Samî TAN
Li Rihayê Komxebata Zimanê Kurdî hate lidarxistin. Di vê komxebatê de mijarên mîna “ Rewşa Zimanê Kurdî û Helwesta Kurdîaxêvan li hemberî Kurdî”, “Girîngîya Bikaranîna Zimanê Kurdî di Qadên Cemawerî de” û “Rêveberîyên Herêmî û Zimanê Kurdî” di sê rûniştinan hatin nirxandin û di encamê de jî forûm hate pêkanîn.
Bi pêvajoya nû re ku hinek rê li ber xebatên demokratîk xweş dibe, têkoşîna ji bo parastin û bipêşvebirina zimanê kurdî geş dibe. Îsal di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Piştî wê jî navber nekete xebatên der barê zimanê kurdî de. Herî dawî di 12ê nîsanê de bi serperiştîya Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê Komxebata bi navê “Di Perwerdeya bi Zimanê Dayikê de ber bi Çareserîyê ve; Derfetên Heyî, Astengî û Pêşniyar” hatibû lidarxistin.
Niha jî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nêzîk dibe, çalakîyên bi boneya vê cejnê îsal zû dest pê kirin. Pêşî di 10ê gulanê de li Amedê bi pêşengîya PENa Kurd Konferansa bi navê “Bicihanîna Manîfestoya Gîronayê” bi beşdarî nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên welêt hate lidarxistin. Piştre jî li Rihayê Komxebata Zimanê Kurdî hate lidarxistin. Di vê komxebatê de mijarên mîna “ Rewşa Zimanê Kurdî û Helwesta Kurdîaxêvan li hemberî Kurdî”, “Girîngîya Bikaranîna Zimanê Kurdî di Qadên Cemawerî de” û “Rêveberîyên Herêmî û Zimanê Kurdî” di sê rûniştinan hatin nirxandin û di encamê de jî forûm hate pêkanîn.
Min wekî axêverê pêşîn li ser “Li gorî daneyên rapirsînên li qadê rewşa zimanê kurdî li Rihayê” xeber da û der barê rewşa zimanî de hinek dane pêşkêş kirin. Piştre Bahoz Baran bi sernavê “Têkilîya Ziman û Edebiyatê di Çarçoveya Terma Hisên Kemalî da” qala girîngîya ziman, helwesta li hemberî ziman, polîtîkayên pişaftinê û roman Hisên Kemalî ya kir. Nivîskar Hisên Kemal bi xwe ji Rihayê ye, roman jî qala rewşa Rihayê dike, par jiyana xwe ji dest da. Bahoz Baranî da zanîn ku kurd bi tenê di rojên mîna 21ê Sibatê û 15ê Gulanê de çalakîyên der barê zimanî de dikin û bi van gotinan ev helwest rexne kir: “Mirov di cejnan de salê du caran diçe ser gora miriyan, ev helwest vê yekê tîne bîra mirov.” Piştî wî Haydar Diljen qala perwerdeya bi zimanê zikmakî, modelên heyî û rewşa dimilkî li Siwêregê kir. Wî diyar kir ku li Siwêregê jiyaneke pirzaravayî heye, kurmanc û kirmanc bi zaravayên hev dizanin, di bazarê de kirmanckî (dimilkî) serdest e û kirmanckîya Siwêregê heta radeyekê nêzî zimanê standart e.
Di rûniştina duyem de derûnînas Azad Dildar bal kişand ser têkiliya zimanê dayikê û tenduristîyê, rewşa heyî nirxandin. Wî bal kişand ser vê yekê ku divê bijîşk bi zimanê kurdî jî bizanin û li nexweşxaneyan ji bo bijîşkên ku bi kurdî nizanin wergêrên pispor werin peywirdarkirin. Parêzer Serhat Hezer jî ji alîyê hiqûqî ve rewşa zimanê kurdî û dewleta tirk nirxand û da zanîn Tirkiyeyê ji ber helwesta xwe ya yekperest nîşeya nepejirandinê danîye ser gelek xalên peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên zimanî û çandî.

Di rûniştina sêyem de siyasetmedar Ayşe Surucu qala rewşa ziman û siyasetê kir, bal kişand ser astengîyên heyî û helwestên çewt ên li hemberî zimanê kurdî. Axaftina dawîn ji hêla zimannas Zana Farqînî ve hate kirin. Wî jî qala xebatên şaredarîyan, nemaze jî Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê kir. Li gorî agahîyên ku wî pêşkêşkirin, şaredarî ji bo ku mijara ziman bixe rojeva gel, rengekî kurdewarî bide bajêr gelek xebat kirine, gelekên din jî dê werin kirin. Farqînî diyar kir ku gelek ji van xebatan berê dest pê kiribûn lê belê ji ber qeyûman ev xebat hatine rawestandin û kes û sazîyên ku ev xebat dikirin hatine belav kirin, lewma jî ew niha ji sifirê dest bi xebatan dikin. Di rûniştina dawîn de forûm pêk hat û beşdaran bîr û boçûnên xwe pêşkêş kirin. Di forûmê de li ser rê û rêbazên parastin û geşkirina zimanê kurdî de nirxandin hatin kirin, rexne li siyasetmedaran jî hate girtin ku wekî pêşengên gelê kurd çima bi zimanê xwe siyasetê nakin, her wiha rexne li şaredarîyan jî hatin girtin ku çima ji bo kurdî tiştekî nakin. Cihê xemgînîyê ye ku beşdarîya şaredaran di komxebatê de pir kêm bû.
Piştî van agahîyên der barê naveroka komxebatê, min divê li gorî xebata Kurdish Studies Center[1]ê kiriye, çend daneyan der barê rewşa zimanê kurdî de ya Rihayê û ya bi giştî de pêşkêş bikim.






Foto: Samî Tan di dema axaftina xwe ya di komxebata Rihayê de