Di hilbijartina duh de serokê Venezûelayê Nicolas Maduro careke din bi ser ket.
Maduro ji % 51ê hemû dengan wergirt wê heta 2031an li ser kar bimîne.
Amerîka di derbvarê encamên hilbijartinên Venezûelayê de fikarên îfade kirin.
Panoramaya sîyasî ya Venezûelayê bi hilbijartinan naguhere.
Di hilbijartina duh de serokê Nicolas Maduro careke din bi ser ket.
Hat ragihandin, Maduro ji % 51ê hemû dengan wergirtîye.
Bi vê encamê, Maduro wê heta 2031an serokatîya xwe bidomîne.
Namzetê mixalefeta destekê ji DYAyê werdigire, dikarîbû ji % 44.2yê dengan bi dest bixe.
Mixalefeta herdem di hilbijartinan de têk diçe, îhtiraz li encamên vê dengdanê kir.
Amerîka di derbvarê encamên hilbijartinên Venezûelayê de fikarên îfade kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got, hukumeta wî di wê bawerîyê de ye “encamên hatine ragihandin daxwaza gelê venezûelayî nîşan nade.”
Serokê heyî Nicolas Maduro ji 2013an û vir ve li Venezûeayê li ser kar e.
Maduro ji alîyê serokê berê Hugo Chavez ve wekî namzetê lîderîyê hatibû nîşandan.
Dema Hugo Chavez
Hugo Chavez di 1999an de hatibû ser kar û heta mirina xwe ya di 2013an de li ser kar mabû.
Dema Chavez ji ber polîtîkayên şoreşger wekî Şoreşa Bolîvar hatibû pênasekirin.
Chavez dest danîbû ser şîrketên petrolê yên welêt ku di bin kontrola hêzên bîyanî de bû.
Herwiha, di dema Chavez de polîtîkayên civakî-aborî yên di lehê xizanan de hatibûn şopandin.
Ev jî bûbû sebeb bingeha desteka ji bo rêveberîya nû di nava gel de berfireh bibe.
——————————————-
Foto: Nicolas Maduro û rêjeya dengê wî/Telesur
Infowelat