Tevgera ziman biryara Navarrayê protesto kir

Êrişên hiqûqî yên li hember zimanê baskî li Îspanyayê berdewam dikin.

Navarra bi biryareke dawî dixwaze hebûna baski di qada perwerdeyê de kêm bike.

Tevgera civakî ya zimanê baskî Euskalgintzaren Kontseilua bi daxuyanîyekê vê rewşê protesto kir.

Herêma Navarrayê (bi baskî Nafarroa) hebûna zimanê baskî li hin dibistanan kêm dike.

Bi biryara dawî, divê dibistanên Bernameya Fêrbûna Zimanê Biyanî bi kar tînin, hejmara dersên bi zimanê bîyanî zêde bikin.

Di encama vê de jî dibistan wê neçar bimînin saetên dersa baskî kêm bikin.

Biryar wê di sala perwerdeyê ya 2025-26an de têkeve merîyetê.

Biryara Wezareta Perwerdehîya Navarrayê bû sebeba reaksîyonên aktîvîstên baskî.

Tevgera zimanê baskî li herêma Navarrayê ketin nava hereketê.

Tevgera civakî ya zimanê baskî Euskalgintzaren Kontseilua bi daxuyanîyekê vê rewşê protesto kir.

Pêşdibistan û dibistanên seretayî

Guherînên hikumeta Navarrayê dixwaze bi giranî wê bandorê li pêşdibistan û dibistanên seretayî bike.

Pêşdibistan wê neçar bimînin di salên 3 û 4an de dersek baskî betal bikin.

Herçî dibsitanên seretayî ne, ew ê jî hebûna dersên bîyanî herî kêm divê ji 6an derdix 7an û herî zêde jî ji 7an derxin 9an.

Tevgera zimanê baskî ji hikumeta herêmî daxwaz kir, vê biryarê betal bike.

Herwiha, daxwazeke din a tevgerê jî ev e, perwerdeya zimanê baskî belavî hemû herêmê bike.

Hêjayî gotinê ye, par jî hikumeta herêmî bi biryarekê hebûna baskî ya di perwerdeyê de kêm kiribû.

Navarra û zimanê baskî

Navarra herêmeke otonom a li bakurê Îspanyayê ku di dîrokê de herêmeke baskîaxêf bûye.

Ji ber polîtîkayên îspanyolîst li herêmê asîmîlasyoneke giran hatîye meşandin.

Di 1982an de herêm ji erdên mayî ên Baskê hatîye veqetandin bûye xwedî statuyeke taybet a otonomîyê.

Navarrayê di 1986an de sê herêman damezrandî ye: Herêma baskîaxêv, herêma baskî-îspanyolîaxêv û herêma îspanyolîaxêv.

Mafên ziman ên welatiyan li gorî ew li kîjan herêmên bi cî bûn e, diguhere.

Zimanê baskî herî zêde li herêma baskîaxêv xwedî mafên perwerde û bikaranîna di qada giştî de ye.

Tevî daxwaza aktîvîstên ziman, baskî li Navarrayê ne zimanekî fermî ye.

Infowelat

—————————————-

Foto: Komeke parazvanên ziman li Navarrayê ji bo baski dimeşin./Kontseilua

Destê Irulegi: Nivîsa herî kevn a zimanê baskî

infowelat.com

Li vê jî binêre

Serhildana jinên kurd: Axaftineke bi Nelly Jazra re li ser têkoşîn û otonomîyê

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Dema ez di dîroka kurdan de kûr çûm, min dît ku jin …