Birêxistinkirina civakê ji bo parastina ziman ferz e

Wergera ji îngilîzî: Dr. Dilawer ZERAQ

Ne tenê zanîna zimanan, divê em bikaranîna zimanan jî zêdetir bikin û ev yek ne tenê bi vîna mirovan çêdibe. Divê em qadên bikaranînê, qadên berxwarinê yên bi zimanê xwe ava bikin da ku li wan deran hemû çalakî karibin bi awayekî normal û bi zimanê me werin kirin. Wekî din jî, heke em dixwazin siberoja xurt û ciwanên xwe misoger bikin, divê em bi zimanê xwe, pêşnîyazên aktîf û çalak yên bi her cureyî derpêşî wan bikin.

Agurne Gaubeka Erauskin aktîvîsteke zimên e ku di biwara mafên zimanî de dixebite. Ji sala 2019’an bi vir ve ye, dîrektora Çavdêrîgeha Mafên Zimanî ya Behatokiayê ye. Ew tev li Sempozyûma Zimanê Kurdî bû ku li Wanê, Bakurê Kurdistanê, di navbera 18 û 19ê gulanê de hat lidarxistin. Infowelatê, bi mebesta ku azmûna berbihevhatina herêma Baskê derpêşî gelê Kurd bike, pê re hevpeyvînek çêkir.

Welatê Baskê, di navbera Îspanya û Fransayê de hatiye parçekirin û wekî din jî ew li Îspanyayê, di navbera du komelên xweser de ji hev parçe bûye. Gelo ev rewşa polîtîk, bandoreke çawa dihêle li ser statûya euskarayê (Zimanê Baskê) ya li her yek herêmekê?

Gava zimanê euskarayê ji alî her dewlet û her birêveberiyekê ve were nasîn, divê ev yek ji bo nasîna mafên zimanî bibe bingehek, lê belê, euskara, li hin derên herêmê hê jî ne zimanekî fermî ye. Li herêma ku di bin desthilata Dewleta Fransayê de ye, ji bilî fransî tu zimanekî, wekî qanûnî, bi awayekî bi bandor nayê nasîn. Li herêma ku di bin desthilata Dewleta Îspanyayê de ye jî, nasîn bi awayekî beşkî ye. Zimanê me, tenê li Herêma Xweser a Baskê û li Herêma Xweser a Navarreyê fermî ye, lê belê, Euskara li gorî îspanî ne xweyî heman mercên qanûnî ye. Zimanê tekane ku zanîna wî lêferzkirî ye, ne Euskara ye, lê zimanê îspanî ye û ev rewş bendeke qanûnî û civakî ye li pêşberî wekhevîya zimanan û kesên ku bi wan zimanan diaxivin.

Digel çetinîyên fermî, gelo we têra xwe mirov hene ku karibin di vê biwarê de zimanê we bidin nasîn û handan; û gelo we têra xwe mirov hene ku gava gelemşeyên teknîkî biqewimin, karibin bi wan gelemşeyan re eleqedar bibin?

A rast, ev yek gelemşeyek e ku em karibin bibin xweyî wê agahîyê ka ji sedî çend hevwelatî hene ku bi zimanê Euskarayê dizanin. Teknolojîyên nû dikarin ji bo hevpêwendîyê (communication) an jî ji bo fêrbûnê bibin alîkar, wekî mînak, li “Euskalgintzaren Kontseilua”yê (Desteya Rêxistinên Zimanê Baskê), hin dezgeh hene ku bi pêş ve çûne di warê entegrekirina zimanê me ya li zanistê an jî li teknolojîyên nû de. Dîsa jî, ev yek têr nake, ji bo ku mafên mirovên ku bi zimanê Baskî diaxivin bi awayekî rast û wekhev werin misogerkirin, pêwîstî pê heye ku agahîya Baskî bi hemû civakê re hebe.

Gelo, ji bo zindîhêlana zimanê we piştgirîya dewletê heye an jî hûn tenê piştgirî ji civaka sivîl hildidin?

Ji bo zindîmayîna euskarayê, pêwîstîya me pê heye ku birêveberî bergirîyan bi pêş bixin û ji bo bicîanîna wan bergirîyan bibin garantor, lê belê, ji bo ku ev guherîn di birêveberî an jî di dezgehên biryarwergir de werin handan û piştgirîkirin, li tevgerê xistin û birêxistinkirina civakê tiştekî hîmî û esasî ye. Wekî din jî, dezgehên me yên wekî (Çavdêrîgehên Mafên Zimanî yên Welatê Baskê an jî Desteya Rêxistinên Zimanê Baskê) misogerîyên din in ji bo ku mafên hevwelatîyan werin desteberkirin. Ji bo ku em karibin bibin xweyî desthilatdarîyeke zimanî divê em bi birêveberîyan û bi dezgehên civakî re kar bikin. Ji bo van hemûyan, di nav wan kesan de ku dixwazin zimanê me normalîze bibe û ji bo wê kar dikin, pêwîstîya me bi kapasîteyeke mezin a birêxistinkirinê û koordînasyonê heye.

Euskara li Herêma Xweser a Baskê xweyî satûya zimanê fermî ye, lê belê, her wekî te jî got, Spanî tekane ziman e ku zanîna wî lêferzkirî ye. Gelo ji ber çi hikûmeta Baskê euskarayê nake zimanê bêgav yê perwerdehîyê?

Gelemşeyeke me heye bi makeqanûna Îspanîyan re, lê belê, ez wisa difikirim ku Komela Xweser ya Baskê ji bo ku zimanê me ji bo hemû şênîyan bike zimanê bêgav derfetek ji dest xwe berda. Heke em xweyî zanîn û agahîyê bin em ê karibin mafên xwe yên zimanî hêsanîtir misoger bikin. Helbet ev yek tenê gava pêşî ye û ev gava pêşî bi sîstema perwerdehîyê re eleqedar e. Digel perwerdekirina mirovan, handan û piştgirîkirina ji bo wekhevîya hemû çandan û hemû gelan, divê modêleke saxker were peydekirin da ku karibe hemû bêedaletî û zordestîyên qewimandî ji navê rake.

Her wekî te jî di derpêşkirina xwe de bal pê da, ji bo ku hûn karibin agahîya bi zimanê Eskurayê zêdetir bikin, we serketineke giring bi dest xwe ve aniye, lê belê, gava bikaranîna zimanê rastîn dikeve behsê rewş ne wisa ye. Ji bo hûn di biwara normalîzekirina zimên de serketinekê bi dest xwe ve bînin, çi kêm e?

Ji bo hemû herêmê, pêwîstîya me bi tiştekî ji statûyê zêdetir heye, ji bo ku bikaranîna zimanê baskî ya li ser axa me were misogerkirin, pêwîstîya me bi bergirîyên zêdetir heye. Pêwîstîya me, wekî mînak, bi plansazîyeke baş heye, pêwîstîya me bi hayjêbûna zêdetir heye û ji bo normalîzekirineke rastîn pêwîstîya me bi parastineke qanûnî ya baştir heye. Em dixwazin li her hêla jîyanê, di nav dinyaya zimanê xwe de bijîn: bi zimanê xwe kar bikin, bi zimanê xwe bixebitin, bi zimanê xwe dema xwe ya betal ji xwe bibin û wekî mînak, em dixwazin bi zimanê xwe teknolojîya nû bi kar bînin an jî em dixwazin bila sîstema dîjîtal ya bi zimanê me jî hebe.

Ji bo ku zimanên wekî kurdî û euskarayê û zimanên ku hindik kes pê diaxivin, werin handan û piştgirîkirin, gelo çi bergirî hene ku dikarin bi hevparî werin kirin?

Ez wisa difikirim ku di biwara zimên de, kapasîteya we ya xurt ya birêxistinê û xebatên we egerên esasî û kilîdî ne. Ji bo bicîanîna van yekan, ji bo xwestina parastineke qanûnî ya zêdetir ya ji dewletê, hûn dikarin mirovên xwe birêxistin bikin û wekî din jî, ji bo ku zextên li ser dewletê zêde bibin hûn dikarin belgeyên mafên zimanî yên navneteweyî bi kar bînin.

Ji hêla din ve, ez wisa difikirim ku em dikarin mafên zimanî bi hemû daxwazên tevgerên civakî û polîtîk ve bikin yek; ji ber ku ziman e ew tiştê ku me wekî welatekî bi hev digihîne. Gava em polîtîkaya zimên tenê di biwara zimên an jî di biwara çandê de dihêlin, di heman demê de, em wê li paşperdeyê jî dihêlin.

Banga we çi ye ji bo rêxistinên navneteweyî û ji bo mirovên ku bi zimanên hindikanîkirî diaxivin?

Ne tenê zanîna zimanan, divê em bikaranîna zimanan jî zêdetir bikin û ev yek ne tenê bi vîna mirovan çêdibe. Divê em qadên bikaranînê, qadên berxwarinê 8 (bikaranînê) yên bi zimanê xwe ava bikin da ku li wan deran hemû çalakî karibin bi awayekî normal û bi zimanê me werin kirin. Wekî din jî, heke em dixwazin siberoja xurt û ciwanên xwe misoger bikin, divê em bi zimanê xwe, pêşnîyazên aktîf û çalak yên bi her cureyî derpêşî wan bikin. Ez wisa bawer dikim ku mafên zimanan li gorî qaydeyên bazarê, li gorî hêz û derpêşkirina zimanên herî xurt (zimanên hegemonîk) tên bidestxistin û hevkêşeya ku divê em biguherînin jî ev e

Foto: Agurne Gaubeka/Bi destûra wê hatîye weşandin.

Hevpeyvîna îngilîzî di Infowelat de hatîye weşandin. Sernivîsa vê hevpeyvînê di werger kurdî de hatîye guherandin. 

——————————————-

Dîlawer Zeraq
Li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985’an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê xwend. Di sala 2017’an di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de xwendina masterê bir serî û di sala 2021’ê de jî li ser Ziman û Wêjeya Kurdî bawernameya doktorayê wergirt. Ji sala 1996’an bi vir de ye bi Kurmancî çîrok û romanan û di warê rexne-analîza wêjeyî de gotaran dinivîse û pê re jî berhevkarîya biwêjên Kurdî dike. Zeraq, di salên 2008-2010’an di rojnameya rojane Azadiya Welat de, bi naverokên wêjeyî û çandî gotar nivîsîn û di salên 2004-2006’an de jî edîtorîya Kovara W’yê kirin. Heta niha gelek berhemên edebî, ferhengnasî û herwiha wergerên Zeraq hatine weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …