Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi kar tîne, piştî bidestxistina beledîyeyan qeyûmên dewletê tên ser kar, bangên berxwedanê tên kirin û kurtedemek şûn de dewlet kolanan dike bin kontrola xwe.
Dewleta tirk çend roj berê bi rêya qeyûman sê beledîyeyên Kurdistanê desteser kirin.
Bi vê pratîka kolonyalîst, dewletê careke din nîşan da, ew ê destkeftinên kurdan qebûl neke.
Piştî vê, DEM Partîyê banga xwedîderketina li her sê beledîyeyan kir û li bakurê Kurdistanê proseyeke nû ya çalakî dest pê kir.
Gelo dîrok careke din dûbare dibe?
Ji bo bersiva vê pirsê divê em bala xwe bidin çîroka borî ya beledîyeyên kurd.
Rûpela dawî çîroka rêveberîyên cihkî yên li bakur, bi serkeftina hilbijartinê dest pê kir û piştî şerê ji bo “xweserîya demokratîk”, bi desteserkirina beledîyeyan bi dawî bû.
Dewletê ku piştî şerê “xweserîya demokratîk” kontrola xwe li bakur xurt kir, bi serfirazî hewldanên ji bo têkoşînê têk bir.
Mekanîka têkçûnê
Serkeftina hilbijartinê-desteserkirina beledîyeyan-protestoyên lawaz-tepeserkirina protestoyan wekî mekanîka vê proseyê dikare bê qebûlkirin.
Wiha xuya ye, heman mekanîka em qala wê dikin aniha jî dubare dibe.
Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi kar tîne, piştî bidestxistina beledîyeyan qeyûmên dewletê tên ser kar, bangên berxwedanê tên kirin û kurtedemek şûn de dewlet kolanan dike bin kontrola xwe.
Baş e, îhtimal heye ku vê carê rewş cuda be?
Gelo em bi mekanîkeke hêsan rewşê îzeh dikin û wê ji realîteya kompleks dûr dixin?
Dibe ku vê carê berxwedan domdar bibe û veguhere serhildaneke neteweyî?
Berxwedana li Batmanê û hin protestoyên li navendên bakur hêvîyekê bi mirov re çêdike.
Lê tevî ku berxwedana dawî potansîyeleke di hundirê xwe de bihewîne jî, îhtimala veguhere serhildaneke giştî ya li dijî kolonyalîzma dewleta tirk kêm e.
Paradîgma, polîtîka û lîderîya heyî derfetên tevgereke girseyî ya antî-kolonyalîst bi salane gav bi gav tune kirine.
Serhildan û “Turkiyelileşme”
Serhildana gel bi projeya “Turkiyelileşme”yê re paralel nameşe.
Çima gel berdêlên giran bide dema armanca raperînê ne rizgarîya kurdan be?
Çima careke din li bajaran xwîn bê rijandin ku armanc ne Kurdistaneke serbixwe an statuyeke ji bo Kurdistanê be?
Çima ji bo elîteke polîtîk a gendel ku armanca wê parastina yekitîya Tirkîyeyê be, bajarên kurdan careke din bên wêrankirin?
Berxwedana li dijî kolonyalîzma tirk rewa ye.
Lê ciwanên li kolanan divê hay ji mekanîka ku her car têkçûnê garantî dike hebin û berxwedanê bikin wesîleya veqetîna ji sîyaseta şaş.
Infowelat