Qeymeqamîya Farqînê destûr neda navê kurdî li Qada Bajêr bê kirin. Meclisa Şaredariya Farqînê biryar dabû ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn bike Rindêxan. Qaymeqamiya Farqînê bi hinceta “Rindêxan” ne bi tirkî ye ev nav qebûl nekirî ye. Zextên li dijî kurdî li bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Bûyera dawî …
Bêtir »Wan ji bo kurdî meşîya
Duh li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakîyên ji bo zimanê kurdî hatin lidarxistin. Daxwaza hevpar a çalakîyan perwerdeya bi zimanê kurdî ya li dibistanên fermî bû. Bi minasebeta destpêka sala perwerdeyê, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakîyên ji bo zimanê kurdî hatin lidarxistin. Daxwaza hevpar a çalakîyan perwerdeya bi zimanê …
Bêtir »Xwezaya Botanê tê talankirin
Rêbazên talana xwezaya Botanê di salên dawî de hatîne guherandin. Berîya birîna daran ‘herêma ewlekariyê ya taybet’ ji alîyê Walîtîya Şirnexê ve tê ragihandin. Paşê, bi îhaleyên ku piranî didin cerdewanan destûra qirkirina xwezayî tê dayîn. Talana Botanê ya li bakurê Kurdistanê belavî hemû alîyên herêmê dibe. Li deverên Besta, Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabarê, …
Bêtir »Fîşeka ewil 40 sal berê hat berdan
Pengava 15ê Tebaxa 1984an 40 sal dûv xwe hişt. Gerîlayên kurd di vê rojê de bi ser navçeyên Dih (Erûh) û Şemzînanê de girtin. Bi herdu êrişên li dijî hedefên Artêşa Tirk, şerê gerîla li bakurê Kurdistanê dest pê kir. Ji ber giringiya xwe, vê bûyerê wekî çalakîya ewil a …
Bêtir »Kurdistan bersiveke sîyasî da kolonyalîzmê
DEM Partîya ku kurdan temsîl dike, li bakurê Kurdistanê serkeftineka sîyasî bi dest xist. Tevî hemû zilm û zora siyasî û leşkerî ya dewleta tirk, partiyê li Bakur bû hêza sîyasî ya yekemîn. Namzetên welatparêz ên vê partîyê li 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 7 bajarokan hatin …
Bêtir »Meseleya herî mezin a Gimgimê koç e
A rast, ji Gimgimê pir zêde koçî derveyê welat dikin. Lewma jî nifûsa navçeyê zêde nabe. Bi taybetî jî ciwan ji ber sebebên kar diçin Ewrûpayê. Lewma divê em ji bo ciwanan proje amade bikin da ku neçin welatên din. Gimgim di proseya amadekariyên hilbijartinê de yek ji bajarên Kurdistanê …
Bêtir »Nifûsa bakurê Kurdistanê 17 mîlyon e
Nifûsa bakurê Kurdistanê ji 17 milyonan derbas kir. Riha bi 2,214,000 nişteciyan bû parêzgeha xwedî nifûsa herî mezin a bakur. Erdexan jî bi 93,000î ji aliyê nifûsê de wekî parêzgeha herî biçûk derket pêş. Nifûsa bakurê Kurdistanê ji 17 milyonan derbas kir. Ev dane ji hejmara hemû nişteciyên 25 parêzgehên …
Bêtir »Tirkiye Geliyê Godernê tune dike
Dewleta tirk bendaveke mezin li Geliyê Godernê ava dike. Bi xebata bendavê roj bi roj dewlemendiya dîrokî û xwezayî ya Geliyê Godernê ji holê tê rakirin. Tirkiye bi riya çêkirina bendavan xwezaya Bakurê Kurdistanê talan dike. Enqere niha bendaveke mezin li Geliyê Godernê ava dike. Bi xebata bendavê roj bi …
Bêtir »PKK ji bo serxwebûnê hat damezrandin
PKK ji destpêkê ve Kurdistanê wekî welatekî kolonî pênase kir û rizgariya neteweyî wekî armanca sereke da pêşiya xwe. Kurdistana serbixwe ya yekgirtî ya xwedî sîstema sosyalîst bû hedefa partiyê û şerê gerîla wekî rêbaz hat qebûlkirin. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 45. salvegara damezrandina xwe pîroz dike. Partî 27 Mijdara …
Bêtir »Bakur perwerdeya bi Kurdî dixwaze
Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîkê li Bakurê Kurdistanê anketekê kir. Navendê ragihand, 86,7 ji % gelê Bakurê Kurdistanê daxwaza perwerdeya Kurdî dike. Li gorî anketê, 60,8 welatî di nava malê de bi Kurdî diaxivin. Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîkê li ser helwestên gel a ji bo ziman û …
Bêtir »Ji bo “Stratejiya Kurdî” tevlîbûna demokratîk
Di eslê xwe de di encama tevahiya pratîka partiyên legal ên li ser kevneşopiya HEP’ê hatin damezrandin, Tirkî zimanê normal ê xebatan bû. Di vê proseya ku di 1990 de dest pê kir, siyaseta legal a Kurd bi riya bikaranîna Tirkî prestîja vî zimanî bilind kir. Lewma jî heta siyaseta …
Bêtir »Ka pêşî Kurdî bikin zimanê xwe yê fermî
Dewleteke sondxwarî ku te qir bike, wê çima zimanê te bike zimanekî fermî? Heger tu zorê bidiyê û tu nîşan bidî, ew nikare te qir bike, hingê ew ê ji bêgavî ber bi aliyê te ve gavan biavêje. Wekî din ti rêya din li ber te nîne! Doh li Mexmûrê …
Bêtir »Tirkiyeyî û Kurdistanî koçî Almanyayê dikin
Rapor nîşan dide, di 7 mehên îsal de serlêdanên penaberiyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî heman dema par bi rêjeye mezin zêdetir bûne. Heta Tîrmehê de 23,674 kes serî li îltîcayê dane û ev rêje li gorî sala borî ji 78 ji % zêdetir bûye. BAMF diyar dike, …
Bêtir »Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
Ji sala 2007 û heta dawiya 2022’yan bi temamî 3295 pirtûkên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) li Bakur û Tirkiyeyê derketine. Di van 15 salan de herî zêde sala 2021’ê pirtûk derketine ku wê salê gihîştiye 377 pirtûkî. Ji sala 1990’î ve heta niha hejmara pirtûkên ku li Bakur û Tirkiyeyê …
Bêtir »Kurdistan bi cografyaya hilbijartinê derket holê
Li 13 bajarên Kurdistanê serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan têk çû. Dêrsim wekî tûra berê vê, vê carê jî bû bajarê yekemîn ê li dijî serokê heyî dengê xwe bi kar anî. Bakurê Kurdistanê di hilbijartina Serokatiyê ya Tirkiyeyê de dijî rejîma Erdogan dengê xwe bi kar anî. Li 13 …
Bêtir »Sosretiyeke dîplomasiya Kurd
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya hilbijartin bi dawî bibe, pîrozbahiyê li lîderê Tirk Tayip Erdogan kir. Ji bilî Barzanî, lîderên Qeter, Îmaratên Ereb, Malezya û Hûngaryayê pîrozbahî li Erdogan kirin. Piraniya lîderên pîrozbahiyê li Erdogan kirin, bi rêvebiriya xwe ya antî-demokratîk li cîhanê tên naskirin. Hukumeta Herêma Kurdistanê îmzeya …
Bêtir »Kurdistan dîsa dike hawar
Dewleta tirk wekî erdhejên berê, di vê erdhejê de jî li hemberê gelê kurd polîtîkaya cudaxwaziyê meşand. Enqere di roja ewil de alîkariya lezgîn neşand navenda erdhejê Bazarcix û navçeyên li derdorê. Li Bakurê Kurdistanê bi erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî duh erdhejek pêk hat. Navenda vê erdheja mezin navçeya …
Bêtir »Netewe bê ziman nabe demokratîk
Divê parastina ziman wekî wekheviya zayendî, bibe yek ji stûnên paradîgmaya tevgera Kurd. Yanî divê hedef civakeke demokratîk, ekolojîk ya xwedî wekheviya zayendî û zimanê Kurdî be. Bêyî hilweşandina serdestiya Tirkî li Kurdistanê û hiyerarşiya civakî û zimanê ya li ser vê bilind dibe, “neteweya demokratîk” pêk nayê. Tekane sînorên …
Bêtir »Kampanyaya kurdî çi bi xwe re anî?
Kampanya bi derfetên medyaya sosyal di çarçoveya paradîgmaya tevgerên sosyal ên serdema me de hat birêxistinkirin û lewma jî bo nimûneyek sekna sivîl. Bi vî awayî, di meseleyeke civakî de ku ji rêxistin-saziyan re hatibû hiştin, midaxaleyek sivîl pêk hat. Eger hewldana parastina ziman li ser bingeha parastina rûmetên neteweyî …
Bêtir »Li pêşiya me tofan heye!
Necat Ayaz Çawa têkoşîneke li dijî dagirkerekî dikare bi zimanê vî dagirkerî bê meşandin? Û ji vê jî wêdetir, ev têkoşîn çawa dikare bigihîje encamê? Di 1598’an de Con O’Neillê welatparêz ku hemû jiyana wî bi têkoşîna li dijî kolonyalîzma îngilîz derbas bûbû, di ber sikratê de ev şîretan li …
Bêtir »Dejenerasyon û zimankujî
Necat Ayaz Îrenîûs: Tiştekî çiqas ecêb e ku di nava îngilîzan de bi zimanê îrlandî bê axaftin? Tiştekî sosret e ku miletekî ji zimanê miletekî din hez bike. Ev, karên kesên çepel in û sebeba gelekî xerabiyan e. Di dawiya sedsala 16.an de îngilîzên ji xwe bawer êdî li hember …
Bêtir »