Arşîvên Tag: amerîkaya latîn

Li Peruyê aloziya piştî girtina Castillo

Li Peruyê serokomar Pedro Castillo ji kar hate dûrxistin û paşê jî hate girtin. Ev jî aramiya bisînor a li Peruyê bi dawî kir û derî aloziyeke din a polîtîk vekir. Li Peruyê aloziya piştî girtina serokomar Pedro Castillo berdewam dike. Navenda protestoyên dawî wekî berê vê carê jî paytexta …

Bêtir »

Kolombiya û ELN dest bi muzakereyan kirin

Kolombiya û rêxistina gerîla Artêşa Rizgariya Kolombiyayê (ELN) dest bi proseya muzakereyan kirin. Civîna şandeyên her du aliyan anî cem hev, duh li paytext Caracas a Venezuelayê hate lidarxistin. Hukumeta Kolombiyayê û rêxistina gerîla Artêşa Rizgariya Kolombiyayê (ELN) dest bi proseya muzakereyan kirin. Civîna şandeyên her du aliyan anî cem …

Bêtir »

Li Brazîlê serkeftin bû para Lula

Lula da Silva 51 ji % dengan wergirt û namzetê rastgir û Jair Bolsonaro têk bir. Lulayê di navbera 2003-2010’an de serokatiyê kiribû, dîsa bû xwedî mafê serokatiya welêt. Tûra duyemîn a hilbijartina giştî ya Brazîlê bi serkeftina namzetê çepgir Luiz Inacio Lula de Silva bi dawî bû. Lula da …

Bêtir »

Li Haitiyê raperîna gel berfireh dibe

Haitiya ku welatê herî aloz ê Amerîkaya Latîn e aram nabe Ji îlonê û vir ve gelê vê giravê ji ber buhayên enerjiyê çalakiyan li dar dixin Hukumeta welêt ji ber bêkeriya xwe ji bo mudaxeleyê bang li cîhanê kir Li Haitiyê sebebên protestoyan naguhere. Civak li hember buhayê zêde …

Bêtir »

Serokê Peruyê rastî zexta hiqûqî hat

Serê lîderê Peruyê Castillo ji belayê rizgar nabe Şefê welêt vê carê rastî giliyê Serdozgeriya Peruyê hat Serokê Peruyê Pedro Castillo piştî ajîtasyona siyasî, îcar jî midaxaleya sîstema hiqûqê hat. Serdozgeriya Lîmayê, Castillo bi lîderiya rêxistineke sûcan û gendeliyê tawanbar kir. Îddia ev e, Castillo Destûra Bingehîn binpê kiriye û …

Bêtir »

Li Brazîlê Lula nêzîkî serokatiyê ye

Encamên hilbijartinê wekî texmînan derketin û Lula bi 5 pûanan ket pêşiya Bolsonaro Lîderê çepgir Lûla 48 ji %  dengan wergirt Serokê heyî Jair Bolsonaro jî bû xwediyê 43 sedî ji dengan Li Brazîlê ji bo hilbijartina giştî welatî duh çûn ser sindoqan. Li derdora 150 milyon kes ji bo …

Bêtir »

Li Şîliyê 49 sal di ser derbeyê re derbas bûn

Şîlî, di salvegera derbeya general Pinochet de li nava hev ket Bi dehezaran kes daketin kolanan û zilma dema derbeyê protesto kirin Li Şiliyê di 1970’an de Salvador Allende hatibû ser kar û bi reformên demokratîk pêk anîbû Paşê 1973’an de bi rêberiya general Pinochet de derbeyeke leşkerî pêk hatibû …

Bêtir »

Li Kolombiyayê banga ji bo aştiya giştî

Serokê Kolombiyayê Gustavo Pedro di serdana xwe ya ji bo bakur-rojavayê welêt banga agirbestê li komên çekdar kir Pedro got, di çarçoveya plana xwe ya aştiyê de li Kolombiyayê ew dixwaze “aştiyeke giştî” serdest bibe. Serokê Kolombiyayê Pedro ku ev 2 meh in li ser kar e, bi lez bernameya …

Bêtir »

Gustavo Petro dest bi serokatiyê kir

Li Kolombiyayê serokê nû Gustavo Petro dest bi kar kir Petro endamê berê yê rêxistineke gerîla ya Kolombiyayê bû Bi Gustavo Petro re cara ewil li Kolombiyayê siyasetmedarekî çepgir dibe serokê welêt Bernameya fermî ya ji bo destpêka serokatiya Gustavo Petro li paytext Bogotayê hate lidarxistin. Di bernameyê de serokê …

Bêtir »

Berxwedana hebûnê ya Mapûçeyê

Mapûçiyên serhildêr, li stargehên nû xwe amade kirin û paşê bi êrişeke mezin, keleyên sembola zilm a kolonyalîzmê bi axê re kirin yek. Ev cara yekemîn bu ku miletekî li parzemîna Amerîkayê, kolonyalîstên hêzdar ên Îspanyol têk dibir. Ev çiyayên herdem serê wan bi berf, çemên avzelal û daristanên wekî …

Bêtir »

Salvegera Şoreşa Sandînîst hat pîrozkirin

    Li Nîkaraguayê ku welatekî Amerîkaya Latîn e, Şoreşa Sandînîst a 19’ê Tîrmeha 1979’an tê pîrozkirin. Pîrozbahî di 17’yê Tîrmehê de ku roja reva dîktator Anastasio Somosa ya ji welat bû, dest pê kirin. Vê rojê wekî “Roja Dilşadiyê” tê binavkirin û pîrozkirin. Di roja yekemîn a pîrozbahiyan de …

Bêtir »

Puerto Rico, koloniyeke îflaskirî

    Porto Rico kolonoyike Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye lê ji 1952’an û vir ve bi awayekî fermî statuya Dewleta ku bi Serbestî beşdarî dewleteke din bûye, wergirtiye. Di rastiyê de ev te vê wateyê ku welat xwedî xwerêvebirineke bisînorkirî ye. Welat dikare ji bo karên xwe yen …

Bêtir »

Bêaramiya civakî ya li dora projeyên hîdroelektrîkê yên li Guatemalayê

    Huehuetenangoya li bakurê Guatemalayê du hefte berê dema komeke mirovan a ji 150 kesan pêk dihat a ku bi maskeyan ketin hundirê tesîsa projeya hîdroelektrîkê ya pirneteweyî ya li şaredariya San Mateo Ixtatan û hin makîne û avahiyê hilweşandin, bû ciyê serhildana gel. Ev bûyer, ji nakokiyên civakî …

Bêtir »

Pevçûna Êtûna Conga: Cajamarca teslîm nabe

    Şerê li ser projeya Êtûna Conga yek ji nakokiya civakî ya heyî ya herî berfireh a li Perûyê ye. Îro, nifûsa lokal li dijî yek ji projeyên madenvaniyê zêr a herî mezin a Amerîkaya Latîn Minas Conga di ber xwe didin. Rewş bêaram e û berxwedan didome lê …

Bêtir »

Rêvebirê Şîliyê ji gelê mapûçe lêborînê xwest

    Waliyê herêma Araucaniayê ya li başûrê Şîliyê ji ber zilma li ser gelê mapûçe hatiye meşandin û erdên wan hatiye dagirkirin ji gelê mapûçeyê lêborînê xwest. Walî Francisco Huenchumilla ku ji aliyê Serokomarê Şîliyê Michelet Bachelet ji bo temsîlkirina Araucaniayê hatibû peywirdakirin, di daxuyaniya xwe ya çapemaniyê ya …

Bêtir »

Seroka Şîliyê ji bo mafên gelê mapûç di bin zextan de ye

    Gelek rêxistinên sivîl ên ji Şîliyê û yên navneteweyî ji seroka Şîliyê Bachelet daxwaz kirin ku dawî li polîtîkaya dewleta xwe ya li hember gelê mapûç ê ku dixwaze li ser erdên xwe bijî, bîne. Rêvebirê kevneşopî yê Mapûçe ku tê darizandin, diyar kir ku hikumeta Şîliyê dixwaze …

Bêtir »

Facebook li Paraguayê li çi digere?

    Tora sosyal Facebook ku li cîhanê bi tevahî 1.2 mîlyar bikarhênerên wê hene, xizmeta xwe bi zimanê guaranî da destpêkirin. Xizmeta bi vî zimanê ku li Paraguayê tê axaftin, bi awayekî fermî di 3’yê Berfanbarê de li stasyona trênê ya li paytext Asuncionê dest pê kir. Wergera ji …

Bêtir »