ELN êrişî sektora petrolê dike

Artêşa Rizgariya Kolombiyayê (ELN) careke din dest bi êrişên li dijî xetên petrolê kirin.

Ev jî dibe sebeb, zirareke mezin bigijîhe aborîya Kolombîyayê.

Artêşa Rizgariya Kolombiyayê (ELN) careke din dest bi êrişên li dijî xetên petrolê kirin.

Tê ragihandin, li Kolombîyayê ji tebaxê û vir ce 14 êriş pêk hatine.

Di encama van êrişan de li gelek herêman sewqîyata petrolê sekînîye.

Ev jî dibe sebeb, zirareke mezin bigijîhe aborîya Kolombîyayê.

Herêma herî zêde zirarê dîtîye Arauca ye ku ji mêj ve ya navendeke ELNê ye.

Şandina petrolê ya bi rêya xetên petrolê li vê herêmê bi tevahî sekînîye.

Arauca % 7ê hemû petrola Kolombîyayê hildiberîne.

Şîrketa petrolê ya dewletê Ecopetrol radigihîne, ji ber êriş û grevên demên dawî, ew nema dikare wekî berê xebata xwe bidomîne.

Kolombîya û ELN di 2022an de dest bi hevdîtinên aştîyê kiribûn.

Mixabin hevdîtên li paytexta Venezûela Caracasê di gulanê de bi dawî bûbûn.

ELNê di hevdîtinan de ji hikumetê daxwaz kiribû navê wê ji lîsteya rêxistinên sûc kirine bê derxistin.

Hikumetê vê red kiribû û ev jî bûbû sebeba bidawîbûna hevdîtinan.

Rêxistina herî kevn a gerîla

ELN rêxistina herî kevn a gerîla ya li cîhanê tê naskirin.

ELN piştî FARCê rêxistina gerîla ya duyemîn hêzdar a Kolombîyayê bû.

Tê texmînkirin, di navbera 2500 û 4000’an de gerîlayên vê rêxistinê hene.

ELN herî zêde li 7 heft deverên Kolombiyayê ku piraniya wan li herêma Pasîfîkê ne aktîf e.

Herwiha, rêxistin li ser sînorên Kolombiya û Venezûelayê xwedî hêz e.

———————————————-

Foto: Dewrîyeyeke ELNê ya li ser çemekî Kolombîyayê/Telesur

Infowelat

Kolombiya û ELN dest bi muzakereyan kirin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …