Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an jî otonomîya di asta nîv-dewletê de ya di bin sîwana Amerîkayê de.
Puerto Rico wê referandûma ji bo statuyê li dar bixe.
Welatî wê dengên xwe yên ji bo statuyê di hilbijartina di 5ê çirîya paşîn (mijdar) de bi kar bînin.
Di hilbijartinên li Puerto Ricoyê ji bo walî, parlamento û senato deng tên dayîn.
Lebelê dengdayîna ji bo diyarkirina statuyê giringîya hilbijartinê zêde dike.
Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an jî otonomîya di asta nîv-dewletê de ya di bin sîwana Amerîkayê de.
Dengdan bi pêşengîya Partîya Pêşverû ya Nû (PNP) ve tê lidarxistin.
Herçî Partiya Serxwebûnê ye ku li welêt gav bi gav mezin dibe, hikumeta herêmê ji bo bidesxistina statuyê têra xwe ji dil nabîne.
Serokê partîyê Juan Dalmau dibêje, eger ew werin ser kar wê ji bo bidawîkirina sîstema kolonyal Meclîsa Statuyê ya Neteweyî damezrînin.
Puerto Rico giravekî li Deryaya Karayîbê ye û di bin kontrola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye.
Nifûsa giravê nêzîkî 4 milyonî ye û 5 milyon welatîyên giravê jî li Amerîkayê dijîn.
Li gorî statuya wê ya fermî, Puerto Rico dewleteke ku bi serbestî tevlî Amerîkayê bûye.
Tevlî vê jî, di pratîkê de rewş ne wiha ye û girav ne parçeyeke hiqûqa Amerîkayê ye û ne jî xwedî otonomîyeke xurt e.

Loma jî statuya giravê zêdetir dişibe kolonîyeke DYAyê.
Meclîsa Nûneran a Amerîkayê di 2022an de di biryareke xwe de mafê tevlîbûna Amerîkayê û mafê serxwebûna Puerto Ricoyê naskir.
Lê Senatoya Amerîkayê biryara Meclîsa Nûneran qebûl nekir.
‐——————————————–
Foto: Ala Puerto Ricoyê
Infowelat