Welat Ayaz
“Dema ku leşker gihîştin, diya min me di firinê de veşart. Me dengê guleyekê bihîst û dû re birayê min ket. Ez tînim bîra xwe ku diya min çavên min bi destên xwe girtin, da ku ez negirîm. Lê ew dest dilerizîn û sar bûn. Êdî diya min tune bû, ew miribû.”
Komkujiya Zîlanê êşek e ku di dilê gelê Kurd de hatiye kolandin, lê pir caran di rûpelên pirtûkên dîrokê de nayê dîtin. Vê komkujiyê ne tenê Geliyê Zîlan, lê di heman demê de bîranîna gelê Kurd jî bi xwînê şuşt. Hejmarên fermî ne temam in û hesab bi sînor in; lê şahidî û zimanê êşê gelek tiştan dibêjin. Wê rojê, erd bi xwînê hatibû boyaxkirin û dayik xwe bi ser zarokên xwe ve girtibûn, ji bo jiyanê têdikoşiyan. Û çiya careke din ne wekî berê bûn.
Geliyê Zîlan: Cihê ku bêdengî vediguhere qêrînê
Komkujiya Zîlanê di 13ê tîrmeha 1930an de, li Gelîyê Zîlan, li bakurê navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya li bakurê Kurdistanê pêk hat. Herêm ji Serhildana Agiriyê û pê ve di bin zexteke giran de bû. Komara Tirkiyê operasyonên leşkerî yên berfireh dimeşand da ku berxwedana li Çiyayê Araratê bitepisîne. Wan deman, daxwazên kurdan ên ji bo xweseriyê, zextên li dijî nasname û çanda wan awayê berxwedana wan diyar kiribû. Lêbelê, xelkê Zîlanê bi piranî sivîl bûn, kal û pîr, jin, zarok bûn.
Sibehekê, çar aliyê gelî ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Xelk ji malan, ji gelî û zozanan hatibûn girtin. Hin ji wan di xew de hatibûn girtin, hinên din jî hewl dabûn birevin. Bi sedan sivîl li berava Çemê Zîlanê bi mitralyozan hatibûn kuştin. Li gorî çavkaniyên nefermî, wê rojê li derdora 15,000 kurd hatibûn qirkirin. Gund hatibûn şewitandin û çem bi cesedan tijî bûbû. Li gorî kesên ku sax mane, cenaze bi mehan hatine veşartin; gelî bibû goristanek ku mirin jî lê bêdeng mabû.

“Destên diya min çavên min digirtin“
Çend şahidên ku ji komkujiyê sax mane, şahidiya vê sûcê li dijî mirovahiyê dikin. Jinekê piştî salan got:
“Dema ku leşker gihîştin, diya min me di firinê de veşart. Me dengê guleyekê bihîst û dû re birayê min ket. Ez tînim bîra xwe ku diya min çavên min bi destên xwe girtin, da ku ez negirîm. Lê ew dest dilerizîn û sar bûn. Êdî diya min tune bû, ew miribû.”
Hecî Tahir
Li dora sala 1918an ji dayik bûye. Li gorî tomarên 2019an, ew 101 salî bû. Ew di 13ê tîrmeha 1930an de li gundê Boynizî yê Erdîşê sax ma. Wî serpêhatiyên xwe yên wê rojê bi van gotinan kurteber kir: “Ew karesat bû, ew zilm bû.” Bi rojan di şikeftên dûrî bajêr de xwe veşart; bi veşartina di bin cenazeyan de, ew yek ji wan kesan bû ku jiyana xwe xilas kir.
“Ji stuyê jinan, ji tiliyên wan heta gerdenî û gustiliyên wan girtibûn. Du metro dûrî min jineke ducanî li ber sikratê bû. Esker bi sunguyan zikê wê qelaştin, pitika wê ji zikê wê ket erdê. Gustiliya wê jinê heta ku ew hate definkirin hê jî di tiliya wê de bû. Diya min jî di wê komkujiyê de hate kuştin.”
Wî her wiha diyar kir ku leşkeran kesên ku ji barana guleyan di nav cenazeyan de sax man, bi bayonetan kuştin.
Kakil Erdem
Di sala 1913’an de hatiye dine, di sala 2007’an de 94 salî bû.
Rojnamevanên DÎHAyê Oktay Candemir û Ercan Öksüz sala 2007’an pê re hevdîtinek kirin. Dema ku çîroka wî hate weşandin, rojnameger hatin darizandin û cezakirin.
Di çîroka Kakil Erdem de zikên jinên ducanî hatine qelişandin û pitikên wan hatine derxistin; sê xizmên wî hatine serjêkirin û du birayên wî bi lêdanê hatine kuştin.
Osman Îlerî
Li dora sala 1914’an hatiye dinê; di sala 2019’an de 105 salî bû.
Hovîtiya wê demê bi van gotinan kurteber kir: “Her kes hat qirkirin, ew qiyamet bû, zilm bû.”
Mehmet Çakır û Rıza Sargut
Mehmet Çakır: Wî êrîşa li ser gundê xwe gav bi gav vegot. Diyar kir ku navnîşek endamên malbatê hatiye berhevkirin, pêşî nasnameyên wan hatine dayîn û dû re jî darvekirin hatine kirin.
Rıza Sargut: Roja bûyerê ew pezê xwe diçêriya. Wê demê wî yekîneyên siwariyan dîtiye. Dibêje: “Esker êrişê gelê sivîl dikirin.”
Ev vegotin bûne zimanê êşê. Çemên ku bi şahî diherikîn, niha nîşana mirinê hildigirin. Û ji bo Kurdan, Zîlan ne tenê geliyek e; ew dilê brîndar ê dîrokê ye ku hewl tê dayîn were jibîrkirin.

Bêdengiya fermî û berxwedana di hafizayê de
Bi salan, Komkujiya Zîlanê ji aliyê dîroka fermî ve hat paşguhkirin, an nehat vegotin an jî bi çend rêzan hat veşartin. Di arşîvên Komara Tirkiyê de derbarê mezinahiya komkujiyê de gelek kêm belge hene. Lêbelê, heta hin rayedarên Tirk ên wê demê jî nekarîn giraniya bûyerê veşêrin. Li gorî belgeyekê, li Geliyê Zîlanê operasyonek hat fermankirin “heta ku yek giyanek sax nemîne.”
Ev bêdengiya fermî di bîra gelê Kurd de bûye dengek kûr. Dayik navê keçên xwe dikin “Zîlan”, di şînan de nave wî çemê tê gotin, pîr ji zarokên xwe re dibêjin; “Ew der tije hestî ye.” û didin girî.
Zîlan: Bîranîn, berxwedan û şîn
Komkujiya Zîlanê ne tenê ji bo gelê kurd travmayeke lê ew di heman demê de beşek ji nasname û dîroka wan e. Her salek bêdengiyê, êşê hîn mezintir dike. Lê dîsa jî kurd israr dikin ku zarokên li wê geliyê mirine ji bîr nekin. Ji ber ku Zîlan ne tenê mirin e; ew hafizaya gelekî ye ku tunebûna wê tê daxwazkirin. Zîlan, têkoşîna hebûnê ya gelekî ye û vê şîna giran tu caran jibîr nake.
Îro, yek abîdeyek ji bo Zîlanê tune ye. Lê di dilê her kurdekî de, kevirên Zîlanê hîn jî germ in. Ji ber ku edalet hîn pêk nehatîye.
Foto: Komeke niştecîyên Gelîyê Zîlan yên wê demê