Surinam di 25ê Mijdara 1975’an de serxwebûna xwe ragihand.
Riya ji bo serxwebûna Surinamê ne bi şerê rizgariyê lêbelê bi dîplomasiyê pêk hat.
Welatê Amerîkaya Latîn Surinam di 25ê Mijdara 1975’an de serxwebûna xwe ragihand.
Riya ji bo serxwebûna Surinamê ne bi şerê rizgariyê lêbelê bi dîplomasiyê pêk hat.
Surinam ji sedsala 17. û vir ve di destê dewleta Holandî de bû.
Li plantasyonên mezin ên li welêt çandiniya şekir dihat kirin.
Ji bo vê çandiniyê kedeke mezin pêwîst bû û ev jî bi riya koleyên Afrîkî ve dihat kirin.
Dewleta Holandî tevlî saziyên fînansê berpirsê bazirganiya koleyan û çandiniyê bû.
Piştî qedexekirina koledariyê ya di 1863’an de jî Surinam hebûna xwe ya wekî koloniyeke Holandayê berdewam kir.
Di 1954’an de Surinam statuya yek ji welatekî damezrîner ê Kraliyeta Holandayê wergirt.
Di destpêka salên 1970’an serxwebûna Surinamê ket rojeva Holandayê.
Hukumeta çepgir a wê demê însîyatîfekê da destpêkirin û di 1975’an de serxwebûna Surinamê nas kir.
Têkiliyên bi Holandayê re
Tevî vê jî Surinam têkiliyên xwe yên dîplomatîk, aborî û çandî bi Holandayê re domandin.
Yek ji sebebeke vê nêzîkbûnê hebûna Holandîaxêvên li Surinamê ye.
60 ji % nifûsa Surinamê bi zimanê Holandî diaxive
Lewma Holandî zimanê fermî yê Surinamê ye.
8 zimanên heyî yên xweciyan jî bi awayekî fermî hatine naskirin.
Infowelat
—————————-
Foto: Ala Surinamê