Zanîna baskî li Navarrayê zêde dibe

Zanîna zimanê baskî (euskara) ya li herêma Navarrayê her ku diçe zêde dibe.

Daneyên dawî nîşan didin, ji % 26.7ê niştecîhên li herêmê kêm an zêde bi zimanê baskî dizanin.

Baskî bi rêjeya ji % 74an zimanê niştecîyên şaredarîyan e ku li herêma baskî xwedî statû ye cî digirin.

Zanîna zimanê baskî (euskara) ya li herêma Navarrayê her ku diçe zêde dibe.

Agahîyên derbarê mijarê de ji alîyê sazîya îstatîstîkê ya herêmî Nasdatê ve hatin ragihandin.

Rojnameya Berriayê ku baskî weşanê dike, li ser mijarê nûçeyeke dirêj weşand.

Daneyên Nasdatê nîşan didin, ji % 26.7ê niştecîhên li herêmê kêm an zêde bi zimanê baskî dizanin.

% 15yê vê rêjeyê axêverên baskî ne ku hem ziman fam dikin hem jî dikarin biaxivin.

Ji % 11yê heman komê jî dikarin baskî fam dikin lê nikarin biaxivin.

Ji daneyên dawî dîyar dibe, zanîna zimanê baskî li Navarrayê pir hêdî pêş dikeve.

Zanîn û axaftin

“Di navbera zanîn û bikaranînê de mesafeyeka mezin heye û divê em di van her du qadan de jî serfiraz bin.“

Gerînendeyê sazîya ziman Euskarabidea Jabi Arakame îstatîskên dawî bi van gotinan rewşê şîrove kir:

“Em dibînin ku axêverên baskî zêde bûne. Lê em li vir qala zanîna ziman dikin ku problem ne ev tenê ye. Di navbera zanîn û bikaranînê de mesafeyeka mezin heye û divê em di van her du qadan de jî serfiraz bin.“

Alîyekî din ê balkêş ên daneyên ziman li ser zanîna ziman û herêmên ziman in.

Îstatîstîk bi eşkereyî nîşan didin, baskî bi rêjeya ji % 74an zimanê niştecîyên şaredarîyan e ku li herêma baskî xwedî statû ye cî digirin.

Li her du herêmên din ên ku baskî xwedî statuyeke bisînorkirî û ne xwedî ti statu ye, zanîna ziman ji %13.8 û ji % 2.8 e.

Herêmên ziman ên Navarrayê

Li Navarrayê sê herêmên ziman hene: Herêma baskîaxêv, herêma baskî-îspanyolîaxêv û herêma îspanyolîaxêv.

Parlamentoya Navarrayê di 1986an de qanûneke ziman sê herêman damezrandin: Herêma baskîaxêv, herêma baskî-îspanyolîaxêv û herêma îspanyolîaxêv.

Mafên ziman ên welatiyan li gorî ew li kîjan herêmên bi cî bûn e tê naskirin.

Zanîna zimanê baskî li seranserê Navarrayê/Berria

Mafên perwerdeya bi baskî li herêma baskîaxêv heye lê li herêma îspanyolîaxêv tune ye.

Hemû xizmetên gelemperî li herêma îspanyolîaxêv bi zimanê îspanyolî tên dayîn.

Li alîyekî din, ji ber ku baskî ne xwedî statuya fermî ye, hemû mafên heyî yên li herêma baskî û baskî-îspanyolî jî bi hêsanî nikarin bên bikaranîn.

————————————–

Foto: Çalakîyeka parazvanên zimanê baskî li Navarrayê ya bi daxwaza jiyana bi baskî hatîye lidarxistin/ 

Infowelat

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …