Statuyeke nû an otonomîya kevn? Nîqaşa konfederalîzmê li Welatê Baskê

Li Îspanyayê nîqaşên li ser nûkirina Statuya Otonomiyê ya Welatê Baskê careke din dikeve rojeva sereke. Partiyên baskî (PNV û EH Bildu) daxwazê dikin ku têkiliya bi Madrîdê re li ser bingeha konfederalîzmê ji nû ve bê sazkirin û gelê baskî wekî “netewe” bê naskirin. Ev daxwaz ne nû ye: di salên 2000î de lehendakarî (serokê Welatê Baskê) Juan José Ibarretxe pêşniyaza “libre asociación” (pêwendiya azad) pêşkêş kiribû.

Di hefteyên dawî de, li Îspanyayê mijara nûkirina Statuya Otonomiyê ya Welatê Baskê careke din bûye yek ji xalên sereke yên gotûbêjên siyasî. Partiyên serxwebûnxwaz ên baskî – bi taybetî Partiya Neteweperwer a Baskê (PNV) û EH Bildu – daxwaz dikin ku di çarçoveya mafên otonomiyê de erkên welêt bên berfirehkirin û pêwendiyeke nû di navbera Madrîd û Herêma Otonom a Baskê de ava bibe. Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, ji bo ku piştgiriya van partiyan li parlamentoyê biparêze, nûkirina statuya otonomiyê wekî kozeke sîyasî dibîne.

Li gorî nirxandinên medyaya herêmî yên wekî El Diario Vasco, nîqaşên li ser “Statuya Nû” di navbera PNV, PSE-EE û EH Bildu de bi awayekî veşartî berdewam dikin. PNV û EH Bildu dixwazin ku çarçoveya otonomiyê bê derbaskirin û têkiliyeke dualî ya wekî konfederal ku li ser bingeha otonomiya berfireh a baskî ava bibe, were pejirandin. Li aliyekî din, milê Welatê Baskê sosyalîstan PSE-EE taybetiya Concierto Económico qebûl dike, lê naxwaze heman mantiq di qada sîyasî de jî bê cîbicîkirin.

Tevî van daxwazan, partiyên baskî balê dikişînin ser vê yekê ku gelek xalên Statuya Guernicayê (Estatuto de Gernika) ya sala 1979an hîn jî nehatine cîbicîkirin. Pênaseya “netewe” ya gelê baskî, mafê self-determînasyonê, kontrola li ser pergala teqawidîyê û îdarekirina bendergeh û balafirgehan çend mijarên sereke yên gotûbêjên îro ne. Rewşa heyî vê pirsê derdixe holê: Gelo ev nîqaş tenê reformeke teknîkî ye, an jî vegera ber bi projeyeke dîrokî ye ku di destpêka salên 2000î de bi navê Planê Ibarretxe hatibû pêşkêşkirin?

Statuya heyî û Concierto Económico

Welatê Baskê (Euskadi), ku li bakurê Îspanyayê cih digire, xwedî dîrok, çand û zimanekî cuda ye. Ji sala 1979an û vir ve herêm bi Statuya Guernicayê bi rengekî otonom tê birêvebirin. Ev statu ji aliyê qanûnî ve asteke bilind a autonomiyê dide herêmê. Yek ji taybetiyên herî girîng ên vê otonomiyê sîstema fînansî û bacê ye ku bi navê “Concierto Económico” tê nasîn. Di vê sîstemê de, rêveberiya herêmî bi xwe bacan dicivîne û tenê mîqtareke diyarkirî ji bo xizmetên navendî dide hikumeta Îspanyayê.

Her wiha, herêm xwedî departmana polîsan (Ertzaintza), sîstema perwerdehiyê, saziyên tenduristiyê û zimanê xwe yê fermî ye. Ev asta bilind a otonomiyê ji aliyê gelek çavdêran ve wekî yek ji modelên herî pêşketî yên otonomiyê li Ewrûpayê tê dîtin. Lê ji bo neteweperwerên baskî, ev hîn jî têr nake. Neteweperwer dibêjin ku Statuya Guernicayê tenê qonaxeke veguhêz bû û divê têkiliya bi dewleta navendî re ji nû ve li ser bingeha wekheviyê û naskirina neteweyî bê sazkirin.

Planê Ibarretxe: Pêşniyaza “libre asociación”

Di sala 2002an de, lehendakarî (serokê hikûmeta baskî) Juan José Ibarretxe, ku ji Partiya Neteweperwer a Baskê (PNV) bû, reformeke balkêş ragihand. Ev pêşniyaz, ku bi navê “Propuesta de Estatuto Político de la Comunidad de Euskadi” an jî bi kurtasî Plana Ibarretxe tê naskirin, di 25ê çiriya paşîn 2003an de bi fermî hate pêşkêşkirin. Armanca sereke ew bû ku Welatê Baskê ji civakeke otonom derbasî rewşeke “libremente asociada” (bi awayekî azad bi hev re girêdayî) bi dewleta îspanyolî re bibe.

Yekemîn, gelê baskî wekî gelekî Ewrûpayê xwedî nasnameya xwe tê naskirin. Duyemîn, mafê self-determînasyonê tê pejirandin: anku gelê baskî bi xwe, bi rêya demokratîk, siberoja xwe diyar dike. Sêyemîn, Euskal Herria ne tenê Herêma Otonom a Baskê ye. Ew heft herêm in ku di nava du dewletan — Îspanya û Fransa — û sê çarçoveyên qanûnî de belav bûne: Euskadi (parêzgehên Araba, Bizkaia, Gipuzkoa), Navarra û Iparralde (bakurê Baskê yê li Fransayê). Li gorî planê, biryarên welatiyên her yekê ji van herêman divê ji aliyê yên din û gelên din ên Ewrûpayê ve bên rêzgirtin. Yekitî nayê ferzkirin; lê heke gelên wan herêman bixwazin, derî ji bo têkilî û çarçoveyeke sîyasî ya hevbeş vekirî dimîne. Di metnê de, Civaka Euskadi wekî “Comunidad vasca libremente asociada al Estado español” dihat pênasekirin: civaka baskî ya ku bi awayekî azad bi dewleta îspanî ve girêdayî ye.

Ev model ji aliyê gelek analîstan ve wekî formeke modela konfederal hate şirovekirin. Sîyasetmedarên baskî di amadekirina vê reformê de statuya Porto Rîkoyê û têgihiştina “sovereignty-association” a Parti Québécois a Kanadayê mînak girtibûn. Di planê de, welatîbûna baskî û ya îspanyolî bi hev re dihatin naskirin; erkên berfireh (dadwerîya xweser, têkiliyên derve, referandum) dihatin pêşniyazkirin û derî ji bo têkiliyên bi Navarra û Iparralde re (ji bo yekitiya Welatê Baskê) vekirî dihat hiştin.

📌 Plana Ibarretxe di salên 2003-2005an de pêşniyaz dikir ku Welatê Baskê êdî ne tenê herêmeke otonom be. Li gorî planê, Euskadi dê bibe civakeke ku bi awayekî azad bi Îspanyayê ve girêdayî ye. Ev model ji aliyê gelek kesan ve wekî konfederalîzm an “pêwendiya azad” hat nirxandin.

Parlamentoya Baskê di 30ê kanûnan pêşîn 2004an de planê bi 39 dengan li hember 35an pejirand. Lê di 1ê sibata 2005an de, Parlamentoya Îspanyayê pêşniyazê red kir. PSOE û PP, her du partiyên sereke yên îspanî ragihandin ku plan sînorên Destûra Bingehîn a 1978an derbas dike û yekitiya dewletê dixe nava xeterê. Ibarretxe paşê hewildana referandumekê jî kir, lê ew jî bi rêya dadgehê hate astengkirin. Ibarretxe bi van gotinan reforma amade kiribû parast: «Ev ne pêşniyazeke ji bo qutbûnê bû; ew pêşniyazeke ji bo jiyana hevbeş bû. Lê ew li ser bingehê wekheviyê û mafê biryargirtinê ava bû.»

Meseleya kevn lê zimanê nû

Îro, piştî ETAyê û têkçûna prosesa referandûma serxwebûnxwaziya Katalonyayê, nîqaşên li ser “Statuya Nû” bi zimanekî hîn bêtir nerm tên meşandin. PNV êdî bi awayekî vekirî behsa “estado libre asociado” nake, lê daxwazên “dualîbûna bibandor”, “naskirina neteweyî” û “mafê biryargirtinê ya bi hev re” dike. EH Bildu carinan behsa modela konfederal dike û dibêje ku serxwebûn armanceke demdirêj e.

Di sala 2005an de, Planê Ibarretxe di nava aloziyeke bilind a polîtîk de hatibû pêşkêşkirin ku wê demê hîn ETA aktîf bû. Îro, hikumeta Sanchez ji ber arîtmetîka parlamentoyê destekê ji partiyên bask digire û loma jî nikare derî bi tevahî ji daxwazên baskîyan re bigire. Sanchez dikare nûkirina hin xalên statuyê an jî veguhestina erkên heta niha nehatibûn transferkirin pêşkêşî Baskê bike.

Lê belê, ji bo neteweperwerên baskî, pirsa bingehîn hîn jî wekî berê ye: Gelo têkiliya di navbera Euskadi û dewleta îspanî de dikare li ser bingeha wekheviyê û naskirina nasnameya neteweyî bê sazkirin, an jî wê ev têkilî her dem di çarçoveya statuya di bin sîwana destûra 1978an de bimîne?

Encam: Statuyeke nû an dîwarê kevn?

Nîqaşên li ser Statuya Nû ya Welatê Baskê ne tenê mijareke veguhestina erkan e lê belê di heman demê nîqaşeke li ser nasname, serwerî û modelê dewletê ye. Plana Ibarretxe ya sala 2004an hîn jî wekî referansekê di bîra kolektîf a sîyaseta baskî de dijî. Ew jî nîşan dide ku daxwaza “têkiliyeke nû” ne meseleyeke demî ye, lê beşek ji projeya siyasî ya neteweperweriya baskî ya demdirêj e.

Ji bo kesên bi mijarên otonomî, federalîzm û self-determînasyonê re eleqedar in, doza Welatê Baskê nîşan dide ku çawa daxwazên neteweyî dikarin di nav sîstemeke demokratîk de, bêyî şer û pevçûnan bên kirin. Lê di heman demê de vê mînakê, sînorên ku destûra bingehîn û balansa hêzê a bi dehan sal in hatiye sazkirin diyar kirine, nîşan dide. Di nava demê de wê zelal bibe ku ka wê Welatê Baskê bibe xwedî “Statuya Nû” an jî wê vê daxwazê li dîwarê Destûra Bingehîn a Îspanyayê bikeve?

Fotoyê sereke.: Ala Welatê Baskê 

📌 Ev nivîs di hejmara 51ê ya e-kovara Kurdistanê de hatiye weşandin.

Ji bo daxistina PDFa kovarê, hûn dikarin serdana vê lînkê bikin:


infowelat.com/bulten

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Paradîgmaya nû ya hebûnê: Otonomî, federalîzm û parastina ziman

Di vê dema ku modela netew-dewleta navendîparêz di nava krîzên aborî û çandî de ye …