Welatê Bask biryarên dadgehê protesto kir

Li kampusên Zanîngeha Welatê Bask (UPV/EHU) bi beşdarîyeke mezin biryarên dadgehê yên ku hin xwendekaran ji şertên zanîna zimanê Bask îstîsna kirin, hat protesto kirin. Aktîvîstên ziman dibêjin, ev biryar statûya zimanê baskî lawaz dike.

Li sê kampusên Zanîngeha Welatê Baskê (UPV/EHU), xwendekar, mamoste û alîgirên zimanê baskî biryarên dadgehê yên dawî protesto kirin. Ev protesto piştî ku dadgehê biryar da hin xwendekarên ku di ezmûna derbasbûna zanîngehê de ji zimanê Bask notên kêm stendibûn, ji şertên zimanê Bask werin îstîsnakirin, hat lidarxistin. Ev çalakî ji aliyê Konseya Pêşvebirina Zimanê Baskî (Euskalgintzaren Kontseilua) ve hat rêxistinkirin û sendîkayên perwerdehiyê û komên xwendekaran jî piştgirî dan.

Aktîvîstên ziman dibêjin ku ev biryar rê li ber qîmeta zimanê Bask kêm dike. Li gorî wan, betalkirina şertên zimanî bi sedema notên kêm, li şûna çareserkirina kêmasiyên pergala perwerdehiyê, şertên zimanê Bask bêbandor dike û mafê wan xwendekaran ku ji bo fêrbûna zimanê Bask xebitîne, binpê dike.

Daxuyanîya çapemenîyê 

Di daxuyaniya ku di dema protestoyan de hate belavkirin de, Konseya Pêşvebirina Zimanê Bask dadgehê rexne kir û got ku ev destwerdan erka Zanîngeha UPV/EHU û hikûmeta Herêma Bask binpê dike. Li gorî konseyê, dayîna îstîsnayan ji bo şertên zimanî dibe sedema lawazbûna statûya fermî ya zimanê baskî.

Konseyê her weha Wezareta Perwerdehiyê rexne kir ku li şûna çareserkirina kêmasiyên pergala perwerdehiyê, mamosteyên ku ezmûnan nirxandine tawanbar dike û guman li ser karê wan diafirîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku modelên perwerdehiyê yên heyî (Model A û Model B) nikarin  hemû xwendekaran bi zimanê baskî baş fêr bikin. Ji ber vê yekê, konseyê bang li hêzên civakî, siyasî û sendîkayî kir ku ji bo avakirina modelek giştî ya perwerdehiya zimanê baskî xwedî derkevin da ku hem ziman were parastin û hem jî yekîtiya civakî were xurtkirin.

Xebata Kontseiluayê

Euskalgintzaren Kontseilua di sala 1997an de wekî Konseya Rêxistinên Civakî  ji bo parastina ziman hat damezrandin. Sazî îro wekî sîwana sereke ya 33 rêxistinên civaka sivîl ên ji bo belavkirin û normalîzekirina zimanê baskî dixebitin tê naskirin. Sazî hewl dide ku bandorê li polîtîkaya zimanî bike û şert û mercên bikaranîna baskî di jiyana civakî, çandî, perwerdehî û aborî de xurtir bike. Kontseilua bawer e ku zimanê Baskî ne tenê alaveke ragihandinê ye, lê herweha bingeheke giring a ji bo avakirina civakeke demokratîk e.

Di çarçoveya xebatên xwe de, Kontseilua ji bo parastina mafên zimanî, pêşvebirina perwerdehiya bi baskî, zêdekirina fêrbûna zimanê ji bo mezinan, piştgiriya çand û hunera baskî, û xurtkirina bikaranîna ziman di cîhana kar û aboriyê de projeyên cihêreng amade dike. Di heman demê de, ew bi sazî û torên navneteweyî re jî hevkariyê dike û rewşa zimanê baskî û mafên zimanî radigihîne platformên ewrûpî û navneteweyî.

Foto: Çalakîya ji bo ziman ya li Welatê Bask/Foto: Konseilua

Di heman rojê de di Berwarnewsê de hatîye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

21 pirtûkên kurdî ketin bin parastina fermî ya Swîsreyê

21 pirtûkên hîndekariya kurdî yên ku ji aliyê Komeleya Hîndekariya Kurdî ve hatine amadekirin, bi …