Kolombiya û ELN dest bi muzakereyan kirin

Kolombiya û rêxistina gerîla Artêşa Rizgariya Kolombiyayê (ELN) dest bi proseya muzakereyan kirin.

Civîna şandeyên her du aliyan anî cem hev, duh li paytext Caracas a Venezuelayê hate lidarxistin.

Hukumeta Kolombiyayê û rêxistina gerîla Artêşa Rizgariya Kolombiyayê (ELN) dest bi proseya muzakereyan kirin.

Civîna şandeyên her du aliyan anî cem hev, duh li paytext Caracas a Venezuelayê hate lidarxistin.

Di encamnameya di dawiya civînê de aliyan baweriya xwe ya bi proseya diyalogê îfade kirin.

Tûra yekemîn a hevdîtinên hukumeta Kolombiyayê û ELNê wê 20 roj berdewam bike.

Serfiraziya di civînan de hate bidestxistin wê dirêjahiya muzakereyan diyar bike.

Li Kolombiyayê herêmên ELN lê xebateke aktîf dimeşîne.

Di serê meha cotmehê de, hevdîtineke din a ji bo amadekirina proseya muzakereyan li Caracasê hatibû lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye muzakereyên aştiyê yên bi ELN’ê re rasterast bi hilbijartina serokê Kolombiyayê Gustavo Petro ve hatibû rojevê.

Petro, piştî hilbijartinê, di meha tebaxê de ji bo bidawîkirina aloziyê banga aştiyê li ELN’ê kiribû.

Muzakereyên aştiyê yên bi ELN’ê re di 2016’an de dest pê kiribû.

Di heman salê de Kolombiya bi peymaneke aştiyê şerê FARC’ê re bi dawî kiribû.

Lêbelê proseya aştiyê yê bi ELN’ê re bi di 2019’an de bi dawî bûbû û aloziya bi bê rêxistinê re berdewam kiribû.

ELN piştî aştiya bi FARC’ê re bû rêxistina gerîla ya bi herî bi hêz a Kolombiyayê.

Tê ragihandin di navbera 2500 û 4000’an de gerîlayên vê rêxistinê hene.

Hêza ELN’ê

ELN piştî aştiya bi FARC’ê re bû rêxistina gerîla ya bi herî bi hêz a Kolombiyayê.

Tê ragihandin di navbera 2500 û 4000’an de gerîlayên vê rêxistinê hene.

ELN bi taybetî li 7 heft deverên Kolombiyayê ku piraniya wan li herêma Pasîfîkê ne aktîf e.

Ji bilî vê herêmê, li ser sînorên Kolombiya û Venezûelayê jî rêxistin xwedî hêzeke şer e.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …