Claudia Sheinbaum bû seroka Meksîkayê

Claudia Sheinbaum di hilbijartinê de bi % 58ê dengan bû seroka Meksîkayê.

Bi vê encamê, cara ewil jineke pozîsyona sîyasî ya herî bilind a li vî welatî bi dest dixe.

Ji îro pê ve Meksîka wê ji aliyê jinekê ve bê birêvebirin.

Claudia Sheinbaum di hilbijartinê de bi % 58ê dengan bû seroka Meksîkayê.

Reqîbê herî nêzîk ê siyasetvana jin, Xochitl Galvez bû ku encax dikarîbû ji % 29ê dengan bigire.

Bi vê encamê, cara ewil jineke pozîsyona sîyasî ya herî bilind a li vî welatî bi dest dixe.

Sheinbauma 61 salî şaredarê paytexta welêt Mexico Cityê û namzeta Partîya Morena bû.

Ev partî di heman demê de partîya serokê berê Andres Manuel Lopez Obrador e.

Niha ji 23 ji 32 eyaletên Meksîkayê di bin kontrola vê partîyê de ye.

Namzeta jin a hat hilbijartin diyar dike, ew ê polîtîkayên serokê berê eynî wekî berê bidomîne.

Meseleya herî dijwar a li pêşîya Claudia Sheinbaumê rewşa xerab a aborîyê ye.

Şîdeta komên mafyayê yên bazirganîya tilyaqê kontrol dikin, meseleyeke din a Meksîkayê ye.

Di prosesa hilbijartinê de gelek namzet ji alîyê komên çeteyên mafyayê ve hatin kuştin.

Di têkoşîna li dijî mafyaya tilyaqê ku di 2006an de dest pê kir, li derdora 400,000 kes hatin kuştin.

—————————–

Foto: Seroka nû ya Meksîkayê Claudia Sheinbaum

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …