Talana li Çîyayê Gabarê giran dibe

Armanca sereke ya talana li Çiyayê Gabarê hewldanên zêdekirina hilberîna petrolê ye. Dewleta tirk di 2023an de li çiyê petrol kişf kir û bi lez dest bi amadekarîyên petrolê kir. Niha li deverên cuda yên Gabarê, 97 bîr rojane 80,000 bermîl petrol hildiberînin. Dewlet dixwaze hilberîna li Çiyayê Gabarê rojane derxe 100,000 bermîlan.

Talana çavkanîyên bakurê Kurdistanê bê navber berdewam dike. Herêma Botanê yek ji navenda talanê ye ku ji alîyê dewletê ve tê meşandin.

Di demên dawî de li gelek deverên Çiyayê Gabarê dar tên birîn. Çûnûhatina ciyên talana xwezayê  ji alîyê artêşa tirk ve hatîye qedexekirin. Li van deveran ji aliyê cerdevan û leşkeran ve bênavber dar tên birîn. Şîrketên madenan jî bi rêya bikaranîna dînamîtan dibin sebeba hilweşîna xwezayê.

Ji ber encamên teqînên dînamîtan û birîna daran jîngeha gelek heywanên hov tên tunekirin. Dîmeneke nû ya gihîşt ber destê çapemenîyê wêraniya li Çiyayê Gabarê bi zelalî nîşan dide.

Dîmenê nû yê weraniyê

Dîmena ji alîyê welatiyekî/e ve hat tomarkirin nîşan dide hirçek ji ber hilweşîna jîngehê ji wargeha xwe direve. Dîmen nîşan dide, eşkere her derê çiyê bi sondaj û bîrên petrolê hatine wêrankirin. Ji aliyê din ve bi hezaran darên hatine birîn ûn li kêleka rê hatine berhev kirin di dîmenê de dikarin bên dîtin.

Yek ji bajarê ku herî zêde xwezaya wî tê talankirin Şirnex e. Li Şirnexê birîna daran, kanên maden, lêgerîna petrol û bi bendavan xweza tê talankirin. Talankirina xwezayê ya Şirnexê bi salan e di rojevê de ye. Li herêmên çiyayê Cûdî, Gabar, Besta, navçeya Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn û herêmê vedigerînin çolistanê. Herêmên ku ji welatiyên Şirnexê re bi hinceta “Ewlehiyê” hatinê qedexekirin pêşkeşî şîrketan hatine kirin û bi destê cerdevan û lêşkeran bê navber dar tên birîn.

Darên tên birîn ji bo neqlkirinê tên komkirin

Çiyayê Gabarê û petrol

Armanca sereke ya talana li Çiyayê Gabarê hewldanên zêdekirina hilberîna petrolê ye. Dewleta tirk di 2023an de li çiyê petrol kişf kir û bi lez dest bi amadekarîyên petrolê kir. Niha li deverên cuda yên Gabarê, 97 bîr rojane 80,000 bermîl petrol hildiberînin. Dewlet dixwaze hilberîna li Çiyayê Gabarê rojane derxe 100,000 bermîlan. Bi vê armancê jî  Şîrketa Hevkariyê ya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û şîrketa Turkish Petroleum International Company (TPIC) dixwaze piranîya wan li Gabarê, hejmara bîran derxe140î.  Hukumeta Erdogan ji bo pêkanîna talana petrolê li Gabarê heta niha 300 km rê çêkîr û niha dixwaze vê tora rê derxe 600 kmyî.

Floraya çiyê

Çiyayê Gabarê xwedî daristanan û florayeke dewlemend e. Çiya di heman demê de warê pezkovî, gur, hirç, kergî, kew û gelek heywanên din in. Ji ber lêgerîna petrolê û çêkirina rêyan jîngeha li çîyê xera bû. Herwiha, encamên teqînên dînamîtan ligel hilweşîna jîngehê û stargehên heywanan erozyona axê pêk tê av qirêj dibe.  Ji ber qirêjiya avê gelek gundên li nêzî Gabarê bê av man e. Li Çiyayê Gabarê  ji sala 2022yan vir ve ji aliyê Şîrketa Hevkariyê ya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û şîrketa Turkish Petroleum International Company (TPIC) ve li ser navê lêgerîna petrolê xweza tê talankirin.

Herêma Botanê navendeke talana dewleta tirk e

Şirnex û qirkirina xwezayê

Ji ber tunekirina daristanan parêzgeha Şirnexê vediguhere çolistanê. Li gelek deverên Şirnexê kanên komirê, madenê, kevir û qûmê hatine vekirin. Li Şirnexê ji bo 40 kanên maden, komir, qûm û keviran ruhsat (desturname) hatine dayîn. Çiyayên Cûdî û Gabarê veguherîne navendên kanên madenê. Heman xebat li deverên bi ser navenda Şirnexê ve, li navçeyên Cizîr, Silopiya, Elke û Qilebanê jî berdewam dikin. Ji bo vekirina kanên madenê li bendeyî rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (bi tirkî ÇED) nayê sekinandin û ev jî hiqûqa heyî ya di vê mijarê de binpê dike.

Nivîs ji hejmara 26. a e-kovara Kurdistanê hatîye girtin

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …