Honduras di 1838’an de serxwebûnê ragihand

Honduras di 5’ê Mijdara 1838’an de serxwebûna xwe bi dest xist.

Honduras berî vê demê, tevlî welatên din ên Amerîkaya Latîn girêdayî Îspanyayê bû.

Honduras di 5’ê Mijdara 1838’an de serxwebûna xwe bi dest xist.

Honduras berî vê demê, tevlî welatên din ên Amerîkaya Latîn girêdayî Îspanyayê bû.

Têkoşîna ji bo serxwebûnê ya li Kolombiyayê dest pê kiribû bandorê li Hondurasê jî kiribû.

Di vê konteksta polîtîk de, cara ewil Honduras di 1821’an de ji Îspanyayê veqetiyabû û serxwebûna xwe ragihandibû.

Welatê serbixwe, di heman salê de ketibû bin kontrola Meksîkayê.

Paşê, di 1823’an de Honduras vê carê tevlî Eyaletên Yekgirtî ya Amerîkaya Navîn bûbû.

Di encama mixalefeta mihefezakar û lîberalan de, vê dewleta nû di 1838’an de hilweşiya.

Piştî hilweşînê, Honduras di 5’ê Mijdara 1838’an de careke din serxwebûna xwe ragihand.

Honduras ji wê demê û vir ve dewleteke serbixwe ya Amerîkaya Latîn e.

Li Hondurasê heta van salên dawî jî hukumetên rastgir hatin ser kar ku ji Amerîkayê destekê wergirtin.

Honduras welatekî Amerîkaya Latîn e. Nifûsa welêt 10 milyon e. /Harîte: Wikipedia

Di salên ewil de, mihefezakarên ji Dêra Katolîk destekê werdigirtin, dewletê bi rê ve birin.

Bi dûv vê demê re, Amerîka wekî welatên li herêmê li Hondurasê jî bandora xwe zêde kir.

Li Hondurasê heta van salên dawî jî hukumetên rastgir hatin ser kar ku ji Amerîkayê destekê wergirtin.

Di hilbijartinên 2021’an de vê dema dirêj a rastgiran bi dawî bû û Xiomara Castroya çepgir bû serokê welêt.

Foto: Diarioroatan.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …