Meseleya herî mezin a Gimgimê koç e

A rast, ji Gimgimê pir zêde koçî derveyê welat dikin. Lewma jî nifûsa navçeyê zêde nabe.  Bi taybetî jî ciwan ji ber sebebên kar diçin Ewrûpayê. Lewma divê em ji bo ciwanan proje amade bikin da ku neçin welatên din.

Gimgim di proseya amadekariyên hilbijartinê de yek ji bajarên Kurdistanê bû ku DEM Partiyê ji bo diyarkirina namzetan pêşhilbijartinê li dar xist. Pêşnamzetên DEM Partiyê hem li navendê hem jî li gundên Gimgimê (Warto) xebatê meşandin. Di nava gel re civîn hatin li dar xistin û derbarê pêşhilbijartinê de agahî hatin dayîn. Paşê, pêşhilbijartin çêbû û 5 mêr 3 mêr tevlî pêşhilbijartinê bûn. Giyaseddîn Aydemîr bi 233 dengan di nava pêşnamzetên mêr de û Gulbahar Kaya jî bi 118 dengan di nava pêşnamzetên jin de dengên herî zêde girtin. Bi vê encamê, Aydemîr û Kaya bûn namzetên DEM Partiyê yên Gimgimê.   Hevalê me Reşadê Şemo jî bi hevpeyvîneke bi her du namzetan re xwest di vê mijarê de raya giştî ya kurd agahdar bike.

Ku hûn hatin hilbijartin, hûn ê bajareke çawa ji qeyûm dewr bigirin?

Giyaseddîn Aydemîr: Qeyûm ne tenê li Gimgimê li temamê şaredariyên me çiqas erd û milkên  şaredariyan me hebûn firotine. Niha em bixwazin li Gimgimê parkeka biçûk jî çêkin em ê ji bo vê nikaribin erd bibînin. Wekî mînak, mizgefta me ya dîrokî ya li navenda bajêr dan mitehîtekî.  Li vir dikan hatin avakirin û çend ji wan dan şaredariyê. Di dewsa mizgefta berê de jî yeka biçûk hat çêkirin. Bi vê projeyê re ciyên rûniştandinê yên li dora mizgeftê jî hatin tunekirin. Dema qeyûm hat, ji miletê re soza çêkirina kanalîzasyonê û rêyên navbajêr dan. Lê yek ji van jî pêk nehatin. Ez dikarim bêjim dewletê Gimgimê kiriye wekî gundekî. Lewma beriya her tiştî divê em Gimgim bikin bajareke modern.

Gulbahar Kaya: Qeyûm hemû hebûnên şaredariyê firotine û deyneke mezin xistiye stûyê şaredariyê. Ji bilî vê, problema herî mezin, bi ya min bajarvaniya ne bi rêk û pêk e û tunebûna qadên kesk in. Li aliyekî din, tevî ku xetereya erdhejê li Gimgimê zêde ye jî destûr tê dayîn avahiyên pir-qat bên çêkirin. Qeyêm destûr daye heta 5 qatan avahî bên çêkirin. Herkes dizane Gimgim dikeve nava herêmên di yekemîn astê de xetereya wan ê erdhejê hene. Dîsa, li Gimgimê komira bêqelîte tê bikaranîn. Ev jî dibe sebeb zivistanê qirêj pir zêde qirêj dibe. Ji aliyê şebekeya avê de jî problemeke me ya mezin heye. Sîstema avê pir kevn bûye û binesaziya wê lawaz e. Ava xelkê bajêr bi kar tine jî ne aveke bi qelîte ye. Tevî ku qeyûm 7 sal in li ser kar e, yek ji van probleman jî çareser nekirine.

Ku em hatin ser kar em ê tevlî gel û saziyên sivîl problemên bajêr yek bi yek tespît bikin û ji çareseriya wan têkevin nava hereketê.  Lê wisa xuya dike, em ê herî zêde li ser problemên binesaziyê bisekinin ku min li vir qala wan kir. Yanî hewcadariyên herî giring ên xelkê wê di lîsteya me ya xebatê de di serî de cî bigirin.

Qeyûm ne tenê li Gimgimê li temamê şaredariyên me çiqas erd û milkên di destên şaredariyan de hebûn firotine. Niha em bixwazin li Gimgimê parkeka biçûk jî çêkin em ê ji bo vê nikaribin erd bibînin.

Giyaseddîn Aydemîr

We qala çend ji problemên Gimgimê kirin. Ji bilî van, çi ne problemên din ên sereke yên Gimgimê?

Giyaseddîn Aydemîr: Problemên herî mezin av û kanalîzasyon e. Sîstema heyî ya herduyan êdî têra Gimgimê nake. A duyemîn, li navçeyê tunebûna gaza xwezayî ye. Bi taybetî, di zivistanê de hewa qirêj dibe û hema hema mirov nikare nefes bigire. Ji bilî vê, ji aliyê erdên xwezayî û parkan ve kêmasîya pir mezin e. Hin parkên heyî bi tevahî ji dest çû ne. Ciyekî ku xelkê navçeyê bi malbatî biçin û lê rûnên nemaye. Li aliyekî din, di warê trafîkê de problemên me yên mezin heye. Rêyên li nava bajêr êdî trafîka heyî ranagire.

Hûn dikarin kîjan ji van problemên we qal kirin çareser bikin an ji bo hin probleman rewşê baştir bikin?

Giyaseddîn Aydemîr:  Em li ser projeyan dixebitin. Em ne tenê li ser wan, li ser projeyên ziman û mala jinê jî dixebitin. A dawî, meseleya gelekî mezin e li vir. Jinên ji gund tên nikarin li ciyekî rûnên û bêhna xwe vedin. Heta ji bo jinan WC jî nehatine çêkirin.  Em dixwazin ji bo jinan du malên jinê ava bikin. Yek ji van wê li jora bajêr, a din li jêra bajêr bê çêkirin. Wekî din, em ê ji bo binesazî û anîna gaza xwezayî bo Gimgimê jî xebatê bikin. Em dixwazin li ciyekî ku jê re Xirba Qubê tê gotin, ciyekî seyranê çêbikin. Ew ê li vir alavên sporê jî hebin. Ji bo kurdî  wê projeyên me hebin. Em ê hin xebatan ji bo çand û ziman bikin. Lê ya rast, em ji niha ve nikarin gelek sozan bidin. Ji ber ku dahata şaredariyê ji ber talana qeyûm êdî nemaye.

Li gorî nûçeyeke çend roj berê hat weşandin, nifûsa parêzgeha (wîlayeta) Mûşê îsal zêde nebûye. Gelo li Wartoyê jî rewş wisa ye?

Giyaseddîn Aydemîr: Erê, nifûsa navçeyê di salên dawî de zêde nabe. Sebebek ev e, welatiyên me êdî zêde zarok çênakin. A duyemîn, gelek kes hem ji ber sebebên polîtîk hem jî ji ber yên aboriyê ji terka Gimgimê dikin. Ev du sal in li navçeyê û gundan hema hema ciwan nema. Yanî êdî rewş gihîştiye wê astê ku li gundan û nava bajêr problema dîtina xebatkaran heye. Hema bêje temamê ciwanan diçin Almanya, Fransa û welatên din.

Hûn dikarin çawa koça ciwanan a ber bi Ewrûpayê ve bidin sekinandin an sist bikin? Li aliyekî din jî, Gimgim di warê asta perwerdeyê de di nava çend bajarên herî li pêş ên Kurdistanê de ye. Hûn ji bo vê sermiyana mezin a însanî têxin xizmeta Gimgimê xebatekê difikirin?

Giyaseddîn Aydemîr:  Bi rastî çûyina ciwanan bi piranî ji bo aboriyê ye. Ciwan ji zanîngehê mezûn dibin û nikarin kar bibînin. Lewma jî Ewrûpa ji wan re cazîp tê. Divê em bikaribin ciwanan hem vegerînin û ên dixwazin biçin jî li vir bidin sekinandin. Em dixwazin ji bo vê jş kooperatîf ava bikin, wan tevlî vî karî bikin da ku ciwan hilberînê bikin. Em neçar in li vir bingehekê çêbikin da ku ciwanên me ji welatên Ewrûpayê re xizmetê nekin.

Di aliyê aboriyê de li Gimgimê êdî kêm kes heywan xwedî dikin û çandiniyê dikin. Navçeya me di vî warî de ne wekî Kop û Milazgir. Li wan her du navçan xelk erd dajon û heywan xwedî dikin. Lewma jî kesên li wir dijîn berê xwe nadin Ewrûpayê. Mixabin li Gimgimê rewş ne wiha ye. Piraniya welatiyên li vir, desteka aboriyê ji xizmên xwe yên li Ewrûpayê digirin û ji bo kar zêde xîret nakin.

Em ê markayeke penêr diyar bikin û ji bo hilberîna wê kooperatîfekê ava bikin. Xên ji vê, em ê kooperatîfeka din jî ji bo hilberîna hungiv ava bikin. Em berhemên hatine hilberandin bi tenê bikaribin bifiroşin xelkê me yê li metropolên Tirkiyeyê ji me re bes e. Em baş dizanin, havînê gelek kesên ji metropolan û Ewrûpayê tên vir dixwazin berhemên organîk  bikirin.

Gulbahar Kaya

Gulbahar Kaya: A rast, ji Gimgimê pir zêde koçî derveyê welat dikin. Lewma jî nifûsa navçeyê zêde nabe.  Bi taybetî jî ciwan ji ber sebebên kar diçin Ewrûpayê. Lewma divê em ji bo ciwanan proje amade bikin da ku neçin welatên din. Wekî DEM Partiyê em ê tevlî dayik, bav û ciwanan şaredariyê bi rê ve bibin. Meseleyeke din jî, li Gimgimê giranbûna asîmîlasyonê ye. Axaftina tirkî di nava ciwanan de pir belav bûye. Me di Navenda Çandê ya Mordem de xebatên ji bo ciwanan dikir. Vê carê jî em ê bi ciwanan re bicivin û ji wan bipirsin ka ew dixwazin di kîjan alî de xwe pêş bixin û dixwazin bibin xwedî kîjan meslek û şarezahiyan.  Paşê jî em ê ji bo alîkariyê bidin wan xebatê bikin.

Em ê markayeke penêr diyar bikin û ji bo hilberîna wê kooperatîfekê ava bikin. Xên ji vê, em ê kooperatîfeka din jî ji bo hilberîna hungiv ava bikin. Em berhemên hatine hilberandin bi tenê bikaribin bifiroşin xelkê me yê li metropolên Tirkiyeyê ji me re bes e.

Li Ewrûpayê bi dehezaran Gimgimî dijîn. Gelek ji wan karsaz in û derfetên wan ên aboriyê hene. Hûn ê ji bo pêşxistina rewşa aboriyê ya Gimgimê hevkariya wan daxwaz bikin?

Giyaseddîn Aydemîr:  Belkî em bikaribin çend ji wan bînin cem hev û ji bo projeyeke firotina avê karekê bi hev re bînin. Gimgim ji aliyê çavkaniyên avê pir dewlemend e û mirov dikare vê bike çavkaniyeke mezin a aboriyê ji bo miletê me. Berî niha jî me li Gimgimê xwestibû projeyeke wiha pêş bixin lê walîtiya li vir asteng kiribû. Lê em ê vê carê wekî şaredarî hewl bidin projeyeke wiha bibin serî. Dîsa mirov dikare ji germavan jî îstifade bike û wan têxe xizmeta Gimgimê. Em dixwazin bi rêya projeyan, xelkê me yê li vir, li metropolên Tirkiyeyê û li Ewrûpayê tevlî xebatê bikin û tev bi hev re Gimgimê ji vê rewşa xerab rizgar bikin.Di vê meseleyê de êdî em nikarin li hincetan bigerin. Teqez divê vê carê em bikin ê bi ser bikevin.

Gulbahar Kaya: Ji metropolên Tirkiyeyê carnan karsaz tên serdana me û em li ser hin meseleyên Gimgimê danûstendinan dikin. Ew jî derbarê koça ciwanan a ber bi Ewrûpayê ve gelek aciz in. Hin ji karsazan, wekî hevalê min Giyaseddîn Aydemîr jî got, dixwazin şîrketeke hilberîna avê li Gimgimê çêkin û qadeke xebatê ji ciwanan re vekin.

Karsazên me dixwazin di ware îstihdama jinê de jî hevkariyê bi me re bikin. Mirov dikare projeyeke avakirina atolyeyên tekstîlê ji bo jinê ava bike. Dema ev pêk were, karsazên me yên li Ewrûpa û metropolên Tirkiyeyê dikarin di ware dîtina bazara ji bo berhemên van atolyeyan jî alîkariya me bike.

Em dixwazin bi rêya projeyan, xelkê me yê li vir, li metropolên Tirkiyeyê û li Ewrûpayê tevlî xebatê bikin û tev bi hev re Gimgimê ji vê rewşa xerab rizgar bikin.

Harîteya fîzîkî ya Gimgimê û gundên navçeyê. /Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen

Yek ji herêma herî zêde asîmîlasyon giran e Serhed e. Ji bo parastina çand û zimanê kurdî wê xebateke we ya şênber hebe?

Giyaseddîn Aydemîr: Binêrin bo nimûne, ez niha mamoste me ema kurdiya min ne pir baş e. Ev kêmasiyeke me ya herî mezin e. Lewma, ewil em ê kursên perwerdeyê vekin ji bo zarokan. Em ê bêtir kursên havînê vekin da ku hemû zarok tevlî bibin. Di vê meseleyê de em dayikan jî difikirin. Îro hûn biçin Qerekoyê hûn ê bibînin dayik êdî bi zarokên xwe re bi tirkî diavixin. Dema tu bi tirkî diaxivî herwekî ku qîmeta te bilind dibe. Û dema tu bi kurdî diaxivî herwekî ku tu bêqîmet dibî.  Berî niha welatiyên li navenda Gimgimê li kolanê piranî bi tirkî diaxivîn lê li malê bi kurdî diaxivîn. Ema niha li Qereqoyê,  li Hecîbegê û Rindaliya jî tirkî serdest bûye. Yanî dayik tirkî jî baş nizanin ema bi zorê didin xwe bi tirkî biaxivin.  Asîmîlasyoneke giran heye li Gimgimê. Lewma dive ewil em hişmendiya ziman bidin dayikan. Dîsa em difikirin ji bo mamosteyên me kursên xwendin û nivîsandina kurdî vekin. Di warê folklorîk de em dikarin dengbêj û çîrokbêjan bînin cem hev û şevên çandî li dar bixin. Em dikarin berhevên çanda devkî ji nava gel berhev bikin û wan biparêzin. Em difikirin careke din Festîwala Gimgimê li dar bixin. Dema festîwal dihat lidarxistin ji Mûşê, ji Kopê, ji Xinûsê û ciyên din tevlîbûneke mezin dibû. Em di vî warî de dixwazin hevkariyê ji rewşenbîrên Gimgimê yên li welat û derveyî welat jî bigirin.

Li Gimgimê kurmancî û zazakî tê axaftin û divê em ji bo herduyan jî xebatê bikin. Di dema me de xebata ziman bi rêya navenda çandê dihat meşandin. Lê ev der ji aliyê qeyûm ve hat girtin ê dawî li xebatê hat anîn. Em ê navendeke ji wê jî mezintir vekin û di destpêkê de ji bo zarokan kursên zazakî û kurmancî vekin.

Gulbahar Kaya: Li Gimgimê kurmancî û zazakî tê axaftin û divê em ji bo herduyan jî xebatê bikin. Di dema me de xebata ziman bi rêya navenda çandê dihat meşandin. Lê ev der ji aliyê qeyûm ve hat girtin û dawî li xebatê hat anîn. Em ê navendeke ji wê jî mezintir vekin û di destpêkê de ji bo zarokan kursên zazakî û kurmancî vekin. Jê pê ve, karê kursên muzîk û qadên din ên hunerê jî wê li vê navendê hebin.

Baş e, li Gimgimê şensê partiyên sîstemê ya ji bo biserketina di hilbijartinê de heye?

Giyaseddîn Aydemîr: AKP û CHP li vir dixebitin. Lê bi ya min, şensê wan ê li vir biserbikevin tune ye. Em dibêjin êdî li welatê me divê partiyê sîstemê neyên ser kar. Em bi her awayî ji wan baştir dixebitin. Xelkê Gimgimê hertim serbilind bûne û ji doza xwe tu carî tawiz nedane.

Gulbahar Kaya: Bi ya min, piştî vê pratîka wan a talanê, qet şensê partiyeke sîstemê tune ye piraniya dengên gel bigire. Bi hejmareke pir mezin em ê dengên gel bigirin û werin ser kar.

Fotoyê sereke: Navenda Gimgimê/Bianet 

————————————-

Giyaseddin Aydemir

Di 1958an de ji dayik bû. Di 1998an de Enstîtuya Perwerdeyê ya Zanîngeha Wanê mezûn bû. 37 sal wekî mamoste û rêvebir di qada perwerdeyê de kar kir. Aydemîr di sala 2019an de tevlî çend mamosteyan hat sirgûnkirin û di roja ewil a sirgûnê de teqawid bû. Aydemîr, bi dûv vû re bû serokê Komeleya Bedewkirin Çand û Piştgiriyê ya Gimgimê.

Gulbahar Kaya

Di 1978an de li Gimgimê ji dayik bû. 2009an ji Beşa Hunerên Destan a Zanîngeha Balikesirê mezû bû. Paşê wekî mamosteyê wêneyê 2 sal li Gimgimê xebitî. Di 2011an de li BDPê bû hevseroka navçeyê ya Gimgimê. Di 2016an de li Mala Jinê ya Şawûşkayê ya Şaredariya Gimgimê dest bi xebatê kir. Di heman salê de derbasî Navenda Çandê ya Mordemê ya bi ser şaredariyê dest bi kar kir. Bi dûv îstîfaya xwe ya di dema qeyûm de, di 2017an de hat girtin. Piştî 4 salên girtîgehê, dest bi karê Tevgera Jinên Azad (TJA) kir.

———————————–

Reşadê Şemo
1971an de li gundê Qerekoy a Gimgimê ji dayîk bû. Di 13 salîya xwe de ji Gimgimê derket û demekê li metropolên Tirkiyeyê Edene û Bûrsayê jiyana xwe domand. Di 1991-2003 de di nava karûbarê siyaseta kurd de cî girt. Di 2003an de ji ber karên xwe yên siyasî koçî Fransayê kir. Reşadê Şemo du pirtûkên helbestê yên bi navê Stêrka Berbangê û Evîna Welat nivîsandine.Berhemên wî ji aliyê weşanxaneyên Doz û Sîtavê hatine weşandin.

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Kurd li Almanyayê daxwaza azadîya Ocalan kirin

Çalakîya mezin a ji bo azadîya Abdullah Ocalan li bajarê Kolnê a li Almanyayê hat …