Fîşeka ewil 40 sal berê hat berdan

Pengava 15ê Tebaxa 1984an 40 sal dûv xwe hişt.

Gerîlayên kurd di vê rojê de bi ser navçeyên Dih (Erûh) û Şemzînanê de girtin.

Bi herdu êrişên li dijî hedefên Artêşa Tirk, şerê gerîla li bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Ji ber giringiya xwe, vê bûyerê wekî çalakîya ewil a ji bo rizgarîya Kurdistanê tê qebûlkirin.

Pengava 15ê Tebaxa 1984an 40 sal dûv xwe hişt.

Gerîlayên kurd di vê rojê de bi ser navçeyên Dih (Erûh) û Şemzînanê de girtin.

Ji ber giringiya xwe, vê bûyerê wekî çalakîya ewil a ji bo rizgarîya Kurdistanê tê qebûlkirin.

Herwiha, di çarçoveya teorîya şerê dijkolonyalîzmê de jî wekî “fîşeka ewil” tê pênasekirin.

Bi herdu êrişên li dijî hedefên Artêşa Tirk, şerê gerîla li bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Botan veguherî navenda şerê gerîla ku di bin fermandarê binavûdeng Mahsûm Korkmaz (Egîd) de pêş ket.

Mîmarê proseya şerê çekdarî PKK bû û armanca pengavê serxwebûna Kurdistanê bû.

Mahsum Korkmaz (Egîd)

Amadekarîyên ji bo şerê gerîla

Rêxistina şoreşger ku bi derbeya 1980an ji Bakur vekişîyabû, di 1981an de biryara vegera welêt da.

1982an wekî sala destpêka şerê gerîla hatibû diyarkirin.

Piştî Kongreya 2. a PKKê, komên ewil ên gerîla gihîştin kampên li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.

Lolan kampa sereke ya gerîla bû û di civîna li vê kampê biryara êrişa gerîla hat girtin.

Di civîna li Xinêrê de jî HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistan) hat damezrandin.

Lêbelê kuştina endamên Komîteya Navendî ya PKKê Mehmet Karasungur û hevalê wî Îbrahîm Bîlgîn li Başûr amadekarîyan dereng xistin.

Plansazîya ji bo havîna 1983an pêk nehat û vê carê 1984 wekî sala destpêka şer hat diyarkirin.

Fermandarên gerîla di wê bawerîyê de bûn, xeta di navbera Şirnex, Dih, Hezo û Sasonê ciyê herî guncaw ê ji bo şerê gerîla bû.

Di civîna nîsana 1984an a li Çiyayê Reş de Kilaban û Çelê wekî di navendên giring ên şerê çekdarî hatin nîşankirin.

Piştî 15ê tebaxa 1984an, Botan veguherî navenda şerê gerîla. /Rûpela FB ya Abdurrahhman Onen

Êrişên bi ser Dih û Şemzînanê de

150 kadroyên PKKê tevlî civîna Çiyayê Reş bûbûn û loma jî vê civînê qonaxeke giring a di rêya şerê gerîla de tê qebûlkirin.

Di heman civînê de biryara êrişên Şemzînan (Colemêrg), Dih (Sêrt) û Şaxê (Wan) hat girtin.

Yekîneya gerîla ya di bin fermandarîya Mahsûm Korkmaz (Egîd) wê bi ser Dihê de û yekîneya di bin fermandarîya Abdullah Ekîncî de wê bi ser Şemzînanê de bigirta.

Yekîneya sêyemîn jî wê di heman rojê de bi ser Şaxê de bigirta.

Li gorî plansazîya hatibû kirin, di 15ê tebaxa 1984an de gerîlayan bi ser Dih û Şemzînanê de girtin.

Gerîla bi bayê bezê êriş bir serin hedefên leşkerî û yên din ên dewleta tirk.

Di demeke pirt kurt de her du navçe ketin bin kontrola gerîlayên rizgarîya Kurdistanê.

3 leşker di êrişan de hatin kuştin û 7 ji wan birîndar bûn.

Gerîla dest danî ser hejmareke zêde alavên leşkerî û bi silamatî vegerîya baregehên xwe.

Tirkiye ji bo pêşîgirtina li şerê gerîla di 1987an de li 11 bajarên bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. Di nava demê de hejmara bajarên di bvê herêmê de bûn 13./Wikipedia

Çalakîya Şaxê ya divê hemwext bihatana kirin, ji ber bêbawerîya fermandarê yekîneyê pêk nehat.

Egîd piştî salekê, di 14ê tîrmehê de wê bi çalakîyeke serkeftî bi ser Şaxê de girtiba û biryara hatibû dayîn pêk anîbaya.

Pengava 15ê tebaxê dewleta tirk şok kir û xist nava fikarên pir mezin.

Çalakîyên gerîla ji bo gelê kurd ku ji alîyê dewleta tirk ve hatibû tepisandin, bû hêvîya rizgarîyê û serxwebûnê

———————————————————-

Foto: Mahsûm Korkmaz (Egîd) û komeke gerîlayên tevlî Pengava 15ê Tebaxê bûne/Rojnews  

Infowelat

PKK ji bo serxwebûnê hat damezrandin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …