Ji bo zimanê baskî piştgiriya civakî mezin dibe

Bi hezaran kes îro tevlî meşa ku ji aliyê Kontseilua ve li Pamplonayê (Iruñea) hat organîzekirin bûn. Çalakgeran di meşê de daxwaza piştgiriyeke xurtir ji bo zimanê baskî kirin. Beşdaran banga pêşxistina maf û polîtîkayê zimanî kirin da ku bikaranîna baskî di jiyana rojane de hêsantir bibe. Di çalakiyê de stratejîya “Têkoşîna Vejînê ya 2036an” derket pêş. Bi vê stratejîyê armanc ev e, di deh salan de 300 hezar axêverên nû yên baskî zêde bibin

Bi hezaran alîgirên zimanê baskî roja Şemiyê li Pamplonayê (Iruñea) tevlî meşa ji bo ziman bûn. Çalakgeran ji alîyê tevgera zimanê baskî Kontseiluayê ve hat birêxistin kirin. Beşdaran daxwaza tedbîrên bihêztir kirin ku rê bidin gel zimanê baskî di jiyana rojane de bi awayek xwezayîtir bi kar bînin. Daxwaz hat kirin ku divê welatî bêyî ku rastî astengiyan bê bikaribin  bi baskî bijîn, bixebitin, bixwînin û ji xizmetên giştî sûd werbigirin

Di meşê de mirovên ji nifş û herêmên cuda yên Welatê Baskê hatin cem hev. Organîzatoran gotin ku tevî pêşketinên di dehsalên dawî de hatine bidestxistin, gelek axêverên baskî hîn jî dema ku dixwazin zimanê xwe di rêveberiya giştî, perwerdehiyê, tenduristiyê û warên din ên jiyana rojane de bi kar bînin, bi zehmetiyan rû bi rû dimînin.

Axêverên di çalakiyê de girîngiya siyaseta zimanî ya bihêztir, nasîna fermî ya berfirehtir ji bo baskî û beşdariya domdar a civakê ji bo parastina siberoja zimanê baskî derxistin pêş. Çalakgeran bal kişandin ku berpirsiyariya parastin û pêşxistina zimanê baskî ne tenê li ser milê axêveran e, lê divê ji aliyê saziyên giştî û hikûmetan ve jî were piştgirîkirin.

Tevî ku beşdaran qebûl kirin ku zimanên kêmaran bi gelek dijwariyan rû bi rû ne jî, wan ji bo baskî peyameke hêvîdar dan. Wan hêza dibistanên bi zimanê baskî, rêxistinên çandî û inîsiyatîfên civakî wek nîşaneyên ku piştgiriya ji bo ziman hîn jî bihêz e, wekî mînak dan.

Meş bi bangeke ji bo çalakiyeke hevbeş bi dawî bû, da ku nifşên siberojê bikaribin zimanê baskî di hemû warên jiyanê de bi azadî û bawerî bi kar bînin. Pêşengên meşê gotin ku ji bo ew bikaribin bigihîjin vê armancê, divê piştgiriya siyasî, parastina qanûnî û tevlûbûna domdar a civakî li seranserê Welatê Baskê pêk were.

Tevgerê stratejîya xwe ragihandibû

Kontseilua her weha behsa stratejîya xwe ya nû ya zimanî kir ku bi navê “Têkoşîna Vejînê ya 2036an” di 27ê gulanê de hatibû eşkerekirin. Plan armanc dike ku di deh salên pêş de hejmara kesên bi zimanê baskî diaxivin 300 hezar zêde bibe. Stratejî bernameyên serkeftî yên vejandina zimanî ên li Welatê Galê û Katalonyayê ji xwe re mînak digire û dixwaze bikaranîna baskî bihêztir bike û  mezinbûna civaka baskîaxêv bileztir bike.

Li gorî raporên zimanî, niha her sal nêzîkî 15 hezar kesên ku baskî bi rengekî herikbar diaxivin zêde dibin. Bi vê stratejîya nû, Kontseilua hêvî dike ku ev hejmar du qat bibe û salane bigihîje 30 hezar axêverên nû. Kontseilua dibêje ji bo vê armancê pêwîstî bi desteka qada siyasî û firsendên berfirehtir ên ji bo ku gel bikaribin zimanê baskî di jiyana rojane de bi kar bînin, heye.

Foto: Dîmeneke ji meşa li Pamplonayê (Iruñea)./Kontseilua

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Xavier Antich: Katalanî stûneke nasnameya neteweyî ye

Serokê Omnium Culturalê Xavier Antich di hevpeyvîna xwe ya di El Nacionalê de hat weşandin …