Arşîvên Tag: baskî

Li Navarrayê daxwaza ji bo statuya baskî

Kontseilua li Navarrayê di 37. salvegera qanûna ziman de daxwaza statuya baskî kir. Tevgerê  qanûna 1986’an ku Navarrayê di navbera sê herêmên ziman de parve kiriye, protesto kir. Di 37 saliya qebûlkirina qanûna ziman de li Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê protestoyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê tevgera civakî ya …

Bêtir »

Dîplomasiya ji bo fermîbûna katalanî berdewam e

Dengdana Konseya Ewrûpayê ya li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê hat taloqkirin. Biryara taloqkirinê li ser daxwaza Îspanyayê hat girtin. Îspanya ji ber fikara ku pêşniyaza fermîbûnê wê bê redkirin vê daxwazê kiriye. Dengdana Konseya Ewrûpayê ya li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê hat taloqkirin. Dengdan di civîna Konseya Meseleyên Giştî ya …

Bêtir »

Doktor bi zimanê baskî diaxivin

Rêjeya zanîna ziman di nava xebatkarên tenduristiyê de îsal gihîşt 51 ji %. Ev serfirazî bi saya polîtîkaya ziman a hukumetên Welatê Baskê hat bidestxistin. Di bîst salên dawî de ji bo xebatkarên tenduristiyê 58,631 kursên ziman hatine dayin. Zimanê baskî di xizmetên tenduristiyê de her ku diçe zêdetir tê …

Bêtir »

Welatiyên Baskê daxwaza dibistana ziman kirin

Li Welatê Baskê ji bo avakirina dibistaneke Ikastola çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Ikastola cureyeke dibistanên seretayî û navîn in ku perwerde an bi tevahî an jî bi piranî bi zimanê Baskî tê kirin. Li Welatê Baskê alîgirên perwerdeya bi Baskê meşeke protestoyî lidarxistin. Navenda vê çalakiyê bajarokê Beskoitz ê li …

Bêtir »

Li Welatê Baskê protestoya mezin a ji bo ziman

Li Welatê Baskê bi dehezaran kes ji bo parastina ziman meşiyan. Di meşê de cezayên dadgehan ên li hemberê pêşdebirina zimanê Baskî hat protestokirin. Tevgera civakî ya ziman di çalakiyê de peymaneke nû ya sosyo-polîtîk pêşniyaz kir. Li Welatê Baskê meşeke ji bo parastina ziman hat lidarxistin. Bajarê Bilbao ji …

Bêtir »

Ewrûpa ji bo Katalanî bêbiryar e

Mijara fermîbûna zimanên Îspanyayê duh di Konseya Meseleyên Giştî ya li Luxembourgê de hat gotûbêjkirin. Wezîrên Ewrûpî ji Îspanyayê daxwaz kirin, ji bo heman mijarê pêşniyazeke din amade bike. Bi vê pêşniyazê daxwaz ev e, pêşiya fermîbûna daxwaza fermîbûna zimanûn din bigirin. Yekitiya Ewrûpayê careke din dengdana ji bo fermîbûna …

Bêtir »

Îspanya parlamentoyê ji Katalanî re vekir

Nûnerên Katalan, Bask û Galîsî êdî wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Ev encama dîrokî tevlî têkoşîna bênavber a her sê neteweyan, ji ber arîtmetîka Parlamentoya Îspanyayê pêk hat. Nûnerên Katalan, Bask û Galîsî êdî wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Parlamentoya Îspanyayê di …

Bêtir »

Biryara ji bo fermîbûna Katalanî hate taloq kirin

Ji civîna Konseya Ewrûpayê biryara derbarê fermîbûna Katalanî, Baskî û Galîsî de ku Îspanya li bende bû, derneket. Biryar hate dayîn, beriya dengdan pêk were çarçoveya hiqûqî ya fermîbûna zimanan bêtir bê lêkolînkirin. Dengdana li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê wê di Cotmehê de bê lidarxistin. Ji civîna Konseya Ewrûpayê biryara …

Bêtir »

Îspanya ji bo wekheviya zimanan biryareke girîng da

Îspanya di meseleya wekheviya zimanan de gaveke dîrokî davêje. Di 19’ê Îlonê de wekîlên Katalan, Bask, Galîsî û yên ji Aranê wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Astengiya bikaranîna Katalanî û zimanên din ên herêman, li Parlamentoya Îspanyayê ji holê tê rakirin. Hefteya bê wê wekîlên Katalan, …

Bêtir »

Ji bo zimanên Îspanyayê rojeke dîrokî

Îspanya ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê (YE) serîlêdanê kir. Daxwaza Îspanyayê wê di civîna Konseya Ewrûpayê ya di 19’yê Îlonê de ku wê li Brukselê bê lidarxistin, bê gotûbêjkirin. Îro di dîroka zimanên li Îspanyayê tên axaftin rojeke dîrokî bû. Îspanya ji bo …

Bêtir »

Îspanya fermîbûna Katalanî ya li Ewrûpayê nîqaş dike

Gelo Îspanya  ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê wê xebatê bike? Lîderê PSOE (Partiya Karkeran a Sosyalîst a Îspanyayê) Pedro Sanchez diyar kir, ew ê ji bo vê gav bavêjin. Îspanya diyar dike, ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên saziyên …

Bêtir »

Google li hemberê Baskî cudaxwaziyê dike

Raporeke li Welatê Baskê hate weşandin, paşveçûna zimanê Baskî ya di Googleê de eşkere kir. Rapora nîşan da, Google bersiva ji bo lêgerînên bi zimanê Baskî bi Îspanyolî dide. Google li hemberê zimanê Baskî cudaxwaziyê dike. Raporeke li Welatê Baskê hate weşandin, paşveçûna zimanê Baskî ya di Googleê de eşkere …

Bêtir »

Breton û Bask li Fransayê bi ser ketin

Breton û  Bask li Fransayê di warê perwerdeyê de serkeftineke din bi dest xistin. Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê destûra azmûnên zanistê yên bi zimanên Bretonî û Baskî da. Breton û  Bask li Fransayê di warê perwerdeyê de serkeftineke din bi dest xistin. Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê destûra azmûnên zanistê yên …

Bêtir »

Bakurê Baskê ji bo ziman meşiya

Di 22yê nîsanê de nêzîkî 4,000 kesên li Bayonneê ya li Fransayê kom bûn, meşeke girseyî li dar xistin. Armanca vê çalakiyê, bidestxistina  mafê lidarxistina azmûnên zanîngehê bi zimanê Baskî bû. Parazvanên zimanê Baskî li Fransayê çalakiyên xwe didomînin. Ciyê çalakiya dawî, bajarê Bayonne (bi zimanê Baskî Baiona) a li …

Bêtir »

Li Welatê Baskê şoreşa ziman

Encamên Anketa Sosyolîngûîstîk a 2021’an a Welatê Baskê hate weşandin. Daneyên dawî nîşan didin, di 30 salên dawî de 261.000 kes fêrî zimanê Baskî bûne. Ev serfirazî li Welatê Baskê ji bo parastina ziman wekî şoreşekê tê qebûlkirin. Li Welatê Baskê polîtîkaya parastina ziman encamên serfiraz bi xwe re tîne. …

Bêtir »

Zimanê Baskî û sektora kar

Hukumeta Welatê Baskê desteka xwe ya ji bo parastina ziman a di qada kedê de berdewam dike. Beşa Çandê û Polîtîkaya Ziman a hukumetê 2 milyon euroyê din ji bo vê qadê terxan kir. Armanca vê destekê ev e, hebûna zimanê Baskî di navendên kedê de bê xurtkirin. Hukumeta Welatê …

Bêtir »

Egunkaria 20 sal berê hate qedexekirin

Di 20’ê Sibata 2003’an de rojnameya Egunkaria ya bi Baskî weşanê dikir hate girtin. Ji dehan zêdetir rojnamegerên Egunkariayê hatin girtin û li dijî wan bi sûcdariya hevkariya bi ETA’yê re doz hat vekirin. Êrişa polîtîk a li dijî rojnameya zimanê baskî Euskaldunon Egunkaria (Rojnameya bi Baskî) 20 sal li …

Bêtir »

Bakurê Baskê û perwerdeya ziman

Bi qasî 20 ji % nifûsa li Bakurê Baskê bi zimanê baskî diaxive. Duzimaniya pasîf a fransî-baskî di nava koma di temenê 16-34’an de bilind dibe. Lê digel vê jî bikaranîna rojane ya baskî di nava vê komê de kêm dibe. Ji bo pêşîgirtina paşveçûna zimanê baskî divê polîtîkayeke ziman …

Bêtir »

Li Welatê Baskê planên parastina ziman

Welatê Baskê ji bo parastina ziman planên ji bo sala 2023’an gotûbêj dike. Konseya ziman, di civînê de plana salane ya ji bo xurtkirina hebûna zimanê baskî ya di qadên jiyanê de pêşkêş kir. Welatê Baskê ji bo parastina ziman planên ji bo sala 2023’an gotûbêj dike. Bi vê armancê, …

Bêtir »

Akademiya Zimanê Baskî bû 100 salî

Akademiya Zimanê Baskî  (Euskaltzaindia) ku di 1919’an de hatibû damezrandin, îsal ket 100 saliya xwe. Piştî xebata sed salan û 50 salên meşandina baskiya standard (Euskara Batua) a li ser bingeha xebatên vê akademiyê, zimanê baskî îro bûye yek ji zimanê standard ê ewrûpî ku bersivê dide hemû pêwîstiyên jiyana …

Bêtir »

Ikastola: Dibistanên perwerdeya bi zimanê baskî

Di 1957’an de dibistana ewilî ya Ikastola li bajarê Bilbaoyê tê vekirin. Di vê demê de mamosteyên ku ji aliyê Zipitra ve hatine perwerdekirin li San Sebastin û li hin navendên din ên herêma Guipuzkoayê dibistanên din vedikin. Di van dibistanên  metoda fêrkirina baskî ya Zipitrayê di perwerdeyê de tê …

Bêtir »