Nifûsa bakurê Kurdistanê ji 17 milyonan derbas kir.
Riha bi 2,214,000 nişteciyan bû parêzgeha xwedî nifûsa herî mezin a bakur.
Erdexan jî bi 93,000î ji aliyê nifûsê de wekî parêzgeha herî biçûk derket pêş.
Nifûsa bakurê Kurdistanê ji 17 milyonan derbas kir.
Ev dane ji hejmara hemû nişteciyên 25 parêzgehên li bakurê Kurdistanê pêk tê.
Agahiyên derbarê nifûsa bakur de ji aliyê Rûdaw TVyê hat ragihandin.
Di nûçeyê de hejmara nişteciyên salên 2022 û 2023 hatin hevrûkirin.
Li gorî vê, Riha bi 2,214,000 nişteciyan bû parêzgeha xwedî nifûsa herî mezin a bakur.
Erdexan jî bi 93,000î ji aliyê nifûsê de wekî parêzgeha herî biçûk derket pêş.
Ji agahiyan xuya dibe, nifûsa bakur di salekê de 43,000 zêde bûye.
Ev jî li gorî salên berê hejmareke gelek kêm e.
Bi taybetî, nifûsa 5 bajarên bakur di nava salekê de dewsa ku zêde bibe, kêm bûye.
Bajarên nifûsa wan kêm bûne ev in: Wan, Meraş, Meletî, Semsûr.
Ji nava van bajaran herî zêde nifûsa Semsûrê kêm bûye.
Bajarê ku herî zêde nifûsa wî zêde bûye Riha ye.
Xên ji Ruhayê, bajarên bi zêdebûna nifûsa xwe derketine pêş Sêrt, Mêrdîn, Amed, Xarpêt, Entab û Colemêrg e.
Bajar bi bajar nifûsa Bakurê Kurdistanê çiqas e❓ pic.twitter.com/oT4jvOmrE6
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 7, 2024
Parêzgehên nifûsa wan zêde bû
Riha: 2,214,000
Entab: 2,164,000
Amed: 1,818,000
Mêrdîn: 889,000
Sêwas: 650,000
Batman: 647,000
Xarpêt: 604,000
Şirnex: 570,000
Agirî: 511,000
Bedlîs: 360,000
Sêrt: 347,000
Colemêrg: 288,000
Çewlik: 286,000
Qers: 278,000
Erzerom: 243,000
Îdir: 210,000
Kilîs: 155,000
Erdexan: 93,000
Parêzgehên nifûsa wan kêm bû
Meletî: 743,000
Mereş: 1,116,000
Wan: 1,127,000
Semsûr: 605,000
Parêzgehên nifûsa wan zêde nebû
Erzerom: 750,000
Mûş: 400,000
Infowelat
———————————————–
Foto: Bakurê Kurdistanê/Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen