xweser a Navarrayê. Ji 150 hezarî zêdetir welatiyên bask bi armanca destekirina “mafê diyarkirina qederê” beşdarê vê çalakiyê bûn.
Di hilbijartina Fransayê de namzetên herêmî pêş ketin
Di hilbijartinên lokal ên li Fransayê namzetên neteweperest ên herêmparêz û serxwebûnparêz encamên balkêş girtin. Di tûra yekemîn a hilbijartinên ku di 23’ê mehê de hatin lidarxistin de encamên ku partiyên Korsîka, Baskê û Kaledonyaya Nû balê kişand. Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 30’yê Adarê de bê …
Bêtir »Li Baskê meşa girseyî ya ji bo aştiyê
Li Welatê Bask ê li Spanyayê ji bo aştiyê meşeke girseyî hat lidarxistin. 130,000 kesên ku alîgirên hêzên siyasî yên cûrbecûr bûn, beşdarê meşê bûn. Meşa ku bi beşdariya xwe ya xurt wekî “dîrokî” hat binavkirin, ji aliyê Partiya Neteweperest a Bask (PNV), Sortu, EA, Aralar, ELA û …
Bêtir »Bask “modela skotlandê” dixwaze
Serokê Baskê Inigo Urkullu da xuyakirin ku ew dixwaze referandûma li ser statûya polîtîk a nû di dema îktîdara xwe de li dar bixe. Urkullu diyar kir ku ew dixwaze di vî warî de “modela Skotlandê” ji xwe re mînak bigirin. Serokê Herêma Xweser a Baskê ji Radyoya Baskê re …
Bêtir »