Însiyatifa Yekîtiya Demokratîk bi deklarasyonekê encamên konferansa xwe ya li Bazîdê ragihand.
Însiyatifa Yekîtiya Demokratîk di 11ê gulana 2025an de li Amedê hatibû avakirin.
Însîyatîf ji partiyên siyasî yên kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl û hin pêşengên civaka sivîl pêk tê.
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di 26ê tîrmehê de li Bazîdê Konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” li dar xist.
Hevberdevkên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk ên Giştî (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan ê Giştî (HDP) Cahît Kirkazak, siyasetmedar Gulten Kişanak, Partiyên Kurdistanî, hevşaredar û parlementerên DEM Partiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên DEM Partî û DBPê yên bajarên Herêma Serhedê, rewşenbîr, nivîskar û gelek kes tev li konferansê bûn.
Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di destpêka konferansê de axivî û xêrhatina beşdarvanan kir. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, da zanîn ku ev konferans gelek dîrokî ye û dê neviyên Ehmedê Xanî ji bo gelê Kurd xebatên xwe bimeşînin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku sed sal in Kurd tên parçekirin û tunekirin, lê belê Kurdan van sed salan jî serê xwe li ber desthilatan netewandiye. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêzdar Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ne tenê Bakur, li çar parçeyên Kurdistanê deng veda. Divê em li gorî vê bangê eşîr û malbatên xwe danin cihekî. Em pêşiya her tiştî Kurd in, roj roja gelê Kurd e.”
Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî axivî û diyar kir ku Kurdan li ser bêtifaqiyê, tifaq kiriye û êdî Kurd li ser tifaqbûyînê xwe rêxistin dike. Mehmet Kamaç, da zanîn ku dijminên Kurdan hertim dixwazin Kurdan tune bikin û ev konferans dê bibe wesîleya tifaqa Kurdan. Mehmet Kamaç, anî ziman ku dixwazin rojavayê Kurdistanê ku rastî êrîşên mezin hatiye, tune bikin û got: “Li Bakur xwişk û biratî, li Rojava qirkirin nabe. Gava çek şewitandinê ya li Silamaniyê çerxa felekê şikandiye û bawerî daye Kurdan. Em bûn şahidê konferansa Rojava jî û hemû miletê Kurd benda wêneyekî wisa bûn. Xîreta neviyên Şêx Seîdê Kal, Seyîd Riza, Qazî Mihemed li vir, li Bazîda Agiriyê ye.”
Di rûniştina yekemîn de nîvîskar Îhsan Colemêrgî, siyasetmedar Îkbal Dûrre û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli mijara “Di Dîrokê De Bêtifaqiya Kurdan û Encamên Wê” nîqaş kirin.
Moderatoriya vê rûniştinê ji alîyê Îlhan Tan ve hat kirin.
Îhsan Colemêrgî di axaftina xwe de li ser parçebûna sosyolojîk a kurdan ku di dîrokê de li ser eşîrtîyê ava bûye. Colemêrgî wiha axivî:
“Ol, di têkoşîna navbera gelan de çekeke giran e. Heke baweriya bindest û serdestan yek be, çeka olî di destê serdestan de ye. Ez û malbata xwe piştevaniya vê pêvajoya nû dikin û ez dixwazim eniya niştimanî bê bilindkirin. Divê hemû siyasetmedar, DEM Partî û nûnerên partiyên din amadehiya kongreyeke neteweyî bikin.”
Siyasetmedar Cemîle Tûrhalli jî di axaftina xwe ya zazakî de bal kişand ser sedemên bêtifaqiya kurdan û van gotinan kirin:
“Werin em tifaqa xwe ji hundir ve ava bikin. Tifaq li her derê hene; ew di xwezaya me de ne. Ger tifaq li her derê hebin, çima Kurd tifaqan çênakin? Kurdistan axeke bêsînor e. Me li Lozanê dît ku hêzên hegemonîk Kurdistan parçe kirin. Di seranserê dîrokê de, hemû Kurdan xeyala yekîtiyê kirine, lê ew qet pêk nehatiye. Armanca me ya yekane ew e ku em yekîtîya xwe misoger bikin.”
Di dawîya rûniştinê de siyasetmedar Îkbal Dûrre got bêtifaqî ne tenê di nava Kurdan de, di nava gelek gelên cîhanê de heye. Îkbal Dûrre gotinên xwe wiha dom kirin:
“Her parçeyek Kurdistanê xwedî taybetmendiyên cûda ne. Li Rojava federalîzm tê xwestin, li Başûr ji bo serxwebûnê referandûm hat kirin û niha jî li Bakûr entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin. Ev yek li gorî demê ji bo parçeyên Kurdistanê pêwîst in û divê rêz bê girtin. Her wiha em nikarin niha entegrasyona demokratîk li ser Başûr û Rojava bikin, ew çi dixwazin divê em piştgiriya wan bikin. Divê Kurd piştgiriya hev bikin û fikir, îdeolojî û hişmendiya xwe deyne aliyekê. Şewitandina çekan, mînaka hevrejiyanê ye û pêkanîna wê ya li Silêmaniyê jî gelek watedar e. Dê pergala nû ya cîhanê de gelek têgehên niha tên bikaranîn bêwate bimînin. Pirsgirêka sed dused salî di du sê mehan de nayê çareserkirin. Di pergala nû ya cîhanê de rol û cihê Kurdan gelek mezin e û divê desthilat di pergala nû ya cîhanê de statuya Kurdan qebûl bikin. Heke qebûl nekin, dê ev dewlet bibin dewletên mafyawarî. Cudahiyên me hêza me ya herî mezin e.”
Di dawîya bernameyê de deklerasyonek hat ragihandin ku bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk di 11ê gulana 2025an de li Amedê hatibû avakirin.
Însîyatîf ji partiyên siyasî yên kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl û hin pêşengên civaka sivîl pêk tê.

Deklarasyona Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk di 26ê Tîrmeha 2025an de konferansa xwe ya derbarê Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de li Bazidê ku wek şexsiyetekî dîrokî, aqilmend, civaknas, zimannas, helbestvan, wejevan, alim û feylesof Ehmedê Xanî li vir koça dawiyê kiriye, hat lidarxistin. Konferansa ku bi armanca yekîtiya Neteweyî hat lidarxistin bi beşdariya partiyên sîyasî, rêxistinên civaka sivîl, rûspîyan û ji her alî gelê me ku ji Bakurê kurdistanê û ji metropolên Tirkiyeyê hatine, bi serkeftî û bi coş pêk hat.
Ji ber ku konferansa me di şexsîyeta Ehmedê Xanî ku wî bi heta dawiya temenê xwe ji bo yekîtî, hevkarî û piştevaniya gelê Kurd têkoşiyaye, dîyarî wek kesên Feqiyê Teyran, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Leyla Qasiman hat kirin, xwediyê wate û girîngiyeke dîrokî ye.
Konferansa me di dirêjajiya dîrokê ya têkoşîna gelê Kurd de hemû pêşengên gelê Kurd, rêxistin û şexsiyetên Kurd ku wan li hemberî hemû astengiyên navxwayî û derveyî her tim bi ruhê yekîtiya neteweyî, daxwaz û bendewariya gelê xwe zindî girtine û heta îro anîne bi mînetdariyeke mezin û rêzdarî yad kir. Her wiha bi konferansa me, îrade û bibiryariya serkeftinê ya teqez bi rêbertiya têkoşîna wan a bi lehengî ku xeyala wan yekîtiya neteweyî bû, derket holê.
Binî hat xêzkirin ku sedsala dîroka me ya dawî di heman demê de dîroka lehengî û têkoşînê ye, lê ji ber ku yekîtiya me ya neteweyî pêk nehatiye, vê rastiyê wek sedema bê serkeftinê dinirxîne.
Dîsa binî hat xêzkirin ku bi têkoşîna me ya azadî û demokrasiye ku nîv sedsale didome, ligel nirx, deskeftî, ezmûn û tecrubeyan ji bo pêkhatina yekîtiya me ya neteweyî bîreweriyeke pirr girîng afirand û bi taybetî hat kirpandin ku rola vê bîreweriyê, ji bo pêkhatina yekîtiya me ya neteweyî xwediyê rastiyeke dîrokî ye.
Konferansa me di ronahiya rastiyê ya dîrokî de geşedanên civakî û polîtîk yên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê bi berfirehî nirxand û bal kişand li rastiya pêvajoya tertûbelavbûna civakî ya mezin a di serî de Sûrîye, li hemû Rojhilata Navîn.
Hat peyitandin ku geşedanên civakî û polîtîk ên wek spesîfîk li Sûrîyeyê, lê li hemû Rojhilata Navîn di dîroka têkoşînê ya gelê Kurdistanê de rûpeleke nû vedike; ji bo çareseriyeke adilane, wekhevî û demokratîk a pirsgirêka Kurd hin firsend û derfetên nû derdixe holê.
Konferansa me biniyê geşedanên qewimîn ên piştî ruxandina dîktatoriya Esad û pêkhatina bi lez a yekîtiya neteweyî ya Kurd ku xwediyê girîngîya jiyanî ye, xêz kir û Konferansa Neteweyî ya Kurd ku li Qamişlo hat lidarxistin, silav kir. Girîngî û wateya dîrokî ya konferansa neteweyî hat diyarkirin; divêtiya vê ya wek mînak li hemû beşên Kurdistanê, divêtiya hemû rêxistinên Kurd û dînamîkên polîtîk ên demokratîk ku ruhê vê yekîtiyê û yekîtiya neteweyî dirdixin asta sazîgeriyeke berbiçav wek erkeke jiyanî hat vegotin.
Konferansa me, qetlîam û êrîşên li ser gelê Elewî û gelê Durzî ku ji aliyê rêvebiriya Şara pêk hatin, ji bo hemû gelên Sûrîyeyê wek geşedaneke metirsîdar nirxand; girîngiya pergaleke rêvebiriyê ya demokratîk-federatîf ku civaka Sûrîyeyê wek mozaîk bi pirr-nasname, pirr-etnîsîte, pirr-çandî û pirr-olî ye, anî ziman.
Konferansa me di heman demê de rewşa nû ya li Rojhilata Navîn pêk hatiye ji bo gelê Kurd wek pêvajoyeke nû nirxand û dest nîşan kir ku di pêvajoya ji nû ve dîzaynkirinê ya Rojhilata Navîn de gelê Kurd ji aliyê paradîgma, rêxistin, leşkerî û polîtîk ve aktorekî ku dikare biguhere û jêneger e.
Binî hat xêzkirin ku di konjonktora nû ya Rojhilata Navîn de biryardayîn û plansaziyên stratejîk û taktîkî yên hemû aktoran divê wek kirde gelê Kurd ku xwediyê cihekî dîyarker e, bide ber çavên xwe. Di ronahiya vê realîteyê de ligel firsendên mezin ji bo avakirina Sûrîyeke demokratîk, girîngiya hebûna rewşa metirsîyar jî hat destnîşankirin. Ji ber vê, tifaq û yekîtiya di navbera hemû gelên Sûrîyeyê de wek jiyanî hat nirxandin.
Ji ber geşedanên civakî-polîtîk ên li çar parçe Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn yekîtiya neteweyî pêwîstiyeke jiyanî ye. Gelê Kurd bi pêkanîna konferansa yekîtiyê bû bersiva vê pêwîstiyê.
Konferansa me, dema ku her parçeyek ku li gorî cihêrengiyên xwe, rewşa polîtîk û civakî an biryara pergala xwe ya rêvebirî diyar kiribin an dê diyar bikin, divêtiya qebûlkirinê ya li piştevanî û rêzgirtina biryarên wan hat kirpandin.
Şêmûka dîrokî ku em îro di nav de ne, ji bo pêkhateyên Kurdistanî, komên bawerî, nasnameyên çandî serdema ji nû ve sazkirinê ya krîtîk e. Hat kirpandin ku ji bo nasnameya gelê Kurd xwediyê statuyekê be, avakirina tifaqa neteweyî û yekîtiya Kurd xwediyê girîngiyeke jiyanî ye, divê ji bo vê armancê bi sebr û bi biryar têkôşîn bê meşandin.
Konferansa me, di ronahiya hemû van geşedanan de wateya dîrokî ya banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê birêz Abdûllah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de hat parvekirin, kirpand; ligel bandora erênî ya vê bangê li qada neteweyî û navneteweyî, geşbûna bendewarî û hêviya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, realîteya avakirinê ya atmosfereke pirr erênî ya polîtîk bi awayekî berfireh hat nirxandin.
Konferansa me ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdûllah Ocalan ji bo pêkhatina aştiya civakî wek nîşaneya pêvajoyeke nû dinirxîne; hemû partiyên sîyasî, rêxistinên civaka sivîl, derdorên akademik, rûspî, jin û civanan ên li Tirkiyeyê û li Kurdistanê ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bide, biniyê erka berpirsiyariya sazidar ku rêxistinbûna civaka demokratîk li gorî her kes di nav de cih bigire, xêz dike.
Konferansa me, derbarê avakirina aştiya civakî û civaka demokratîk de bal kişand rola pêşeng a civan û jinan .
Ji ber vê, di vê pêvajoyê de ku rola stratejik a sîyaseta demokratîk girîngtir bûye, divêtiya guhertineke jiyanî ku karibe pêwîstiyên ruhê pêvajoya sîyaseta demokratîk û vê serdemê bînê cih hat kirpandin.
Konferansa me, dest nîşan dike ku biryara PKKê ya bidawikirina têkoşîna bi çek û xwe feshkirinê pêşiya pêvajoya ku ber bi aştiyê ve diçe vekir. Bi taybetî, li Silêmaniyê bi merasîma çek şewitandinê ku bi pêşangiya jinan pêk hat, li banga birêz Abdûllah Ocalan bi bawerî û bi biryariyeke mezin xwedî hat derketin. Bi merasîma çek şewitandinê li hemberî Aştî û Civaka Demokratîk nêzikatiya xwe ya stratejîk nîşanî civaka neteweyî û navneteweyî daye hat kirpandin.
Ji ber vê, hat dest nîşan kirin ku hewcedariya nêzikatiya stratejîk a dewleta Tirkiyeyê û Hikumeta wê û di demekî nêz de avêtina gavên hiquqî girîng in.
Dem ji bo hemû gelên Tirkiyeyê dema bi hev re serkeftinê ye.
Wek encam; Konferansa me, bang li partiyên sîyasî yên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên xwe kir da ku di bin banê yekîtiya neteweyî de kom bibin.
Infowelat
—————————————————
Foto: Ragihandina deklarasyona Însiyatifa Yekîtiya Demokratîk a li Bazîdê
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Meseleya kurd meseleyeke azadî, demokrasî û statuyê ye