Protestoyên li dijî desteserkirina beledîyeyê li Batmanê vediguhere serhildanê.
Ciwanên kurd li kolanan barîkatan danîn û li hemberê polêsên tirk dest bi berxwedanê kirin.
Desteserkirina 3 beledîyeyên kurd li bakurê Kurdistanê tê protestokirin.
Li Batman, Amed, Mêrdîn û li gelek navendên din çalakîyên protestoyî tên lidarxistin.
Bi taybetî, protestoyên li Batmanê cî bi cî vediguhere serhildanê.
Ciwanên kurd li kolanan barîkatan danîn û li hemberê polêsên tirk dest bi berxwedanê kirin.
Mîlîsên Azadîya Kurdistanê (MAK) bi daxuyanîyekê berpirsîya berxwedanê girt ser xwe.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin, li taxên Îpragaz û Baglarê pevçûnên dijwar qewimîne.
MAKê dîyar kir, di pevçûnan de gelek polîs û leşker birîndar bûne.
Li aliyekî din, hêzên dewleta tirk bi tundî midaxaleyê çalakîyên protestoyî kirin.
Hejmara kesên di çalakîyan de hatin girtin li gorî daxuyanîyên fermî gihîşt 140î.
Dewletê ragihand, ji ber parvekirirên di medyaya dijîtal de di derbarê 75 kesan de lêpirsîn hatîye vekirin.
Dewleta tirk di 4ê çirîya paşîn (mijdar) de Beledîyeya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Beledîyeya Batmanê û Beledîyeya Xelfetîyê desteser kiribûn.
Ji bo şandina qeyûman dozên li hemberê şaredaran hatibûn nîşandan.
Piştî vê biryarê walîyên Mêrdîn û Batmanê 10 roj qedexeya çalakîyan ragihandibû.
———————————————-
Foto: Dîmenekê ji berxwedana li Batmanê/ANF
Infowelat