Rêbazên talana xwezaya Botanê di salên dawî de hatîne guherandin. Berîya birîna daran ‘herêma ewlekariyê ya taybet’ ji alîyê Walîtîya Şirnexê ve tê ragihandin. Paşê, bi îhaleyên ku piranî didin cerdewanan destûra qirkirina xwezayî tê dayîn.
Talana Botanê ya li bakurê Kurdistanê belavî hemû alîyên herêmê dibe. Li deverên Besta, Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabarê, Kûreş, Komatê û Cilênimêja yên bi ser Şirnexê ve dar tên birîn. Deverên din ên qirkirina xwezaya Kurdistanê lê pêk tê Elk û Qilaban e. Birîna daran a li herêmê ji Qeşûrana bi ser navçeya Qilebanê heta Geliyê Bêtkarê belav bûye.
Li ciyên daristan tên talankirin hemû cureyên endemîk ji holê tê rakirin. Bi birîna daran re paralel çavkanîyên binderdê yên li deverên daristanan jî tên talankirin. Ji bo sebeba birîna daran a Ii Bêtkarê hinceta “avakirinakalekolê” hat nîşandayîn.
Herwiha, birîna daran li çoltera navçeya Elkê a li rojhiatê Şirnexê jî bergireh dibe.
Li Elk û Qilebanê birîna daran ji alîyê cerdevanan di bin kontrola Artêşa Tirk de tê kirin. Tê ragihandin, ji bo darên hatine birîn derdora 40 traktor tên bikaranîn û bi her traktorekê rojane 4 sefer tên kirin. Her traktor dikare 4-5 ton dar bar bike û ev jî rojane dike 600-700 ton.
Kesên beşdarî birîna daran bûne rojane hezar TL yewmiye werdigire. Ji bo veguhestina darên hatine birîn xwedîyê traktoran jî ji bo her seferekê hezar TL pere qezenc dikin. Piraniya darên tên birîn li pêşiya Xereqola Xabûr 2 û klubeyên cerdevanan tên komkirin. Ji vir jî darên hatine talankirin bi TIR û kamyonan dişînin bajarên cuda.
Rêbazên nû yên talanê
Rêbazên talana xwezaya Botanê di salên dawî de hatîne guherandin. Berîya birîna daran ‘herêma ewlekariyê ya taybet’ ji alîyê Walîtîya Şirnexê ve tê ragihandin. Paşê, bi îhaleyên ku piranî didin cerdewanan destûra qirkirina xwezayî tê dayîn.
Bo nimûne, Walîtîya Şirnexê li gelek deverên bi ser bajêr ve û li navçeyên Silopîya, Qilaban û Elkê ji bo 15 rojan ‘herêma ewlekariyê ya taybet’ ragihand. Herêmên navborî ji ketin û derketina sivîlan re tê qedexekirin û ji her cûre talanê re tê vekirin. Li van herêmên ji gel re tê qedexekirin dar ji aliyê cerdevanan ve ji kokê ve tên birîn.
Li alîyekî din, dewletê bi van îhaleyên derqanûnî hiqûqa xwe jî binpê dike. Li gorî hiqûqa kolonyalîzma li Kurdistanê ji bo parastina qalekol û qereqolan divê di qadeke 500 karemêtroyan de dar bên birîn. Lêbelê dewletê vê pêk nayne û destûrê dide di qadeke ku berfirehbûna wê 5 hezar donim de talanê dikin.
Talan ji fezayê xuya dike
Asta qirkirina xwezayî ya li Botanê ji ber tunebûna lêkolîneke bikîtekît baş nayê zanîn. Sazîyên parastina ekolojîyê yên li Kurdistanê piranî bi protestoyên li hemberê vê talanê xwe bi sînor dikin.
Di demên dawî de Yekîtîya Ekolojîyê dixwaze bi daxuyanîyên xwe balê bikişîne ser vê mijarê. Hevberdevkê vê sazîyê Suleyman Eryilmaz dide zanîn, di salên dawî de ji % 8ê daristanên li Şirnexê ji holê rabûne. Eryilmaz diyar dike, dîmenên satelaytan (peyk) yên Çiyayê Cûdî ferqa birîna daristanan a di navbera 2013an û 2023an de baş li ber çavan radixe.
Eryilmaz gotinên xwe wiha didomîne:
“Ev yek jî dide nîşandan ku qirkirina ekolojiyê pêk hatiye. Bi awayekî aşkere daristanan ji holê radikin û daran li kamyonan bar dikin û dibin. Tevî hemû îtîrazan jî guhên xwe nadin û dikin. Qirkirina ekolojiyê bi zirara bêveger tê pênasekirin. Ev tê wateya ji holê rabûna ekosîstemê. Tişta ku li Şirnexê îro tê jiyîn ev e.”
Çavkanîyên avê çikîyan
Talana daristanan li Botanê zirarê dide hemû ekosîstemê li herêmê û çavkanîyên avê diçikîne.
DEM Partîyê jî di demên dawî de bi daxuyanîyan dixwaze vê talana xwezaya Botanê bîne rojevê.
Parlamenterê DEM Partîyê yê Şirnexê Zekî Îrmez derbarê talana li Botanê wiha diaxive:
“Hem qadên daristanî têne talankirin hem jî rê ber bi cihên bêne talankirin tê çêkirin. Mixabin li hin deveran gundî dibêjin çavkaniyên avê çikiyan e. Ji ber karên sondajê nikarin baxçeyê xwe av bidin. Bi karên kanên komirê û lêgerîna li petrolê re Cûdî ji du aliyan ve hatiye qulkirin. Li Bestayê bi taybetî li aliyê Dihê, li herêma ku dikeve aliyê Herekolê daristan niha têne birîn. Bi ragihandina ‘Herêma ewlekariya taybet’ ketin û derketina li vê herêmê hatiye qedexekirin. Statuya hemûyan bi vî rengî ye. Destûr nayê dayin ku mirov derbasî herêmê bibin. Lêbelê ji bo kesên ku daran dibirin qedexe nîne. Yan jî şîrketên ku li petrolê digerin bi hêsanî dikarin biçin wan herêman, sondajê bikin. Yên ku ji MTAyê tên dikarin bi hêsanî derbasî herêmê bibin. Yanî li wan qedexe nîne. Lê belê ew herêm li koçeran qedexe ye. Li mirovên me yên ku dixwazin biçin gundên xwe, baxçeyên xwe av bidin qedexe ye. Mînak, dema ku hûn dixwazin biçin Cûdî bi taybetî ji bo herêma li aliyê Şirnexê dibêjim; bêyî belgeya destûrê hûn nikarin gavekê biavêjin.”
Talan parçeyeke konsepta şer e
Bi salane deshilata kolonyalîst bi hinceta “ewlehiyê” polîtîkayên şer li Kurdistanê kûr dike. Di salên dawî bi giştî armanc xwezaya Kurdistanê ye. Polîtîkayên dewletê îro qirkirina xwezayê aniye asta karesateke mezin. Berê agir bi daristanan dixistin, niha ji kokê ve daran radikin.
Li Botanê xweza bi destê dewletê ji şirketên rantê re tê pêşkêş kirin. Bi qedexeyan gel ji xwezayê tê qutkirin û bi vê ve girêdayî, koçkirineke neçarî li ser gelê Botanê tê ferz kirin. Bi gotineke din, qirkirina xwezayê tevlî talankirina maden û petrola herêmê, bi polîtîkayên bêmirovkirinê re paralel tê meşandin. Herwiha, kanî û robarên herêmê ji ber zift û ava komirê pîs dibe û dibe sedema baxçeyên fêkiyan hişk bibe.
Beşeke jiyana kurdan koçerîye û koçervanî li Kurdistanê çandeke qedîm e. Debara gelê Botanê piranî li ser berhevkariya nebatan û xwedîkirina sewalan e. Lê bi talana xwezayî re niha ev her du çavkanîyên debarê jî ketîye nava xetereyê. Bi vê konseptê armanç dikin gelê kurd û xwezaya wê ji hev qut bikin û wê di nava bajaran de bihelînin.
———————————–
Fotoyê sereke: Nexşeya talana li Botanê/Ji ber rûpela FB ya Abdurrahman Onen hatîye çêkirin
Gotar di hejmara 9. a Kurdistanê de hatîye weşandin